MÎNA ÎSA BIJÎN
Pêşda Bînin Xeysetên ku Xwedê Xweş tên; Bawerî
ÇIMA FERZ E:
Bawerî lazim e, seva ku li Xwedê xweş bên (Îbr. 11:6).
Bawerî hindava sozên Xwedê, alî me dike peyketinada teyax kin (1 Pt. 1:6, 7).
Kêmbawerî dikare berbi gune bive (Îbr. 3:12, 13).
ÇAWA EVÊ YEKÊ BIKIN:
Dua bike, ku Xwedê hê zêde baweriyê bide te (Lq. 11:9, 13; Gl. 5:22).
Xebera Xwedê bixûne û li ser bifikire (Rm. 10:17; 1 Tîm. 4:15).
Bira heleqetiya te timê tevî xûşk-bira hebe (Rm. 1:11, 12).
Çawa ez dikarim baweriya vxwe û baweriya malbeta xwe, qewî kim?
BINIHÊRIN VÎDÊO “XWE LI WAN TIŞTA BIGIRE YÊN KU AMINIYÊ AVA DIKIN; BAWERΔ, Û PAŞÊ CABA WAN PIRSA BIDIN:
Çi ye “baweriya bêdurûtî”? (1 Tîm. 1:5)
Seva ku baweriya xwe qewî kin, ji çi em gerekê xwe dûr bigirin?
Çima wedê tengasiya mezin, bawerî wê lazim be? (Îbr. 10:39)