MÎNA ÎSA BIJÎN
Mizgînê Bela ke, ku Dinya Teze Gelek Nêzîk e!
Meha Mijdarêda, emê diha zêde mecala bidine xebatê, wekî mizgînê bela kin ku dinya xweş nêzîk e (Zb. 37:10, 11; Ent. 21:3-5). Grafîka xweda guhastina bike, wekî bi temamî vê kampanyayêda kar bikî. Heger tu safî kî vê mehêda ça pêşengê wedelû xizmet kî, tu dikarî bijbêrî 30 yan jî 50 sihetî xizmet kî.
Rêza ji Kitêba Pîroz derheqa dinya teze hazir ke û çiqas destê te tê tevî gelek meriva şêwir ke. Gava tu rêz dijbêrî, bifikire ku mihala teda kîjan rêz wê diha dilê meriva bigire. Heger wedê serlêdana pêşin meriv guh bide te, hingê wîra “Birca Qerewiliyê” ya № 2 sala 2021, bihêle. Paşê, seva ku hê zêde hewasa wî pêşda bê, wededa serlêdana wî bike û hînbûna Kitêba Pîroz pê broşûra “Şa be Jîyînêra Heta-Hetayê!” tevî wî destpêke. Şabûneke çiqas mezin e ku em dikarin “mizgîniya qenciyê” merivara gilî kin! (Îş. 52:7)
BINIHÊRIN KILAMA BI VÎDÊO “DINYA TEZE NÊZÎK E”, Û PAŞÊ CABA WAN PIRSA BIDIN:
Keçika biçûk kîjan dinyake xweş dide ber çevê xwe?
Tu îlahî hîviya kîjan keremên dinya teze yî?
Fikirandina ser hêviya baş çi cûre dikare alî te bike ku dilê xwe hazir kî, wekî meha Mijdarêda bi xîret kampanyayêda kar bikî? (Lq. 6:45)