MÎNA ÎSA BIJÎN
Fesal be ku Elametiya Qelp Bela Nekî
Îro înformasiya dikare bi saya formatên neşirkirî, radîo, têlêvîziyonê û întêrnêtê, gelek zû nava mîlyona meriva bela be. Ewên ku “Xwedayê rastiyê” dihebînin, naxwazin bê hemdê xwe înformasiya nerast bela kin (Zb. 31:5, DO; Drk. 23:1). Ew derewên ku bela dibin, dikarin ziyanê bidin. Çaxê em dixwazin têderxin, hela filan înformasiya rast e yan na, wê baş be pirsê bidine xwe:
“Kaniya vê înformasiyayê bi îtbar e?” Ewê ku tiştekî gilî dike, diqewime hemû tiştî hûr bi hûr nizane. Çaxê înformasiya ji merivekî derbazî merivê din dibe, ev tê guhastinê, lema jî derecên usada fesal bin. Ewên ku cabdariyên wan civatêda hene, têne hesabê kaniya bi îtbar, lema jî ewana gerekê gelek fesal bin û timê her kaniya înformasiyekê, kîjanê ku wê elam kin, lêkolîn kin
“Ev înformasiya wê navê kesekî xirab neke?” Hergê ev elametî navê kesekî xirab dike, wê baş be evê înformasiyayê newekilînin (Mtl. 18:8; Flp. 4:8).
“Ev înformasiya rast e?” Gelek fesal bin, çaxê dibihên serhatiyên ku dîna me gelek dikişînin berbi xwe û me ecêbmayî dikin
BINIHÊRIN VÎDÊO “GEVESTÎ ÇAWA BIDINE SEKINANDINÊ?” Û PAŞÊ CABA WAN PIRSA BIDIN:
Li gora Metelok 12:18, çawa gilî dikarin ziyanê bidin?
Fîlîpî 2:4 çawa dikare alî me bike, wekî em fesal bin çaxê dixwazin tiştekî derheqa kesekî bêjin?
Em çi gerekê bikin, gava kesek destpêdike gevestiyê bike yan jî qerfa kesekî bike?
Pêşiya ku tiştekî derheqa kesekî bêjin, wê baş be kîjan pirsa bidine xwe?