FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ | YÊREMYA 44-48
Bona Xwe Tiştên Mezin Negerin
45:2-5
Barûk merivekî xwendî bû di qesra padşada. Rast e ew Yehowa diheband û bi aminî alî Yêremya dikir, lê carekî ewî xwe şaş kir. Ewî destpêkir tiştên mezin seva xwe di qesrêda bigere, dibe ku hebûkê. Ew gerekê nihêrandina xwe biguhasta seva ku xilaz bûya wedê wêrankirina Orşelîmê, ya ku îda nezîk dibû.