MÎNA ÎSA BIJÎN
Çima Tu Hebandina Temiz Dişêkirînî?
Xewn-xeyala Hezeqêl derheqa paristgehê, hêviyê dabû Cihûyên dîl, ku hebandina temiz wê dîsa bê sazkirinê. Roja îroyîn, hebandina temiz ser çiyara “bi jorva bilind” dibe û em nava wan hemû mileta ne, yên ku diçin berbi vê çiyayê bilind (Îş. 2:2). Bi rastî jî qedirekî çiqas mezin e, ku em Yehowa nas dikin û wîra xizmet dikin. Hergav derheqa vê yekê bifikirin.
HEBANDINA TEMIZ WAN KEREMA TÎNE:
- Xwarina ruhanî, yê ku caba pirsên mûhîm dide jîyîna meva girêdayî, usa jî şîretên kêrhatî bona jîyînê û hêviya baş (Îş. 48:17, 18; 65:13; Rm. 15:4). 
- Biratiya hemdinyayê, ya ku bi hizkirinê tije ye (Zb. 133:1; Yn. 13:35). 
- Qedirekî mezin, ku em dikarin bibine hevalparên Xwedê şixuleke ferzda, yê ku lezetê tîne (Kr.Şn. 20:35; 1 Kr. 3:9). 
- “Edilayiya Xwedê”, ku wedê telî-tengiya me dişêdîne (Flp. 4:6, 7). 
- Îsafa temiz (2 Tîm. 1:3). 
- Heleqetiya nêzîk tevî Yehowa (Zb. 25:14). 
Çi cûreyî ez dikarim bidime kifşê, ku hebandina temiz dişêkirînim?