KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • mwb20 Kanûna Pêşin rûp. 8
  • Berdewam Dikin Jûrnala Didine Xebatê

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Berdewam Dikin Jûrnala Didine Xebatê
  • Mîna Îsa Bijîn û Xizmet kin—Bernamên Civînê (2020)
Mîna Îsa Bijîn û Xizmet kin—Bernamên Civînê (2020)
mwb20 Kanûna Pêşin rûp. 8
Xûşk tevî kulfetekê xeber dide li ser hîmê temaya ji jûrnala “Hişyar Bin!”

MÎNA ÎSA BIJÎN

Berdewam Dikin Jûrnala Didine Xebatê

Destpêbûyî ji sala 2018, jûrnalên meda yên bona belakirinê, tenê têmek tê şêwirkirinê. Ev hemû jûrnal dikevine nava hacetên meyî bona hînbûnê. Lema jî em dikarin wana xizmetêda bidine xebatê. Gava em cîkîda diçin, mesele dikanê, dikarin çend jûrnala xwera bivin. Hemikî wan jûrnala em nadine xebatê ku tevî meriya hînbûna Kitêba Pîroz derbaz kin, lê ev alî meriya dikin ku hewasa wan pêşda bê, seva hê zêde derheqa Xwedê pêbihesin.

Çaxê tu kesekîra xeberdanê destpêkî, dikarî wîra rêzekê bixûnî û dîna wî bidî ser jûrnaleke ku wê wîra hewas be. Besa xeberê, hergê zarên wî hene, yan ewî merivekî xwe unda kiriye, yan jî dilteng e, dikarî bêjî: “Wan paşwextiya min gotareke derheqa vê têmayê xwend. Hûn dixwazin nîşanî we kim?” Hergê wîra hewas be, dikarî hela hê wedê serlêdana pêşin jî jûrnalê bihêlî yan jî kopiya elektronîk bişînî. Hemikî nêta meye sereke belakirina jûrnala nîne, lê ev yek alî me dike, wekî bivînin wan meriya, yên ku hazir in bijîn li gora vê yekê çi ku ji Kitêba Pîroz pêdihesin (Kr.Şn. 13:48).

2018

Şikil: Rûyê jûrnala “Birca Qerewiliyê” û “Hişyar Bin” yên sala 2018. 1. “Gelo Kara Xwendina Kitêba Pîroz Heye?”. 2. “Gelo Çi Axirî Hîviya Me ye?”. 3. “Gelo Dilê Xwedê ser Te Dişewite?”. 4. “Riya ku Dibe Berbi Bextewariyê”. 5. “12 Gavên Kêrhatî bona Bextewariya Malbetê”. 6. “Alîkarî bona Wan, yên Merivên Xwe Unda Kirine”.

2019

Şikil: Rûyê jûrnala “Birca Qerewiliyê” û “Hişyar Bin” yên sala 2019. 1. “Tu Xwedê Rind Nas Dikî?”. 2. “Hêja ye Berdewam kin Bijîn?”. 3. “Hema Ev e Axiriya Me?”. 4. “Heta Kengê Emê Tirsêda Bijîn?”. 5. “Şeş Dersên ku Zar Gerekê Hîn bin”. 6. “Kitêba Pîroz Dikare Jîyîna Te Diha Baş ke?”

2020

Şikil: Rûyê jûrnala “Birca Qerewiliyê” û “Hişyar Bin” yên sala 2020. 1. “Rastiyê Bigerin”. 2. “Çi ye Padşatiya Xwedê?”. 3. “Hizkirina Xwedê Kerema Tîne”. 4. “Çawa ji Strêsê Derên”. 5. “Sebebên Kul-Derdên Me Çi ne?”. 6. “Tu Ser Merivên Din Çawa Dinihêrî?”

Merivên mihala tera kîjan têma hewas in?

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Elametiyên Konfêdênsîal
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin