MÎNA ÎSA BIJÎN
“Pêşkêşa Me seva Yehowa”
Çi cûreyî em dikarin “bi dilê xweva pêşkêşiyê” bidine Yehowa? (1 Dr. 29:5, 9, 14) Jêrê tê gotinê derheqa cûre-cûre mecala, çi ku em dikarin bijbêrin, seva ku qurbanên rezedilî bikin, û bi wê yekê piştgiriya şixulê Şedên Yehowa bikin çawa mihala xweda usa jî hemdinyayêda.
QURBANKIRIN BI ONLAYNÊ YAN GAVA DAVÊJNE QUTIYÊN BONA QURBANKIRINÊ, DIDIN XEBITANDINÊ BONA:
ŞIXULÊ HEMDINYAYÊ
Avakirin û çêkirina xaniyên Beytela û xaniyên başqekirî bona tercimana
mektebên teşkîleta me
xizmetkarên mexsûse hertim
teşqelên tebiyetê
derxistin û hazirkirina edebyata, bi cûrê êlêktroîk û neşêrkirî
XERCÊN CIVATÊ
xercên bona tezekirina Oda Civatê û hewcên Civatê
hemû pera ku bi rêzolûsiyayê Civatêda distînin, dişînin Beytelê bona:
Avakirina Oda Civatê, û Oda Civata mezin hemdinyayêda
Alîkariya xûşk-bira hemdinyayêda
Hemû şixulên din
CIVATÊN MEZIN
Qurbanên ku ser Civata mezine sêrojî têne kirinê, têne xebitandinê bona şixulê hemdinyayê. Xût bi wan qurbankirina, têne dadanê xercên bona civata mezine sêrojî, mexsûs û hemdinyayê.
Qurbanên ku ser Civata mezine yekrojî têne kirinê, xerc dikin ser çêkirin û xweykirina Oda Civata, yan jî hergê lazim e Oda hildin kirê. Mihal usa jî dikare safî ke, wekî perê qurbankirî, yên ku mane, bişînin bona şixulê hemdinyayê ya Şedên Yehowa.