FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ
Berdiliyêda Çev Nedine Elîfaz
Elîfaz gote Îbo, ku meriv tu car wê nikaribe dilê Xwedê xweş ke (Îb. 15:14-16; w05 15/9 26 ¶4-5)
Elîfaz got, wekî Îbo merivekî xirab e, lema jî ew cefa dikişîne (Îb. 15:20)
Giliyên Elîfaz berdiliyê nedidane Îbo (Îb. 16:1, 2)
Çi ku Elîfaz gote Îbo, derew bû. Yehowa qîmet dike, çaxê em qewata xwe bona xizmetiyê xerc dikin (Zb. 149:4). Hela hê merivên rast jî dikarin rastî çetinaya bên (Zb. 34:19).
BIFIKIRE: Em ça dikarin “dil bidine ber” wan meriva, yên ku dilteng in (1 Ts. 5:14; w15 15/2 9 ¶16).