KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • wp21 № 3 rûp. 9-11
  • Gelo Axiriya Meye Baş Qencîkirinêva Girêdayî ye?

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Gelo Axiriya Meye Baş Qencîkirinêva Girêdayî ye?
  • Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Belakirinê) — 2021
  • Binserî
  • Têmên Mîna Wê
  • RÊ KU GELEK DIJBÊRIN
  • GELO KARA VÊ YEKÊ HEYE?
  • Jîyîna Bêxof Xwestina Her Kesî ye
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Belakirinê) — 2021
  • Riya ku Dibe Berbi Jîyîna Bêxof û Bextewar
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Belakirinê) — 2021
  • Pêşxeber
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Belakirinê) — 2021
  • “Rastê Li Erdê War Bin”
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Belakirinê) — 2018
Hê Zêde Binihêre
Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Belakirinê) — 2021
wp21 № 3 rûp. 9-11
Keçikek jinka emirda mezinra otobûsêda cî dide.

Gelo Axiriya Meye Baş Qencîkirinêva Girêdayî ye?

Nava terîxiyêda gelek meriv difikirîn ku heger ewana heyf û nav-namûs bin, ewana wê bigihîjine axiriya baş. Mesele, merivên ji rohilatê gelek qedirê dersdar-fîlosof bi navê Konfusyus digirin (551-479 B.D.M.), yê ku giliyên usa got: “Tu bona xwe çi naxwazî, vê yekê merivên dinra jî nexwaze”.a

RÊ KU GELEK DIJBÊRIN

Gelek meriv bawer dikin wekî rabûn-rûniştina baş merivara bextewariyê û axiriya baş tîne. Ewana aliyê xweda her tiştî dikin wekî hindava merivada bi qedir û merîfet bin, usa jî cabdariyên xwe rind bînin sêrî û îsafa temiz xwey kin. Kulfeteke ji Viyetnamê bi navê Lîn dibêje: “Min bawer dikir ku heger ez helal û diltemiz bim, axiriya min wê baş be”.

Dîsa ev keçik xwarinê dide kesîba û bêxweya.

Hinek jî dixwazin merivne heyf bin, çimkî rêlîgiya wan usa hîn dike. Mêrikek bi navê Hsû-Yûn, ji Teywanê, dibêje: “Min hîn dikirin ku heger meriv qenciyê bike, ewê paşî mirinê axiriya baş bistîne, lê heger xirabiyê bike, ewê biçerçire”.

GELO KARA VÊ YEKÊ HEYE?

Dîsa ev keçik xilaziya rojê dilteng e, gele westiyaye, û kurê xwe radizîne.

Eva rast e ku gava em qenciyê dikin, em gelek karê distînin. Lê yeke gelek merivên ku bi dil dixwazin hindava merivada heyf bin, ne her gav qenciya wan tê pêşiya wan. Kulfeteke bi navê Şîû Pîn ji Hon-Kongê dibêje: “Min ji emirê xwe dît wekî qenciya meriva ne her gav tê pêşiya wan. Min ji aliyê xweda her tişt dikir, wekî bona malbeta xwe xem bikim û qenciyê bikim. Lê sed heyf, mêrê min ji min qetiya û ewî ez û kurê me hîşt çû”.

Gelek meriva têderxistine wekî rêlîgiya ne her gav meriva aliyê başda diguhêze. Êtsûko kulfeteke ji Japonyayê, dibêje: “Ez ketime rêlîgiyekê û min destpêkir bona cahila şixulên rêlîgî organîze kim. Lê ez metal mam gava min dît wekî endemên vê rêlîgiyê namûsa xwe unda kiribûn, bona hukum hevra diketine lecê û perê dêrê bona kara xwe xerc dikirin”.

“Min ji aliyê xweda her tişt dikir, wekî bona malbeta xwe xem bikim û qenciyê bikim. Lê sed heyf, mêrê min ji min qetiya û ewî ez û kurê me hîşt çû” (ŞÎÛ PÎN, HON-KONG).

Gelek merivên bawermend ku kirên qenc dikin, dilşkestî dibin, çimkî tiştên xirab dîsa jî têne serê wan. Kulfeteke ji Viyetnamê bi navê Van usa dibêje: “Her roj min êmîş, kulîrk û xwarin dikirî û datanî ber şiklê kal-bavên xwe, û min tirê ew yek wê minra axiriyêda kerema bîne. Min nava gelek salada çi dikir-nedikir, û çiqas eyd-qeyd dikir, yeke mêrê min giran nexweş ket. Paşê qîza mine cahil ku welatê xerîbda hîn dibû, mir”.

ÇIRA BES NÎNE MERIVNE QENC BIN

Rast e ferz e em merivne qenc bin, lê dîsa jî bona ku axiriya baş bistînin ev yek bes nîne. Gelo çira? Dîna xwe bidin hela Nivîsarên Pîroz çi mera dibêjin.

HER KES QENCIYÊ NAKE

“Gunekarek gelek tiştên xweş tune dike” (WAÎZ 9:18, ÎM).

Heger tu her tiştî dikî seva ku merivekî qenc û heyf bî, yeke tu dikarî zirarê bistînî ji bo kirên merivên xwehiz. Mesele, wedê pandemiyayê diqewime tu hemû şîret û temiyên dewletê tînî sêrî û ji meriva dîstansyayê xwey dikî, lê merivên din vê yekê nakin. Wî çaxî çi dikare biqewime? Neguhdarîkirina wan dikare sihet-qewata merivên guhdar bike bin xofê.

MERIV DIKARIN QENCÎ Û XIRABIYÊ JI HEV DERNEXIN

“Rê heye ku mêrivra rast xuya dike, lê xilazîya wê rîya mirinê ye” (METELOK 14:12).

Nav terîxiyêda timê hebûn merivên usa, yên ku bi nihêrandina xwe pey tiştên qenc diketin, lê paşê têderdixistin wekî bi rastî ewana şaş bûne. Çiqas nêtên meriv baş bin jî, hergê ew safîkirinên nebaş dike, ewê axiriya xirab jî bistîne.

JÎYÎNÊDA HER TIŞTÎ NIKARÎ PÊŞDA BIVÎNÎ

“Hûn nizanin wê sibê çi bê serê we” (AQÛB 4:14).

Hela hê merivê heyf û qenc jî dikare nişkêva emirê xwe unda ke. Mesele, wedê pandemiya COVID-19 gelek merivên ku bi rezedilî alî merivên din dikirin, emirê xwe unda kirin. Dîna xwe bidine mesela kulfeteke ji Çînê bi navê Lîtîn, bavê kîjanê ku ji bo qeza erebê mir. Ew usa dibêje: “Ez fem nakim çira merivekî usa qenc û heyf gerekê bimiriya. Bavê min yekî gelek xebathiz, milûk û helal bû. Ji merivên ku erebêda bûn tenê ew mir”.

Lê heger merivên qenc dîsa jî bextewar nînin, dêmek axiriya baş û bextewarî çiva girêdayî ye? Seva ku caba vê pirsê bistînin, mera lazim e rêberiya bi îtbar, kanîke usa ku rast caba pirsên me dide û rê berbi jîyîna baş nîşan dike. Gelo kîderê em dikarin rêberîke usa bivînin?

a Bona hê zêde înformasiya derheqa hînkirinên Konfusyus dîna xwe bidine kitêba “Însanet Xwedê Digere”, serê 7, abzasên 31-35, ku Şedên Yehowa derxistine û bi onlayn heye ser www.jw.org.

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Elametiyên Konfêdênsîal
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin