FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ | LÛQA 10-11
Serhati Derheqa Sameriyayî Qenc
Çaxê ji Îsa pirs kirin: “Hevalê min kî ye?”, ewî caba vê pirsê bi mesela derheqa merivê Samerî da (Lq. 10:25-29). Ewî zanibû wekî paşwextiyê, civata Mesîhiya wê ji hemû cûre meriva be. Diketin nava vê yekê ça merivên Sameriyayê usa jî Necihû (Yn. 12:32). Ev mesele şagirtên Îsa hîn dikir, ku ewana gerekê qewatê bidine xebatê, seva ku hizkirina xwe hindava hemûyada bidine kifşê, îlahî hindava merivên ku ji wana cude dibûn.
JI XWE BIPIRSE:
“Ez çawa dinihêrim li ser xûşk-birên ji cûre-cûre kûltûrayê?”
“Ez gelek cara wedê xwe tevî kê derbaz dikim?”
“Ez dikarim hê rind nasiya xwe bidime wan xûşk-bira, yên ku ji miletên din in?” (2 Kr. 6:13)
Ez dixwazim teglîf kim wekî . . .
tevî min derkeve xizmetê?
bê mala min li ser xwarinê?
bê ku tevî neferên min, hazir be li ser Qulixkirina tevî Malbetê?