KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • mwb19 Hezîran rûp. 7
  • Bi Bîlanî Wedederbazkirina Bijbêre

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Bi Bîlanî Wedederbazkirina Bijbêre
  • Mîna Îsa Bijîn û Xizmet kin—Bernamên Civînê (2019)
  • Têmên Mîna Wê
  • Wedederbazkirina usa Bijbêre, ku Yehowa Xweş bê
    Şa be Jîyînêra Heta-Hetayê!—Kûrsa Hînkirina Kitêba Pîroz
  • Çawa Xwera Wedederbazkirina Bijbêrin
    Nava Hizkirina Xwedêda Bimîne
  • Ça Bijbêrin Wedederbazkirina Kêrhatî?
    “Xwe Nava Hezkirina Xwedêda Xwey Ke”
  • Bi Temamiya Dilê Xwe Yehowara Amin Bimînin
    Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Hînbûnê) — 2019
Hê Zêde Binihêre
Mîna Îsa Bijîn û Xizmet kin—Bernamên Civînê (2019)
mwb19 Hezîran rûp. 7

MÎNA ÎSA BIJÎN

Bi Bîlanî Wedederbazkirina Bijbêre

Çima em gerekê bi bîlanî wedederbazkirina bijbêrin? Çimkî çaxê em dijbêrin çi binihêrin, çi kilama bibihên, bikevine çi malpera, çi kitêba bixûnin, yan çi vîdêo-lîstika bilîzin, ev bijartina me li ser hiş û fikirên me hukum dike. Bijartina me li ser rabûn-rûniştina me hukum dike. Yazix, lê heçî zef wedederbazkirinada hene tiştên usa, ku ber çevê Yehowa reş e (Zb. 11:5; Gl. 5:19-21). Bo vê meniyê Kitêba Pîroz me hêlan dike, wekî em berdewam kin xwe li wan tişta bigirin, çi ku Yehowa hurmet-rûmet dikin (Flp. 4:8).

BINIHÊRE VÎDÊO “TU KONTROL DIKÎ HACETÊN ÊLÊKTRONÎK, YAN EWANA TE KONTROL DIKIN?”, PAŞÊ CABA WAN PIRSA BIDE:

  • Lîstikên gladyatorêye berê

    Çi cûreyî lîstikên gladyatorêye berê, mîna hine wedederbazkirinên îroyîn in?

  • Birê pêşeng tevî birê cahil xizmet dike

    Çi cûreyî endemên civatê dikarin alî cahila bikin, wekî bi bîlanî wedederbazkirina bijbêrin?

  • Esker

    Çi cûreyî Romayî 12:9 dikare hukum ke ser bijartina me derheqa wedederbazkirinê?

  • Birê meyî cahil top dilîze

    Welatê weda çi cûreyî wedederbazkirinên kêrhatî hene?

ÇI CÛREYÎ WEDEDERBAZKIRIN HENE?

Îro cûre-cûre wedederbazkirin usa li ser meriya hukum dikin, ku meriv îda nikare xwexa safîkirina bike. Çimkî sînem, kitêb û bernamên têlêvîziyonê nihêrandina xwe pêşda dibin, ne ku yên usa çi ku wê bona me layîq bûna. Wedederbazkirina wî cûreyî hemikî ciyê xwe digire. Lê hineka têderxistin, wekî wedederbazkirina aktîv jî, dikare diha baş be bona hêsabûnê. Mesele, hineka xweş tê mûzîkêva mijûl bin yan jî şikila neqiş kin. Yên dinra jî xweş tê cîkî li tebyetê hêsa bin, yan jî sportêva mijûl bin û herin cîkî hêsa bin. Firqî tune em çi bijartina dikin, em gerekê “her tiştî bona şikirdayîna Xwedê bikin” (1 Kr. 10:31).

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Elametiyên Konfêdênsîal
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin