KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • mwb22 Tîrmeh rûp. 3
  • Bona Sala Xizmetiyêye Teze, Nêta Dayne; Bibe Pêşeng

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Bona Sala Xizmetiyêye Teze, Nêta Dayne; Bibe Pêşeng
  • Mîna Îsa Bijîn û Xizmet kin—Bernamên Civînê (2022)
Mîna Îsa Bijîn û Xizmet kin—Bernamên Civînê (2022)
mwb22 Tîrmeh rûp. 3
Keçik tevî dê-bavê xwe û pîrka xwe, grafîka xwe şêwir dikin.

MÎNA ÎSA BIJÎN | BONA SALA XIZMETIYÊYE TEZE, NÊTA DAYNE

Bibe Pêşeng

Çaxê em bona xizmetiyê nêta datînin pêşiya xwe, hingê em qewata xwe bi bîlanî xerc dikin (1 Kr. 9:26). Ev dinya zulm berbi xilaziyê diçe, lema jî em gerekê wedê xwe bi bîlanî bidine xebatê (Ef. 5:15, 16). Ser qulixkirina tevî malbetê, bona sala xizmetiyêye teze, nêta daynin pêşiya xwe. Vê bernama civînêda hine gotar hene derheqa cûre-cûre nêta, kîjan ku dikarin alî te bikin. Bifikire ku çi nêtê daynî pêşiya xwe û seva vê yekê dua ke (Aqb. 1:5).

Mesele, neferên malê dikarin tevayî şêwir kin û safî kin, wekî hema kesek ji wan ça pêşengê hertim xizmet ke. Hergê tu difikirî ku tê nikaribî ça pêşeng xizmet kî, tevî hine pêşenga xeber de, derecên kîjana mîna yên te ne (Mtl. 15:22). Yan jî ser qulixkirina tevî malbetê pêşengekî teglîf ke û derheqa pêşengtiyê pirsa bidê. Paşê jî xwera grafîkê çêke. Hergê te berê ça pêşeng xizmet kiriye, bifikire hela dereca te niha dest dide, wekî dîsa usa xizmet kî.

Gelo kesek ji malbeta te dikare mehekê yan du meha ça pêşengê wedelû xizmet ke? Mesele, hergê qewata te tune ku gelek xizmet kî, tu dikarî bibî pêşengê wedelû û rojê hinekî xizmet kî. Hergê tu dixebitî yan jî mektebêda hîn dibî û ji bo wê yekê wedê te tune ku gelek xizmet kî, tu dikarî wedê tatîlê yan jî van meha, kîjan ku bi pênc Şemî û Leda ne, ça pêşengê wedelû xizmet kî. Salnemêda xwera kifş kin ku kengê hûn dikarin ça pêşengên wedelû xizmet kin (Mtl. 21:5).

BINIHÊRIN VÎDÊO “MÊRXAS BIN . . . PÊŞENG” Û PAŞÊ CABA VÊ PIRSÊ BIDIN:

  • Dereca Êmmayê çi me hîn dike derheqa hizkirina Yehowa hindava wan meriva, yên ku hine tişt ji xwe kêm dikin, seva ku ça pêşeng xizmet kin?

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Elametiyên Konfêdênsîal
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin