MÎNA ÎSA BIJÎN
Mesîhiyên Rast bi Hizkirinê Eyan Dibin; Rastiyêra Şa bin
EV YEK ÇIMA FERZ E: Mîna Îsa em gerekê rastiyê derheqa qirara Xwedê bela kin (Yn. 18:37). Em usa jî gerekê rastiyêra şabin û rastiyê xeber din. Xêncî wê yekê em dijîn dinyayêda, yê ku bi nerastiyê û neheqiyê tije ye, lê dîsa jî em xwe li tiştên rast digirin (1 Kr. 13:6; Flp. 4:8).
ÇAWA BIKIN:
- Fesal be, wekî gevestiyê nekî û nejî guh bidî (1 Ts. 4:11). 
- Kul-derdên yên dinra şa nebe 
- Lezetê bivîne ji tiştên baş, ku hêlanê didin 
BINIHÊRE VÎDÊO “HEVDU HIZ BIKIN; KÎNÊ NEJON”; NEHEQIYÊRA ŞA NEBIN, LÊ RASTIYÊRA ŞA BIN, Û PAŞÊ WAN PIRSA ŞÊWIRKIN:
- Çi cûreyî Nazê nerastiyêra şa dibû? 
- Çi cûreyî Eyşê xeberdana xwe tevî Nazê aliyê rastda guhast? 
- Em derheqa kîjan hine tiştên baş dikarin xeber din? 
Nerastiyêra şa nebe, lê rastiyêra şa be