MÎNA ÎSA BIJÎN
“Tuyê Çi Bikî Sala Zihayêda?”
Bawerî û îtbarî hevva girêdayî ne. Mesele, baweriya qayîm hindava Yehowa, alî me dike îtbariya xwe Wî bînin, ku Ew wê me xwey ke û bona me xem bike (Zb. 23:1, 4; 78:22). Em zanin, wekî çiqas em nêzîkî xilaziya vê dinya xirab dibin, haqas Şeytan hê zêde hucumî ser me dike (Ent. 12:12). Lê çi wê alî me bike?
BINIHÊRE VÎDÊO “TUYÊ ÇI BIKÎ SALA ZIHAYÊDA?”, Û PAŞÊ CABA WAN PIRSA BIDE:
Çi cûreyî em mîna vê “darê” ne, derheqa kîjanî ku Yêremya 17:8-da tê gotinê?
Çi ye yek ji cûrên “dema germî”?
Çi ser vê “darê” hukum dikin û çima?
Nêta Şeytan çi ye?
Em çida mîna wan meriya ne, kîjan ku gelek car bi teyarê difirin?
Çima em gerekê berdewam kin îtbariya xwe xulamê amin û serwaxt bînin, û çi cûreyî îtbariya me dikare bê cêribandinê?
Çima em gerekê berdewam kin îtbariya xwe prînsîpên Kitêba pîroz bînin hingê jî, gava meriv qerfa me dikin?