MÎNA ÎSA BIJÎN
Xebera Xwedê bona Te Çiqasî Ferz e?
Di Kitêba Pîrozda, fikir û giliyê Yehowa hatine nivîsarê, kîjan ku heye Nivîskarê eslî yê vê Kitêba Pîroz (2 Pt. 1:20, 21). Ev kitêb dîna me dide ser vê yekê, ku çawa Xwedê bi saya Padşatiyê îzbat ke, wekî ew e Serwêrê Himzor. Kitêba Pîroz usa jî hêviyê dide temamiya însanetê, wekî zûtirekê rojên baş wê bên. Ew usa jî mera eyan dike, ku Bavê meyî ezmana, dêmek Yehowa yekî çawa ne (Zb. 86:15).
Gelek meniyên me hene, ku çima em Xebera Yehowa qîmet dikin. Lê em ji aliyê xweda didine kifşê, wekî ev pêşkêşa qîmet dişêkirînin, gava her roj dixûnin û giliyê wî jîyîna xweda didine xebatê? Werên bi kirên xwe hestên zebûrbêj eyan kin, kîjan ku got: “Ez çiqas hez dikim ji şerîeta te” (Zb. 119:97, ÎM).
BINIHÊRE VÎDÊO “WANA KITÊBA PÎROZ QÎMET DIKIR; PAREK (WÎLÎAM TÎNDAL)”, Û PAŞÊ CABA WAN PIRSA BIDE:
Çima Wîlîam Tîndal parên Kitêba Pîroz tercime kir?
Çima ew hêjayî payîdayînê bû, ku her tişt dikir wekî ev Kitêb bê welgerandinê?
Çawa kopiyên Kitêba Pîroz ku Tîndal welgerandibû, derbazî Înglîstanê kirin?
Çawa her kes ji me dikare nîşan ke, wekî Xebera Xwedê dişêkirîne?