MÎNA ÎSA BIJÎN
Rojên Axiriyêda Qewî Bisekinin
EV YEK ÇIMA FERZ E: Zûtirekê qewimandinên usa wê biqewimin, ku mera lazim be mêrxas bin û hê zêde îtbariya xwe Yehowa bînin. Tengasiya mezin wê ji kutakirina rêlîgiya qelp destpêbe (Mt. 24:21; Ent. 17:16, 17). Wî wedê çetinda emê dîwana Xwedê elam kin (Ent. 16:21). Paşê Gog ji Magogê wê hicûmî ser me bike (Hz. 38:10-12, 14-16). Hingê Yehowa, “Xwedêyê Hemû Zorayiyê” wê şer destpêke, wekî cimeta xwe xilaz ke (Ent. 16:14, 16). Seva ku bi mêrxasî rastî qewimandinên axiriyê bên, em gerekê îda nihada cêribandinada aminiyê xwey kin.
ÇAWA BIKIN:
- Bi mêrxasî xwe li normên Yehowayî nav-namûsiyê bigire (Îş. 5:20). 
- Berdewam ke tevî xûşk-bira Xwedê bihebîne (Îbr. 10:24, 25). 
- Bi hazirbûnê guh bide rêberiya teşkîleta Yehowa (Îbr. 13:17). 
- Bifikire, wekî wedê berê çawa Yehowa cimeta xwe xilaz dikir (2 Pt. 2:9). 
- Yehowara dua bike û îtbariya xwe wî bîne (Zb. 112:7, 8). 
BINIHÊRIN VÎDÊO “SEVA QEWIMANDINÊN AXIRIYÊ MÊRXASÎ LAZIM E; PAREK”, Û PAŞÊ CABA WAN PIRSA BIDIN:
- Çawa guhdariya xizmetkara hate cêribandinê, çaxê civatêda guhastin kirin? 
- Çawa mêrxasî û guhdarî hevva girêdayî ne? 
- Çima wedê Harmegedonê mêrxasî wê lazim be? 
- Îda nihada hazir bin bona qewimandinên axiriyê, kîderê ku mêrxasî wê lazim be - Kîjan serhatiya ji Kitêba Pîroz baweriya me qewî dike wê yekêda, ku qewata Yehowa digihîjê me xilaz ke? (2 Dr. 20:1-24)