MÎNA ÎSA BIJÎN
Zewaca Xwe Biparêze
Yehowa sozê zewacê ku mêr û jin hevra didin, ferz hesab dike. Yehowa gotibû, wekî jin û mêr gerekê hev neqetin (Mt. 19:5, 6). Nava xizmetkarên Xwedêda gelek zewacên bextewar hene. Hemikî zewaca usa tune, kîjanêda qe problêm tune bin. Lê em gerekê mîna merivên vê dinyayê nefikirin, wekî jîyîna ji hev başqe û hevqetandin hemû problêmên jin-mêra safî dike. Gelo Mesîhiyên zewicî çawa dikarin zewaca xwe biparêzin?
Were em dîna xwe bidine pênc şîreta.
Dilê xwe biparêze, dêmek xwe ji flîrtê û ji wedederbazkirinên bênamûsî dûr bigire, çimkî ev dikarin heleqetiya we sist kin (Mt. 5:28; 2 Pt. 2:14).
Dostiya xwe tevî Xwedê qewî ke û bal xwe xwestinê pêşda bîne, wekî pê zewaca xwe dilê wî şa kî (Zb. 97:10).
Berdewam ke merivekî nû li xwe bike û hela hê tiştên biçûkda jî qenciyê bike, çi ku wê jîyîna hevalparê te bextewar ke (Kl. 3:8-10, 12-14).
Bira xeberdana te tevî hevalzewacê te, bi qedir û merîfet be (Kl. 4:6).
Borcê xweyî zewacê bi hizkirinê bîne sêrî (1 Kr. 7:3, 4; 10:24).
Çaxê Mesîhî hindava zewacêda bi qedir in, usa ewana qedirê Sazkarê zewacê digirin, dêmek Yehowa.
BINIHÊRIN VÎDÊO “EM GEREKÊ BI SEBIR BIREVIN; XWE LI GORA QEYDÊN LECÊ BIGIRIN”, Û PAŞÊ CABA WAN PIRSA BIDIN:
Destpêkêda diqewime zewacêda her tişt baş be, lê dîsa jî çi çetinayî dikarin pêşda bên?
Çawa prînsîpên Kitêba Pîroz dikarin alî wan bikin, yên ku zewacêda bextewar nînin?
Prînsîpên Kitêba Pîroz bide xebatê, seva ku zewaca te bextewar be
Yehowa çi qeyde bona zewacê kifş kirine?
Seva ku zewac bextewar be, jin û mêr çi gerekê bikin?