MÎNA ÎSA BIJÎN
“Yehowa Merivên Temiz Hiz Dike”
“Destê xwe bişo. Otaxa xwe bide hev û gêzî ke. Gemarê derxe”. Gelek dê-bav zarên xwe hîn dikin, wekî aliyê fîzîkîda xwe temiz xwey kin. Prînsîpên temzayê mera hatine dayînê ji Xwedayê meyî pîroz (Drk. 30:18-20; Qn.Dc. 23:14; 2 Kr. 7:1). Çaxê em bedena xwe û hemû tiştên xwe temzayêda xwey dikin, bi vê yekê em Yehowa hurmet-rûmet dikin (1 Pt. 1:14-16). Lê çi em dikarin bêjin derheqa mala xwe? Himberî wan meriya, kîjan ku baxçe dikine qirêj û tişta davêjine erdê, Mesîhî temzayê xwey dikin (Zb. 115:16; Ent. 11:18). Nihêrandina me hindava temzayê ji vê yekê jî tê kifşê, hela em kaxazên şîrnaya, botila û benûşta davêjne qutiyên gemarê. Hemû derecên jîyîna xweda, em dixwazin xwe bidine kifşê, “çawa qulixkarêd Xwedê” (2 Kr. 6:3, 4).
BINIHÊRE VÎDÊO “XWEDÊ MERIVÊN TEMIZ HIZ DIKE”, Û PAŞÊ CABA WAN PIRSA BIDE:
Hine merivên ku temzayê xwey nakin çi meniya digirin?
Çi cûreyî Qanûna Mûsa eyan dike nihêrandina Yehowa ser temzayê?
Çawa em dikarin bê gilî-gotin pesina bidine Yehowa?
Çawa ez dikarim nihêrandina Yehowa derheqa temzayê, jîyîna xweda bidime kifşê?