MÎNA ÎSA BIJÎN
Aminî û Fikirên Me
Em aminiya xwe ne tenê bi xeberdan û kirên xwe, lê usa jî pê fikirên xwe didine kifşê (Zb. 19:14). Xêncî vê yekê Kitêba Pîroz me hêlan dike, wekî em ser van tişta bifikirin, çi ku bi rastiyê ye, çi ku bi maqûltiyê ye, çi ku bi heqiyê ye, çi ku bi helaliyê ye, çi ku bi xweşiyê ye û layîqî qencgotinê ne (Flp. 4:8). Hemikî em nikarin timê xwe ji fikirên nerast xwey kin. Lê xwegirtin dikare alî me bike, wekî fikirên xirab ji hişê xwe derxin û derheqa tiştên baş bifikirin. Hergê em fikirên xweda aminiyê xwey kin, ev yek wê alî me bike pê kirên xwe jî aminiyê bidine kifşê (Mq. 7:21-23).
Binê her rêzêda binivîse ku em gerekê xwe ji kîjan fikira xwey kin: