MÎNA ÎSA BIJÎN
Çawa Pêşeng Pesina Bidine Yehowa
Îsraêliya pesin didane Yehowa. Meniya vê yekê ew bû, ku ewî ewana ji Misirê derxistin û ji destê ordiya Firewin xilaz kirin! (Drk. 15:1, 2) Îro jî Yehowa qenciya xwe hindava cimeta xwe dide kifşê. Lê em ça dikarin bona vê yekê razîbûna xwe bidine kifşê? (Zb. 116:12)
Razîbûna me wê bê kifşê, hergê em ça pêşengê wedelû yan pêşengê hertim xizmet kin. Tu dikarî ji Yehowa hîvî kî, wekî xwestin û qewatê bide te, ku ça pêşeng xizmet kî (Flp. 2:13). Gelek xûşk-birên me destpêdikin ça pêşengê wedelû xizmet kin. Tu dikarî bijbêrî 30 yan 50 siheta xizmet kî wedê mehên Adar û Nîsanê, û usa jî wedê serlêdana berpirsiyarê mihalê. Çaxê tu ji pêşengtiya wedelû şabûnê texmîn kî, diqewime hingê tu bixwazî ça pêşengê hertim xizmet kî. Hela hê ev xûşk-bira jî, kîjan ku gelek dixebitin yan jî sihet-qewata wan sist e, yeke dikarin ça pêşengê hertim xizmet kin (mwb16.07 8). Çi jî hebe, Yehowa hêja ye, wekî em hemû qewata xwe bidine xebatê, seva ku pesina bidine wî (1 Dr. 16:25).
BINIHÊRIN VÎDÊO “SÊ XÛŞKÊN JI MONGOLYAYÊ”, Û PAŞÊ CABA WAN PIRSA BIDIN:
Evan sê xûşka ber kîjan çetinaya teyax kirin, seva ku ça pêşeng xizmet kin?
Ewana çi kerem standin?
Bi saya xizmetkirina pêşengtî, dîsa çi mecal wanra vebû?
Mesela wan çawa ser yên din hukum kir?