XWE BONA XIZMETIYÊ HAZIR KIN | ŞABÛNA XWE XIZMETÊDA ZÊDE KIN
Alî Şagirta Bikin ku Civata Bernedin
Civat hebandina meda pareke ferz e (Zb. 22:22). Hemûyên ku bona hebandinê dicivin, Yehowa şabûnê û kerema dide wan (Zb. 65:4). Hergê ewên ku Kitêba Pîroz hîn dibin civata bernadin, ewana diha zû ruhanîda pêşda diçin.
Tu ça dikarî alî şagirta bikî, wekî ewana bêne civata? Timê wana teglîfî ser civata ke. Vîdêo ya bi navê “Çi diqewime Oda Civatêda?” nîşanî wan ke. Wanara şiroveke ku civat çi karê tînin (lff dersa 10). Tu dikarî wanara gilî kî ku tu çi hîn bûyî ser civatê, yan jî bêjî ku careke din wê derheqa çi bê şêwirkirinê. Usa jî hergê lazim e, alî wan bike ku pê avtê wana bivî ser civatê. Hêja ye tu her tiştî aliyê xweda bikî, îlahî hergê meriv cara pêşiyê tê ser civatê (1 Kr. 14:24, 25).
BINIHÊRIN VÎDÊO DRAMAYÊ “ALÎ ŞAGIRTÊN XWE BIKIN . . . CIVATA BERNEDIN” Û PAŞÊ CABA WAN PIRSA BIDIN:
Nîtayê çi mecal da xebatê, seva ku Jîyanayê teglîfî ser civatê ke?
Em çira şa dibin çaxê şagirt têne ser civata?
“Rastî jî Xwedê nav weda ye!”
Jîyanayê çi ser xwe texmîn kir, çaxê cara pêşin hate ser civatê?