KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • mwb20 Kanûna Pêşin rûp. 3
  • Hizkirina Me Tê Kifşê, Çaxê Piştgiriya Safîkirina Yehowa Dikin

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Hizkirina Me Tê Kifşê, Çaxê Piştgiriya Safîkirina Yehowa Dikin
  • Mîna Îsa Bijîn û Xizmet kin—Bernamên Civînê (2020)
  • Têmên Mîna Wê
  • Şîretkirin Ew Heye Eyankirina Hizkirina Yehowa
    Mîna Îsa Bijîn û Xizmet kin—Bernamên Civînê (2021)
  • Derxistina ji Civatê Hizkirinê Eyan Dike
    Birca Qerewiliyê: Derxistina ji Civatê Hizkirinê Eyan Dike
  • Gava Merivekî Me Yehowa Dihêle
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Hînbûnê) — 2021
  • Şîretkirin Hizkirina Xwedê Eyan Dike
    Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Hînbûnê) — 2018
Hê Zêde Binihêre
Mîna Îsa Bijîn û Xizmet kin—Bernamên Civînê (2020)
mwb20 Kanûna Pêşin rûp. 3

MÎNA ÎSA BIJÎN

Hizkirina Me Tê Kifşê, Çaxê Piştgiriya Safîkirina Yehowa Dikin

Çaxê bende ji civatê tê derxistinê, bi vê yekê civat tê xweykirinê û yê gunekar jî dikare xwe rast ke (1 Kr. 5:6, 11). Çaxê em vê derecêda piştgiriya safîkirina Yehowa dikin, em hizkirinê didine kifşê. Lê çi cûreyî hizkirin tê kifşê? Ne çaxê merivê meyî hizkirî ji civatê tê derxistinê, dilê me û dilê birên ji komîtêya dîwankirinê ser wî dişewite!

Ya lape ferz ew e, ku bi wê yekê em hizkirina xwe hindava navê Yehowa û normên wîyî pîroz didine kifşê (1 Pt. 1:14-16). Em usa jî hizkirina xwe hindava yê ji civatê derxistî didine kifşê. Rast e ev safîkirin dikare dilê meriya bêşîne, lê bi rastî ev “berê edilayiyê ji jiyîna rast” tîne (Îbr. 12:5, 6, 11). Hergê em berdewam kin tevî yê ji civatê derxistî yan yê ku xwexa civat hîştiye, xeber din, usa emê şixulê Yehowa pê hişê xwe bikin (Yêr. 30:11). Em hîviyê ne, wekî ew meriv wê vegerin cem Bavê meyî dilovan. Lê heta hingê em berdewam dikin piştgiriya safîkirina Yehowa bikin û her tiştî dikin ku heleqetiya xwe tevî Yehowa qewî xweyî kin (Îş. 1:16-18; 55:7).

BINIHÊRIN VÎDÊO DRAMAYÊ “BI TEMAMIYA DILÊ XWE AMINIYÊ XWEYÎ DIKIN”, Û PAŞÊ CABA WAN PIRSA BIDIN:

  • Pareke ji vîdêo “Bi Temamiya Dilê Xwe Aminiyê Xweyî Dikin”. Gabrîêlla û Bên, digirîn paşî wê yekê ça wana nemaya kurê xwe xwend, yê ku ji mal çûbû.

    Çaxê zar ji Yehowa dûr dikeve, ev yek çi êşê dê-bavara tîne?

  • Pareke ji vîdêo “Bi Temamiya Dilê Xwe Aminiyê Xweyî Dikin”. Heval paşî civatê Gabrîêlla û Bên hemêz dikin û berdilê wan tên.

    Civat çawa dikare piştgiriya neferên malêye amin bike?

  • Pareke ji vîdêo “Bi Temamiya Dilê Xwe Aminiyê Xweyî Dikin”. Gabrîêlla dide ber çevê xwe serhartiya miqabilîbûna Qorax.

    Kîjan serhatiya Kitêba Pîroz nîşan dike, wekî çiqas ferz e ku aminiya me Yehowara ji aminiya hindava neferên malê qewîtir be?

  • Pareke ji vîdêo “Bi Temamiya Dilê Xwe Aminiyê Xweyî Dikin”. Paşî civatê, Gabrîêlla dibêje Bên derheqa nemaya ku kurê wan şand.

    Em çi cûreyî aminiya xweye hindava Yehowa ser aminiya hindava malbetêra digirin?

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Elametiyên Konfêdênsîal
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin