KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • w20 Gulan rûp. 8-11
  • Rojên Axiriyêda Du Padşa Hevra Dikevine Hucetê

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Rojên Axiriyêda Du Padşa Hevra Dikevine Hucetê
  • Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Hînbûnê) — 2020
  • Têmên Mîna Wê
  • Padşê Bakurê Rojên Axiriyêda
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Hînbûnê) — 2020
  • Îro Padşê Bakurê Kê ye?
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Hînbûnê) — 2020
  • Li gora Kitêba Eyantî, Çi wê Bê Serê Dijminên Xwedê?
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Hînbûnê) — 2022
  • Ji Pêxembertiyên Kitêba Pîroz Hîn be
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Hînbûnê) —2023
Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Hînbûnê) — 2020
w20 Gulan rûp. 8-11

Rojên Axiriyêda Du Padşa Hevra Dikevine Hucetê

Pêxembertiyên ser vî nexşî wextekîda diqewimin. Ewana hemûşk îzbat dikin, ku em dijîn “wexta dawînê”, dêmek wexta xilaziyê (Dan. 12:4).

Nexşa ku pêxembertiya nîşan dike, û eyan dike ku ji sala 1870 heta roja îroyîn padşê bakurê û padşê başûrê kê ne.
  • Nexşa 1 dide kifşê pêxembertiyên rojên axiriyê ji sala 1870 heta 1918. Ji destpêka sala 1914 rojên xilaziyê ne. Pêxembertiya 1: Cenewirê pê heft seriya eyan dibe pêşiya wan salên ku nexşêda heye. Wedê Şerê Hemdinyayê I, serê hefta yê cenewir birîndar dibe. Ji sala 1917, serê hefta qenc dibe û cenewir jî qewat dibe. Pêxembertiya 2: Padşê bakurê sala 1871-da eyan bû, lê padşê başûrê sala 1870-da. Padşê başûrê pêşiyê eyan dibe ça Brîtanyaya Mezin, lê sala 1917-da, dibe Anglo-Amêrîka Împêriya Hemdinyayê. Pêxembertiya 3: Ji destpêka sala 1870, Çarlz Têyz Rassêl û hevalên wî dibin eyan dibin ça “elamçî”. Ji sala 1881 “Birca Qerewiliyê ya Siyonê” xwendevanên xwe hêlan dikir ku mizgîniyê bela kin. Pêxembertiya 4: Nandirûn; zîwan ji genim başqe bû. Pêxembertiya 5: Ji sala 1917 destpêkirî nig tevî hesin û heriya sor tevhev bûne. Usa jî tê kifşê: Qewimandinên dinyayê ji sala 1914 heta sala 1918, Şerê Hemdinyayê I. Qewimandinên ku ser cimeta Yehowa hukum bûne: Ji sala 1914 heta 1918, Lêkolînkarên Kitêba Pîroz Brîtanyayêda û Almanyayêda hatine girtinê. Sala 1918, birên ji ofîsa sereke Amêrîkayêda hatine girtinê.
    Pêxembertiya 1.

    Rêz: (Eyan. 11:7; 12:13, 17; 13:1-8, 12)

    Pêxembertî: “Cenewir” îda 3 000 sala zêdetir ser meriva hukumtî dikir. Wextê xilaziyêda serê hefta birîndar bû. Wede şûnda ew serî qenc bû û “temamiya dinyayê” pey cenewir çû. Şeytan bi saya cenewir, tevî yên ku mane şer dike.

    Ça hate sêrî: Paşî Sêlavê serwêrtiyên meriva ku dijminatî Yehowara dikirin, destpêkirin ser meriva hukumtiyê bikin. Gelek qirne şûnda, wedê Şerê Hemdinyayê I, Împêriya Brîtanî gelek sist bû. Lê paşê ew dîsa qewat bû bi vê yekê, ku tevî Amêrîkayê bû yek. Îlahî wî wextê xilaziyêda, Şeytan sîstêma xweye polîtîkî miqabilî cimeta Xwedê dide xebatê.

  • Pêxembertiya 2.

    Rêz: (Dan. 11:25-45)

    Pêxembertî: Şerê orta padşê bakurê û padşê başûrê wî wextê xilaziyêda.

    Ça hate sêrî: Almanya û Anglo-Amêrîka miqabilî hev şer dikirin. Sala 1945 Yektiya Sovyetê û piştgirên wê bûne padşê bakurê. Sala 1991-da, Yektiya Sovyetê hilşiya, û hine wede şûnda Rûsya û piştgirên wê, bûne padşê bakurê.

  • Pêxembertiya 3.

    Rêz: (Îşa. 61:1; Malx. 3:1; Lûqa 4:18)

    Pêxembertî: Yehowa gerekê “elamçî” bişanda, seva riya berbi sazbûna Padşatiya Xwedê hazir kira. Ew “elamçî” ku komeke ji meriva ye, gerekê “mizgîniyê dilnimizara” elam ke.

    Ça hate sêrî: Ji sala 1870 destpêkirî, Ç. T. Rassêl û piştgirên wî, bi xîret destpêkirin rastiyên Kitêba Pîroz lêkolîn kin û şirovekin. Ji sala 1880, wana dida kifşê wekî gelek ferz e xizmetkarên Xwedê mizgîniyê bela kin. Wana gotar derxistin bi navê “Lazim e 1 000 Mizgînvan” û “Bona Belakirina Mizgîniyê Bijartî ne”.

  • Pêxembertiya 4.

    Rêz: (Met. 13:24-30, 36-43)

    Pêxembertî: Dijmin li nav genimda zîwan çand, û herdu jî hevra digihîjin heta roja nandirûnê; Paşê zîwan ji genim tê başqekirinê.

    Ça hate sêrî: Ji destpêka sala 1870, Mesîhiyên rast destpêkirin ji Mesîhiyên qelp başqe bin, û firqiya orta wanda hê zelal dihate kifşê. Rojên axiriyêda Mesîhiyên rast ça kom organîze bûne û ji Mesîhiyên qelp bi temamî qetiyane.

  • Pêxembertiya 5.

    Rêz: (Dan. 2:31-33, 41-43)

    Pêxembertî: Heykelê ku ji cûre-cûre mêtala bû, nigên wî ji hesin û heriya sor bûn.

    Ça hate sêrî: Heriya sor ew heye cimeta, ku bin serwêrtiya Anglo-Amêrîkayê dijîn. Ew cimet miqabilî wê serwêrtiyê dertê, û lema jî ew serwêrtî qewata xweye mîna hesin bi temamî nikare bide xebatê.

  • Nexşa 2, dide kifşê pêxembertiyên wextê xilaziyê ji sala 1919 heta 1945. Padşê bakurê eyan dibe ça Almanya heta sala 1945. Padşê başûrê eyan dibe ça Anglo-Amêrîka Împêriya Hemdinyayê. Pêxembertiya 6: Sala 1919, Mesîhiyên bi ruh kifşkirî hatine paqijkirinê û civat saz bû. Mizgînî diha bi xîretî dihate belakirinê. Pêxembertiya 7: Sala 1920, Lîga Mileta saz bû û heta destpêka Şerê Hemdinyayê II hebû. Pêxembertiya 1, cenewirê pê heft seriya hela hê heye. Pêxembertiya 5, nigên ji hesin û heriya sor hela hê hene. Qewimandinên hemdinyayê ji sala 1939 heta 1945, Şerê Hemdinyayê II. Qewimandinên ku ser cimeta Yehowa hukum bûne: Almanyayêda ji 1933 heta 1945, 11 000 Şedên Yehowa zêdetir ketine kelê. Brîtanyayêda ji sala 1939 heta 1945, weke 1 600 Şedên Yehowa ketine kelê. Amêrîkayêda ji sala 1940 heta 1944, 2 500 cara zêdetir hicûmî ser Şedên Yehowa kirin
    Pêxembertiya 6.

    Rêz: (Met. 13:30; 24:14, 45; 28:19, 20)

    Pêxembertî: “Genim” dikine embara û “xulamê amin û serwaxt” hate kifşkirinê ser “xulamên malê”. “Mizgîniya Padşatiyê” destpêdibe “li nav temamiya dinyayê” bela be.

    Ça hate sêrî: Sala 1919 xulamê amin ser cimeta Xwedê tê kifş kirinê. Ji wî wedeyî, Lêkolînkarên Kitêba Pîroz diha zêde xizmet dikin. Îro Şedên Yehowa 200 welatada zêdetir xizmet dikin û ser 1 000 zimana zêdetir edebyetên ser hîmê Kitêba Pîroz derdixin.

  • Pêxembertiya 7.

    Rêz: (Dan. 12:11; Eyan. 13:11, 14, 15)

    Pêxembertî: Cenewirê pê du stirûya, merivên ser erdêra dibêje ku “heykelekî wî cenewirî çêkin”, û ewî “ruh ber heykelê” cenewirda anî.

    Ça hate sêrî: Împêriya Anglo-Amêrîkayê teşkîleta Lîga Mileta saz kir. Miletên mayîn jî piştgiriya vê teşkîletê kirin. Axiriyêda, padşê bakurê jî bû yek tevî Lîga Mileta, lê tenê ji sala 1926 heta 1933. Meriva bawer dikirin, wekî Lîga Mileta wê ser dinyayê edilayê bîne, çi ku tenê Padşatiya Xwedê dikare bike. Îro meriv ser teşkîleta Miletên Yekbûyî jî usa difikirin.

  • Nexşa 3, nîşan dike pêxembertiyên derheqa wextê xilaziyê ji sala 1945 heta 1991. Padşê bakurê eyan dibe ça Yektiya Sovyetê û piştgirên wê heta sala 1991, û paşê Rûsya û piştgirên wê bûne padşê bakurê. Padşê başûrê eyan dibe ça Anglo-Amêrîka Împêriya Hemdinyayê. Pêxembertiya 8: Dûkî mîna ewir ji teqandina bomba atomê, dide kifşê ku Anglo-Amêrîka Împêriya Hemdinyayê ziyaneke gelek mezin anî. Pêxembertiya 9: Dewsa Lîga Mileta, sala 1945 teşkîleta Miletên Yekbûyî saz bû. Pêxembertiya 1, cenewirê pê heft seriya hela hê heye. Pêxembertiya 5, nigên ji hesin û heriya sor hela hê hene. Pêxembertiya 6, sala 1945 hebûn 156 000 mizgînvana zêdetir. Sala 1991, hebûn 4 278 000 mizgînvana zêdetir. Qewimandinên ku ser cimeta Yehowa hukum bûn: Yektiya Sovyetê ji sala 1945 heta salên 1950, bi hezara Şedên Yehowa aksorî Sîbîryayê kiribûn.
    Pêxembertiya 8.

    Rêz: (Dan. 8:23, 24)

    Pêxembertî: Padşakî hêrs gerekê derketa, ku belake usa baniya, kîjan tu car tune bû.

    Ça hate sêrî: Anglo-Amêrîka belaya usa mezin anî, ku gelek meriv hatine qirkirinê. Mesele, wedê Şerê Hemdinyayê II, Amêrîkayê du bombên atomê avîte ser wî welatî, kîjan ku dijminê wî û Brîtanyayê bû. Tu car tu çekî, ziyaneke usa mezin neanîbû.

  • Pêxembertiya 9.

    Rêz: (Dan. 11:31; Eyan. 17:3, 7-11)

    Pêxembertî: “Cenewirekî sorê gevez” pê dehe stirûya ji geliyê hey-wayê derdikeve, ew padşê heyşta ye. Kitêba Daniyêl ser wî padşayî dibêje “tiştê mekrûh yê ku xirab dike”.

    Ça hate sêrî: Lîga Mileta wedê Şerê Hemdinyayê II qewata xwe unda kir. Paşî wî şerî, Miletên Yekbûyî ciyê wî girt. Ev jî mîna Lîga Mileta pesina distîne, kîjan ku tenê Padşatiya Xwedêra dikeve. Miletên Yekbûyî wê hicûmî ser hemû rêlîgiya ke.

  • Nexşa 4 dide kifşê pêxembertiyên wextê xilaziyê ji roja îroyîn heta Harmegedonê. Padşê bakurê eyan dibe ça Rûsya û piştgirên wê. Padşê başûrê eyan dibe ça Anglo-Amêrîka Împêriya Hemdinyayê. Pêxembertiya 10: Serwêrên dinyayê wê elam kin “dinya seqirî û bêxofî ye”. Paşî vê yekê, tengasiya mezin destpêdibe. Pêxembertiya 11: Miletên dinyayê wê pey rêlîgiya qelp bikevin. Pêxembertiya 12: Serwêrtiyên dinyayê wê hicûmî ser cimeta Xwedê bikin. Bijartiyên ku mane wê herin ser ezmana. Pêxembertiya 13: Harmegedon. Siyarê hespê boz serdikeve. Cenewirê pê heft seriya tê kutakirinê; kevirê ku jorda tê, nigên heykelê ji hesin û heriya sor dikeve, û ev heykel tê kutakirinê. Pêxembertiya 1, cenewirê pê heft seriya wê hebe heta Harmegedonê. Pêxembertiya 5, nigên ji hesin û heriya sor wê heta Harmegedonê hebin. Pêxembertiya 6, îro 8 580 000 mizgînvana zêdetir hene. Qewimandinên ku ser cimeta Yehowa hukum bûne: Sala 2017, serwêrên Rûsyayê Şedên Yehowa dikine kelê û avayên fîlîalê ji wana standin.
    Pêxembertiya 10 û 11.

    Rêz: (1 Têsln. 5:3; Eyan. 17:16)

    Pêxembertî: Milet wê elam kin “dinê seqirî û bêxofî ye”, û “dehe stirû” û “cenewir” wê pey “qavê” kevin û lê qir kin. Paşî vê yekê, xezebê ser wan miletada bê.

    Ça wê bê sêrî: Milet dibeke bêjin ku ewana gihîştine edilayê û bêxofiyê. Paşê ew miletên ku piştgiriya Miletên Yekbûyî dikin, wê qira hemû rêlîgiyên qelp bînin. Ev îda wê destpêka tengasiya mezin be. Tengasiya mezin wê pê şerê Harmegedonê xilaz be, kîderêda wê temamiya dinya Şeytan kuta be.

  • Pêxembertiya 12.

    Rêz: (Hezql. 38:11, 14-17; Met. 24:31)

    Pêxembertî: Gog wê erdê cimeta Xwedê zeft ke. Paşê, melek wê bijartiya bicivînin.

    Ça wê bê sêrî: Padşê bakurê tevî serwêrtiyên dinyayê wê pey cimeta Xwedê kevin. Hine wede paşî destpêka peyketinê, bijartiyên ku mane wê ser ezmana bicivin.

  • Pêxembertiya 13.

    Rêz: (Hezql. 38:18-23; Dan. 2:34, 35, 44, 45; Eyan. 6:2; 16:14, 16; 17:14; 19:20)

    Pêxembertî: Siyarê “hespekî boz” qira Gog û ordiya wî tîne. “Cenewir” tê avîtinê nava “gola agir” û heykelê mezin hûrdexweşî dibe.

    Ça wê bê sêrî: Padşê Padşatiya Xwedê, dêmek Îsa, wê bê hewara cimeta Xwedê. Ew tevî 144 000 û ordiyên meleka, wê qira koalîsya mileta û temamiya dinya Şeytan bîne.

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Elametiyên Konfêdênsîal
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin