MÎNA ÎSA BIJÎN
Tu Dikarî Şabûnê Malbetêda Pêşda Bînî
Yehowa dixwaze wekî malbet bextewar bin (Zb. 127:3-5; Wz. 9:9; 11:9). Lê ji bo strêsê û şaşiyên neferên malê, em dikarin şabûna xwe unda kin. Her kes malbetêda çi dikare bike, wekî şabûnê xweyî ke?
Mêr qedirê jina xwe digire (1 Pt. 3:7). Ew wede tevî jina xwe derbaz dike. Ew tiştên ji qewata wê der ji wê dewa nake û dişêkirîne her tiştî, çi ku ew bona wî û bona malbetê dike (Kl. 3:15). Ew hizkirina xwe jêra dide kifşê û payê wê dide (Mtl. 31:28, 31).
Jin piştgiriya malxê xwe dike (Mtl. 31:12). Ew gura wî dike û hevkariyê tevî wî dike (Kl. 3:18). Ew tevî wî bi qedir xeber dide û derheqa wî baş xeber dide (Mtl. 31:26).
Dê-bav tevî zarên xwe wede derbaz dikin (Qn.Dc. 6:6, 7). Ewana dibêjine zarên xwe ku wana hiz dikin (Mt. 3:17). Çaxê dê-bav şîreta didine wana, ewana vê yekê bi hizkirinê dikin (Ef. 6:4).
Zar qedirê dê-bavê xwe digirin û gura wan dikin (Mtl. 23:22). Ewana dilê xwe dê-bavê xwera vedikin. Zar şîretên dê-bavê xwe qebûl dikin û qedirê wan digirin (Mtl. 19:20).
BINIHÊRIN VÎDÊO ŞABÛNÊ MALBETÊDA PÊŞDA BÎNE, Û PAŞÊ CABA VÊ PIRSÊ BIDIN:
Her kes ji wan çi dikir, wekî şabûnê malbetêda pêşda bîne?