MÎNA ÎSA BIJÎN
Wede Derbaz ke Tevî Merivên, ku Yehowa Hiz Dikin
Çima em gerekê wede derbaz kin tevî merivên ku Yehowa hiz dikin? Hevaltiya me dikare yan baş yan jî xirab li ser me hukum ke (Mtl. 13:20). Mesele, heta ku Yoaş Padşa tevî Yehoyada Serokkahîn bû, ew li ber çevê Yehowa tiştên rast dikir (2 Dr. 24:2). Paşî mirina Yehoyada, Yoaş ji bo hevaltiya xirab ji Yehowa dûr ket (2 Dr. 24:17-19).
Qirna yekê D.M.-da, Pawlosê şandî civata Mesîhiya beramberî maleke mezin kir û endemên civatê jî beramberî derdanê kir. Emê hingê bibine “derdaneke dereca bilind”, hergê xwe dûr bigirin ji wan merivên xweyî nêzîk û endemên civatê, kîjan ku tiştên usa dikin çi ku Yehowa xweş nayên (2 Tîm. 2:20, 21). Werên em hevaltiyê bikin tevî merivên ku Yehowa hiz dikin û yên ku me hêlan dikin wîra hê zêde xizmet kin.
BINIHÊRE VÎDÊO “HÎN BE JI HEVALTIYA XIRAB XWE DÛR BIGIRΔ Û PAŞÊ CABA WAN PIRSA BIDE:
Ji bo çi bende hêdî-hêdî dikeve ber bayê hevaltiya xirab?
Çawa ku vîdêoyêda hate kifşê, çi alî sê Mesîhiya kir, wekî heleqetiya xwe tevî hevalên xirab bidine sekinandinê?
Kîjan prînsîpên Kitêba Pîroz dikarin alî te bikin, bi bîlanî xwera hevala bivînî?
Ez dikarim bêjim, wekî ez “derdaneke dereca bilind” im?—(2 Tîm. 2:21).