MÎNA ÎSA BIJÎN
Çawa Bidine Xebatê Cûrên Belakirina Mizgîniyê
Destpêbûyî ji meha Çileyê sala 2018, cûrên belakirina Mizgîniyê “Bernama Civînêda” têne dayînê ser rûpêla pêşin. Çawa em dikarin wana bidine xebatê?
Çaxê Tu Pê Dersa Derdikevî: Tu dikarî bidî xebatê pirs, rêz û pirsa vekirî bihêlî. Ev nayê hesabê, wekî tu gerekê wan pêşanîna bi ezberî xeber pey xebera hîn bî. Lê tu dikarî li ser hîmê vê pêşanînê xeberdanê cûrekî mayîn destpêkî û tevî meriva şêwir kî. Tu usa jî dikarî bidî xebatê edebyeteke bona hînbûnê, hela hergê ev yek pêşanînêda nayê kifşkirinê jî.
Çaxê Tu Derdikevî Xizmetê: Cûrên belakirina mizgîniyê bona me mesele ne, ku bizanibin çawa tevî meriya xeber din. Hergê meriv dixwaze hê zêde pêbihese, tu dikarî xeberdanê berdewam kî û bidî xebatê fikirên ji cûrên belakirina mizgîniyê ya seva serlêdana duda. Tu dikarî evê pêşanînê hevekî biguhêzî yan jî cûrekî mayîn bêjî. Hela bifikire: Dibeke tuyê bidî xebatê pêşanîn yan rêzeke din, çi ku wê bona mihala te diha kêrhatî be. Dibeke wan merivara hewas e xeber din derheqa qewimandinên ku wan paşwextiya qewimîne. Firqî tune tu çawa wan pêşanîna bidî xebatê, nêta te gerekê mîna ya Pawlosê şandî be, yê ku got: “Van hemû tişta ez îdî bona Mizgîniyê dikim, wekî ez bibime heval-parê dua-dirozgêd ser wê” (1 Kr. 9:22, 23).