KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • mwb23 Gulan rûp. 5
  • Te Xwe bona Çetinayên Êkonomîkî Hazir Kiriye?

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Te Xwe bona Çetinayên Êkonomîkî Hazir Kiriye?
  • Mîna Îsa Bijîn û Xizmet kin—Bernama Civînê (2023)
  • Têmên Mîna Wê
  • Te Xwe Hazir Kiriye?
    Mîna Îsa Bijîn û Xizmet kin—Bernamên Civînê (2020)
  • Bona Axiriya Rojên Axiriyê Hazir bin
    Mîna Îsa Bijîn û Xizmet kin—Bernamên Civînê (2021)
  • Safîkirinên ku Îtbarî Hindava Yehowa Eyan Dikin
    Mîna Îsa Bijîn û Xizmet kin—Bernama Civînê (2023)
  • Hûn bona Şer-Dewên Dewletêda Hazir in?
    Mîna Îsa Bijîn û Xizmet kin—Bernamên Civînê (2022)
Hê Zêde Binihêre
Mîna Îsa Bijîn û Xizmet kin—Bernama Civînê (2023)
mwb23 Gulan rûp. 5

MÎNA ÎSA BIJÎN

Te Xwe bona Çetinayên Êkonomîkî Hazir Kiriye?

Em ecêbmayî namînin, gava ji bo halê dinyayê çetinayên êkonomîkî pêşda tên. Lê çira? Çimkî em rojên axiriyêda dijîn û Kitêba Pîroz temiyê dide me, wekî gumana xwe nedin “ser hebûka pûçe derew” (1 Tîm. 6:17; 2 Tîm. 3:1). Gelo mesela Yehoşefat Padşa çi me hîn dike derheqa hazirkirina bona çetinayên êkonomîkî?

Gava dijmin Yehoşefat didane tirsandinê, ewî gumana xwe da ser Yehowa (2 Dr. 20:9-12). Ewî usa jî pêşda cimet hazir kir, bi vê yekê ku bajar qewî kirin û zomên eskera danîn (2 Dr. 17:1, 2, 12, 13). Mîna Yehoşefat, em jî gerekê îtbariya xwe Yehowa bînin û pêşda xwe bona çetinaya hazir kin.

EM ÇA DIKARIN XWE BONA ÇETINAYÊN ÊKONOMÎKÎ HAZIR KIN?

Ruhanîda xwe hazir kin: Çi ku cem we heye, bi wan razî bin û îtbariya xwe hindava Yehowa qewî kin, ku ewê bona hewcên weye herrojî xem bike (Mt. 6:26; 1 Tîm. 6:8). Xwera safî kin, wekî ji bo razîkirina wan hewcên xwe, prînsîpên Kitêba Pîroz neteribînin (Rm. 2:21). Bifikirin ku hûnê ça xwarina ruhanî destxin, hergê lûs yan jî întêrnêt tune be. Xwera hine edebyetên neşirkirî xwey kin, û hergê dibe pêşda edebyetên elektronîk xwera bikişînin.

Aliyê matêrîalîda xwe hazir kin: Deynên zêde nekine stûyê xwe û xercên xwe kêm kin, heta ku çetinayên êkonomîkî pêşda nehatine (Mtl. 22:7). Hergê dibe, başqe xwera xwarin û tiştên lazim xwey kin. Hinek dikarin xwera baxçê xweda pincar yan jî xurekên din biçînin, seva ku perê zêde xerc nekin.

BINIHÊRIN VÎDÊO TE XWE HAZIR KIRIYE BONA TEŞQELA?, Û PAŞÊ CABA WAN PIRSA BIDIN:

Derece ji vîdêo “Te Xwe Hazir Kiriye bona Teşqela?” Ser şikil Kitêba Pîroz, çentê revê, têl û avakar neqişkirî ne.
  • Em çi dikarin bikin, wekî bona tengasiya xwe hazir kin?

Derece ji vîdêo “Te Xwe Hazir Kiriye bona Teşqela?” Bira şixulê avakirinêda alîkariyê didin û tişta avta barkêşda cîwar dikin.
  • Ça em dikarin xwe hazir kin, wekî alîkariyê bidine kesên din?

NÊT

Wedê qulixkirina tevî malbetê, lêkolîn kin jûrnala Hişyar bin! № 1 2022. Gavên din jî şêwir kin, ku hûnê çi bikin, wekî xwe bona teşqela hazir kin.

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Elametiyên Konfêdênsîal
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin