Çev Bide Hebaqûq Pêxember
1. Ji bo çi cem me pirs pêşda tên?
1 Çaxê em rastî zulmiyê tên, em jî dikarin usa destpêkin bifikirin çawa ku Hebaqûq pêxember, yê ku ji Yahowa pirsî: ‘Çima tu dihêlî ku ez hemû tiştên xirab bivînim? Û çima tu dihêlî ku zulmî hebe?’ (Heb. 1:3; 2 Tîm. 3:1, 13). Hergê em bifikirin li ser gilî û mesela Hebaqûq pêxember, ev yek dikare alî me bike û hêlan ke, ku hîviya roja dîwana Yahowa bin (2 Pt. 3:7).
2. Ça em îro dikarin nîşan kin ku bi baweriyê dijîn?
2 Bi Baweriyê Bijîn: Dewsa ku Hebaqûq berxweketa derheqa halê xweye xirab, ew timê ruhanîda hişiyar û xîret bû (Heb. 2:1). Yahowa guman da pêxemberê xwe, ku xebera Wî xût wedê xweda wê bê sêrî û merivê rast wê “bi baweriya xwe bijî” (Heb. 2:2-4). Ev yek çi tê hesabê seva Mesîhiyên, ku rojên kutasiyê dijîn? Ferz ew e, ku ne tenê bizanibî çi çax xilazî wê bê, lê îtbar bî wekî ev roj wê eseyî bê. Bawerî me hêlan dike hişiyar bimînin, û xizmetê li ser ciyê pêşin daynin (Îbr. 10:38, 39).
3. Çima em gerekê şabûna xwe di xizmetêda xwey kin?
3 Yahowara Şa be: Çaxê Gogê ji Magogê cimeta Yahowa zeft ke, baweriya me wê bê cêribandinê (Hz. 38:2, 10-12). Şer-dew dikarin çetinayî pêşda bînin, hela hê wî çaxî, gava şer xilaz dibe. Mesele, dikare kêmasiya xwarinê hebe, hebûn bê undakirinê, û normên jîyînê jî dikarin bikevin. Emê ça xwe kifş kin, wedê çetinayên usa? Hebaqûq pêxember zanibû ku çetinayî wê pêşda bên, lema jî ewî seva xwe safî kir xizmeta xweda, şabûnê xwey ke (Heb. 3:16-19). “Şabûniya Xudan [Yahowa, DT]” wê usa jî alî me bike, ku çetinayên axiriyê teyax kin (Nm. 8:10; Îbr. 12:2).
4. Axiriyêda çi şabûn hîviya me ye, û niha jî em çi gerekê bikin?
4 Ewên, kîjana ku Yahowa ji roja dîwana xwe xilaz ke, dîsa aliyê Wîda wê bêne hînkirinê (Heb. 2:14). Ewên ku bêne saxkirinê, ewana jî wê derheqa Yahowa pêbihesin. Lê niha, werên em hemû mecalên xwe bidine xebatê, seva ku derheqa Yahowa, û kirên wîyî pir baş meriyara xeber din! (Zb. 34:1; 71:17).