FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ | MÎXA 1-7
Yehowa Çi ji Me Dewa Dike?
6:6-8
Yehowa fem dike, çiqas em dikarin û çiqas nikarin bikin û Ew tu car ji me dewa neke tiştên usa bikin, ku emê nikaribin bikin. Bi nihêrandina Xwedê heleqetiya me tevî xûşk-bira pareke ferz e ji hebandina rast. Hergê em dixwazin ku Yehowa qurbanên me qebûl ke, em gerekê xûşk birên xwe hiz bikin û qedirê wan bigirin.