Mizgînê, mal bi mal di Îtalyayêda bela dikin
Belakirina Edebyeta
“BIRCA QEREWILIYÊ”
Bipirse: Gelo mirin ew qirara Xwedê ye?
Rêz: Ent. 21:4
Pêşkêş ke: Eva jûrnala “Birca Qerewiliyê” şirowedikê, ku Kitêba Pîroz derheqa jîyîn û mirinê çi dibêje.
RASTIYÊ HÎN KE
Bipirse: Çima îro dinyayêda haqas kul-derd hene?
Rêz: 1 Yn. 5:19
Rastî: Şeytan Mîrê-cina serwêrê vê dinyayê ye.
“ÇA DERBAZ DIBE HÎNBÛNA KITÊBA PÎROZ?”
Pêşkêş ke: Şedên Yehowa bêpere tevî meriya derbaz dikin hînbûna Kitêba Pîroz. Bi saya vê yekê meriv cabên wan pirsa distînin: Çima îro dinyayêda haqas kul-derd hene? Çi bikim seva ku malbeta min bextewar be? Ev vîdêoya kin şirovedike, ku hînbûna Kitêba Pîroz ça derbaz dibe. [Vîdêo vêxe “Ça Derbaz Dibe Hînbûna Kitêba Pîroz?”.] Bi vê edebyetê em tevî meriya şêwir dikin. [Pêşkêş ke yek ji edebyetên meye seva hînbûnê û hergê dibe, nîşan ke ku hînbûn çawa derbaz dibe.]
PÊŞANÎNA XWE ÇÊKE
Evan mesela bide xebatê, seva ku pêşanîna xwe çêkî.