XWE BONA XIZMETIYÊ HAZIR KIN | ŞABÛNA XWE XIZMETIYÊDA ZÊDE KE
Pirsa Bide
Yehowa “Xwedêyê xwezilî” û şa ye, ew dixwaze, wekî em ji xizmetiyê şabûnê bistînin (1 Tîm. 1:11). Çiqas em feresetên xwe zêde kin, haqas wê şabûna me jî hê zêde be. Bi saya pirsa em dikarin hewasa meriva pêşda bînin û bi tebiyetî xeberdanê destpêkin. Pirs meriva hêlan dikin ku bifikirin (Mt. 22:41-45). Çaxê em pirsa didin û paşê guh didine cabên wan, bi wê yekê em tê bêjî wanara dibêjin: “Hûn bona min ferz in” (Aqb. 1:19). Caba meriva alî me dike têderxin, ku çawa em dikarin diha baş xeberdanê berdewam kin.
BINIHÊRIN VÎDÊO “ŞABÛNÊ BISTÎNE JI HAZIRKIRINA ŞAGIRTA; FERESETÊN XWEDA PÊŞDA HERE; PIRSA BIDE” Û PAŞÊ CABA WAN PIRSA BIDIN:
Jîyanayê kîjan hunurê baş da kifşê?
Nîtayê çawa bi saya pirsa da kifşê, wekî ew dikeve heyra Jîyanê?
Nîta çawa bi saya pirsa hewasa Jîyanê hindava mizgîniyê pêşda anî?
Nîta çawa bi saya pirsa alî Jîyanê kir ku ew bifikire?