FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ | ROMAYÎ 4-6
“Xwedê Hizkirina Xwe Mera Eyan Dike”
Pêşkêşa Yehowa, dêmek kirîn, tişteke ferz e seva ku navê Wî bê pîrozkirinê. Û usa jî îzbat dike, wekî tenê îzina Wî heye serwêrtiyê bike, çimkî serwêrtiya wî herî baş e. Kirîn, usa jî alî me dike bibine dostên Yehowa û qazanc kin axiriya bextewar, kîjan ku ewî soz daye bona merivên guhdar.
Çawa em dikarin razîbûna xwe hindava vê pêşkêşa Xwedê bidine kifşê?
Xwetesmîlkirin û nixumandin didine kifşê, wekî baweriya me heye hindava kirînê û em dixwazin, bibine dostên Yehowa
Belakirina mizgîniya xêrê derheqa Padşatiya Xwedê, dide kifşê, wekî em çev didine hizkirina Yehowa, kîjan ku ewî hindava hemû meriya da kifşê (Mt. 22:39; Yn. 3:16).
Dîsa çi derecada ez dikarim razîbûna xwe hindava kirînê, Yehowara bidime kifşê?