KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • km 11/15 rûp. 2
  • Aûdîo Nivîsandina, Çawa Bidine Xebatê

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Aûdîo Nivîsandina, Çawa Bidine Xebatê
  • Qulixkirina Meye Padşatiyê 2015
  • Têmên Mîna Wê
  • Hûn bi Temamî ji Aûdîo Nivîsandina Kitêba Pîroz Karê Distînin?
    Mîna Îsa Bijîn û Xizmet kin—Bernama Civînê (2023)
  • Çi wê Alî Te Bike Her Roj Kitêba Pîroz Bixûnî?
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona hînbûnê seva)—2025
  • Hûn Derheqa Vê Yekê Fikirîne?
    Hişyar Bin!—2019
  • Xelayî ye, Lê Birçî Nînin
    Mîna Îsa Bijîn û Xizmet kin—Bernamên Civînê (2020)
Hê Zêde Binihêre
Qulixkirina Meye Padşatiyê 2015
km 11/15 rûp. 2

Aûdîo Nivîsandina, Çawa Bidine Xebatê

1Geleka xweş tê bidine xebatê jw.org seva ku gotinên rastiyê ye xweş û rast, bixûnin (Waîz 12:10). Lê hûn didine xebatê aûdîo nivîsandina? Bi saya wê yekê em dikarin gelek înformasiyona ku di malpera meda heye, bixûnin. Çawa aûdîo nivîsandin dikarin mera kêrhatî bin?

2Bona Hînbûna Şexsî û Hînbûna Malbetê: Çaxê em derdikevin rêwîtiyê yan şixulê xweye her rojîva mijûl dibin, em dikarin guh bidine aûdîo nivîsandinê yê Kitêba Pîroz, jûrnala, yan edebyetên din. Ev yek dikare alî me bike seva ku wedê xwe hê baş bidine xebatê (Efes. 5:15, 16). Wedê qulixkirina xweye tevî malbetê em dikarin ne ku tenê ji edebyetê neşêrkirî bixûnin, lê usa jî bibihên aûdîo nivîsandinê ya wê têmayê ku em derbaz dibin. Bi vê yekê xizmeta me hewas dibe. Xêncî wê yekê, em dikarin aûdîo nivîsandina wedê hînbûna Kitêba Pîroze şexsî jî bidine xebatê. Ewê alîkariya me bike xût wî çaxî gava em dixwazin xwendina xwe hê baş kin yan çaxê ku ziman hîn dibin.

3Seva Xizmetkirinê: Merivên mihala me dikarin bêjin ku wedê wan tune edebyeta bixûnin, lê diqewime ewana wê qayîl bin guh bidine aûdîo nivîsandina. Yan diqewime emê rastî wan meriya bên, yên ku li ser zimanê din xeber didin, û yên ku hê hazir in mizgîniya Padşatiyê, li ser zimanê xwe bibihên (Kar. Şand. 2:6-8). Hine kûltûrada ku guh bidî kesekî, ev tişteke ferz e. Mesele, kûltûra Hmongda meriv terîxiya xwe timê bi zar-zimanê xwe, derbazî cahila dikin. Û ew cahil rind bîra xweda xwey dikin elametiya ku ewana dibihên. Xêncî wê yekê, di gelek kûltûra Afrîkayêda jî, meriv lezet distînin çaxê tiştekî pêdihesin derheqa serhatiya ku wanara gilî dikin.

4Di mihala weda wê kêrhatî be, hergê kesekîra aûdîo nivîsandinê li ser zimanê wî vêxin? Diqewime ku kesek karê bistîne ji aûdîo edebyetê, ku em bi e-nema wîra dişînin? Em dikarin aûdîo nivîsandinê li ser CD bidine kişandinê, seva ku bidine xweyê malê, û serda jî edebyeta neşirkirî? Her kitêbeke elektronê, broşûr, jûrnal, yan belavok, ya ku em kesekîra wedê xizmetkirinê didin, em dikarin hesabên belakirinêda kifş kin. Aûdîo nivîsandin seva me hatine sazkirinê, ku hînbûna xweye şexsîda em bidine xebatê û usa jî ku bikaribin daçkînin toximên rastiyê ya Padşatiyê (1 Korn. 3:6).

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Elametiyên Konfêdênsîal
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin