FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ
Bi Bîlanî Xwera Hevalzewac Bijbêre
Silêman bîlanî neda kifşê û jinên usara zewicî, yên ku xudanên qelp dihebandin (1 Pd. 11:1, 2; w18.07 18 ¶7)
Jinên Silêman dilê wî ji Yehowa dûr xistin (1 Pd. 11:3-6; w19.01 15 ¶6)
Yehowa ser Silêman gelek hêrs ket (1 Pd. 11:9, 10; w18.07 19 ¶9)
Xebera Xwedê Mesîhiya hêlan dike wekî “tenê bawermendê Xudan” bistînin (1 Kr. 7:39). Lê tenê ev yek ku meriv nixumandî ye, nayê hesabê ku ewê bona te bibe hevalzewacê baş. Gelo ewê piştgiriya te bike, wekî tu bi temamiya dilê xwe Yehowara xizmet kî? Gelo ewî hizkirina xwe hindava Yehowa îda îzbat kiriye? Pêşiya ku qayîl bî kesekîra bizewicî, êpêce wede xerc ke, wekî ça lazim e vî merivî nas kî.