MÎNA ÎSA BIJÎN
Dê-Bavno Zarên Xwe Hîn kin ku Dilê Xwedê Şa kin
Cahil ber çevê Yehowa gelek qîmet in. Ew dîna xwe didê ku çawa bawerî û hezkirina wan hindava wîda zêde dibe û çawa ewana sebir dikin (1 Sm. 2:26; Lq. 2:52). Hela hê hergê ewana gelek cahil in jî, ewana dikarin pê rabûn-rûniştina xwe dilê Yehowa şa kin (Mtl. 27:11). Yehowa bi saya teşkîleta xwe gelek hacet dane dê-bava, bi saya çi jî ewana dikarin zarên xwe hîn kin, wekî Xwedê hez kin û gura wî bikin.
BINIHÊRIN VÎDÊO ZARNO: SEBIRA WE DILÊ YEHOWA ŞA DIKE!, Û PAŞÊ CABA WAN PIRSA BIDIN:
Nava salada Yehowa çi alîkarî û rêberî daye cahila?
Niha kîjan hacet bona dê-bava hene, wekî alî zarên xwe bikin?
Yehowa bi saya teşkîleta xwe çi xwarina ruhanî daye cahila, ji kîjana ku ewana karê distînin?