KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • mwb21 Îlon rûp. 3-16
  • Edebyeta “Şa be Jîyînêra Heta-Hetayê!” Xizmetiyêda Bidine Xebatê

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Edebyeta “Şa be Jîyînêra Heta-Hetayê!” Xizmetiyêda Bidine Xebatê
  • Mîna Îsa Bijîn û Xizmet kin—Bernamên Civînê (2021)
  • Têmên Mîna Wê
  • Ça Hînbûna Kitêba Pîroz Derbaz kin bi Saya Kitêba “Şa be Jîyînêra Heta-Hetayê!”
    Meriva Hez kin—Şagirta Hazir kin
  • Alî Xwendekarên Xwe Bike ku Ewana Bêne Nixumandinê
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Hînbûnê) — 2021
  • Hînbûnên Kitêba Pîroz, yên ku berbi Nixumandinê Diçin – Para 1
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Hînbûnê) — 2020
  • Guh Bide Xwedê; Çawa Bidine Xebatê
    Mîna Îsa Bijîn û Xizmet kin—Bernamên Civînê (2017)
Hê Zêde Binihêre
Mîna Îsa Bijîn û Xizmet kin—Bernamên Civînê (2021)
mwb21 Îlon rûp. 3-16
Jin-mêrek ser hîmê broşûra “Şa be Jîyînêra Heta-Hetayê!” tevî mêrekî ciyê sekinandina otobûsê xeber didin.

MÎNA ÎSA BIJÎN

Edebyeta “Şa be Jîyînêra Heta-Hetayê!” Xizmetiyêda Bidine Xebatê

Em gelek şa ne ku broşûr û kitêba teze hatine derxistinê bona derbazkirina hînbûnên Kitêba Pîroz! Em Yehowara dua dikin, wekî kerem ke vê qewata ku em didine xebatê, seva ku hê zêde şagirta hazir kin (Mt. 28:18-20; 1 Kr. 3:6-9). Em vê haceta teze ça didine xebatê?

“Şa be Jîyînêra Heta-Hetayê!”, ew heye kûrsa hînkirina Kitêba Pîroz bi mêtoda teze. Jêrê rêberî têne dayînê ku ça bona hînbûnê hazir bin û çawa derbaz kin.a

  • Dersê bixûne û pirsa şêwir ke

  • Bixûne rêzên ku kifşkirî ne “bixûne” û alî xwendekar bike şirovekirina wan rêza fem bike

  • Vîdêoya vêxe û bi saya pirsên ku hatine dayînê, van vîdêoya şêwir ke

  • Wê baş be, wekî carekêra dersekê derbaz kî

Xizmetiyêda pêşiyê broşûrê merivra bihêle, wekî têderxî hela bi rastî hewasa wî heye hê zêde pêbihese yan na (Binihêre çargoşe “Çawa Broşûra ‘Şa be Jîyînêra Heta-Hetayê!’ Wedê Serlêdana Pêşin Pêşkêş kin”). Hergê te tevî meriv hînbûna pê broşûrê xilaz kir û ew dixwaze hînbûnê berdewam bike, wî çaxî derbazî ser kitêbê be û ji dersa 04 destpêke. Lê hergê tu niha tevî xwendekarê xwe hînbûnê pê kitêba “Çi Hîn Dike Kitêba Pîroz?” yan “Nava Hizkirina Xwedêda Bimîne” derbaz dikî, îda derbaz be ser kitêba teze “Şa be Jîyînêra Heta-Hetayê!” û xwexa safî ke ji kîjan dersê berdewam kî.

Dîsa ev jin-mêr pê kitêba “Şa be Jîyînêra Heta-Hetayê!” tevî wî mêrikî mala wîda hînbûna Kitêba Pîroz derbaz dikin.

BINIHÊRIN VÎDÊO “JI HÎNBÛNA XWEYE KITÊBA PÎROZ ŞABÛNÊ BISTÎNE” Û PAŞÊ CABA WAN PIRSA BIDIN:

  • Xwendekar ji kitêba teze wê çi hîn be?

  • Çima lazim e, wekî tu vê vîdêoyê nîşanî xwendekarê teze bikî?

  • Tu dikarî xwendekarê xwe berbi kîjan nêta hêlan kî? Binihêre nexş “Nêta Her Pareke vê Kitêbê”

a SPARTIN: Rast e şêwirkirina para “Hê Zêde Pêbihese” eseyî nîne, lê dîsa jî gava tu bona hînbûnê hazir dibî, vê parê jî lêkolîn bike. Wî çaxî tuyê bizanibî çi dikare dîna xwendekarê te bikişîne û bona wî kêrhatî be. Kitêbêda bi cûrê elektronîk lînk ser vîdêo û înformasiyên zêde hene.

NÊTA HER PAREKE VÊ KITÊBÊ

 

DERS

TÊMA SEREKE

NÊTÊN BONA XWENDEKAR

1

01-12

Dîna xwendekar bide, ku çawa Kitêba Pîroz dikare alî wî bike û ça ew dikare Avtorê vê kitêbê nas bike

Xwendekar hêlan ke, wekî Kitêba Pîroz bixûne, bona her dersê xwe hazir ke û bê ser civata

2

13-33

Pêbihese Xwedê çi bona me kiriye û ew çi cûre hebandin qebûl dike

Xwendekar hêlan ke, wekî mizgînê merivara gilî ke û bibe mizgînvanê nenixumandî

3

34-47

Pêbihese Xwedê ji xizmetkarên xwe çi dewa dike

Xwendekar hêlan ke, wekî emirê xwe tesmîlî Yehowa ke û bê nixumandinê

4

48-60

Pêbihese ça nava hizkirina Xwedêda bimînî

Xwendekar hîn ke, wekî çawa qenciyê û xirabiyê ji hev derxe û ruhanîda pêşda here

ÇAWA BROŞÛRA “ŞA BE JÎYÎNÊRA HETA-HETAYÊ!” WEDÊ SERLÊDANA PÊŞIN PÊŞKÊŞ KIN

Ser rûpêla paşin ya vê broşûrê heye pirseke hewas, çawa belavokên meda. Tu dikarî vê mêtoda ku jêrê nivîsar e bidî xebatê:

  • Pirsê bide û hêlan ke, wekî meriv cab bijbêre

  • Bixûne caba ji Kitêba Pîroz, dêmek Zebûr 37:29

  • Şêwir ke para “Seva We Ev Çi Tê Hesabê”. Heger dibe, rêzên din bixûne û dîna meriv bide ser şiklên vê rûpêlê

  • Merivra bêje wekî ew dikare caba vê pirsê bistîne, ya ku xilaziya vê rûpêlê nivîsar e, û şêwirkirina dersa yekê tevî wî destpêke

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Elametiyên Konfêdênsîal
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin