KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • w21 Tîrmeh rûp. 26-29
  • Jîyîna Mine Xweş Xizmeta Yehowada

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Jîyîna Mine Xweş Xizmeta Yehowada
  • Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Hînbûnê) — 2021
  • Binserî
  • AFRÎKAYA BAŞÛRÊ
  • ZEWAC Û KIFŞKIRINEKE NÛ
  • EM VEDIGERIN BEYTELÊ
  • EZ VEDIGERIM ÇAPXANÊ
  • DÎSA KIFŞKIRINEKE NÛ
Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Hînbûnê) — 2021
w21 Tîrmeh rûp. 26-29
Con û Laûra Kîkot.

SERHATÎ

Jîyîna Mine Xweş Xizmeta Yehowada

GILÎ KIR: CON KÎKOT

GAVA ez teze hatim Beytela Kanadayê, karê min ev bû ku çapxanê gêzî kim. Ev sala 1958 bû, û ez 18 salî bûm. Çendek şûnda min destpêkir ser mekîneya ku jûrnalên çapkirî jêdikir, bixebitim. Jîyîna Beytelêda gelek min xweş dihat!

Salek şûnda, Beytelêda hat elamkirinê wekî bona Beytela Afrîkaya Başûrê xebatkar lazim in, çimkî wêderê mekîneke çapkirinê ya teze wê bihata kirînê. Min got wekî ez hazir im herim. Xêncî min, dîsa sê birên din jî hatin bijartinê – Dênnîs Lîç, Bîl Maklîan û Kên Nordin. Mera hate gotinê ku wê lazim be, wekî em wedekî dirêj Afrîkaya Başûrda bimînin.

Min diya xwera têlê xist û got: “Dayê, xeberek heye. Ezê herim Afrîkaya Başûrê!” Diya min yeke milûk û ruhanîda qewî bû, û ewê Yehowa gelek hiz dikir. Ewê gelek tişt negot, lê min zanibû wekî ew safîkirina minra qayîl e. Dê û bavê min hilbet xemgîn bûn, çimkî ezê ji wan gelek dûr bûma, lê ewana miqabilî vê safîkirina min derneketin.

AFRÎKAYA BAŞÛRÊ

1959: Ez û Dênnîs Lîç, Kên Nordin û Bîl Maklîan, em bi trênê ji bajarê Kêyptaûnê diçin bajarê Yohanêsbûrgê

2019: 60 sal şûnda, em Beytela Afrîkaya Başûrda dîsa tevayî top bûn

Pêşiyê em sê meha Beytela Brûklînêda man, seva ku bona xebitandina mekîna çapkirinê hînbûna mexsûs bistînin. Paşê, em bi gemiyê çûn bajarê Kêyptaûnê (Afrîkaya Başûrê). Wî çaxî ez 20 salî bûm. Ber êvarê em ketine trênê ku ji Kêyptaûnê herine Yohanêsbûrgê. Sibetirê trên gundekî çola Karûyêda sekinî. Hewa gelek germ bû, toz û dûva tije bû. Me ji pencerê derva dinihêrî û berxwe diketin, ka em hatine kîderê. Lê çaxê gelek sal şûnda em dîsa çûn wê herêmê, ev gund û bajarên biçûk îda mera gelek bedew dihatine kifşê.

Çend sala ez ser mekîneya bi navê “Lînotayp” dixebitîm. Bi vê mekînê, min herf û rêzên bona çapkirina jûrnalên “Birca Qerewiliyê” û “Hişyar Bin!” hazir dikirin. Beytel ev jûrnal ser gelek zimanên Afrîkayî çap dikirin – ne tenê bona Afrîkaya Başûrê, lê bona gelek welatên din jî. Belê, mekîneya çapkirinê bi cûrê gelek kêrhatî dihat xebitandinê.

Paşê ez derbazî ofîsê bûm, kîderê ku edebyet weldigerandin, çap dikirin û civatara dişandin. Ez timê şixulva mijûl dibûm û gelek ji emirê xwe razî bûm.

ZEWAC Û KIFŞKIRINEKE NÛ

1968: Ez û Laûra ça pêşengên mexsûs xizmet dikin

Sala 1968-da, ez pêşengeke bi navê Laûra Bowênra zewicîm. Laûra nêzîkî Beytelê dima, û ewê Îdara Welgerandinêda xizmet dikir. Wî çaxî îzin tune bû wekî cotên teze zewicî Beytelêda bimînin, lema jî em ça pêşengên mexsûs hatine kifşkirinê. Paşî 10 salên xizmeta Beytelêda, ez hevekî ber xwe diketim, wekî emê çawa ebûra xwe bikin. Beytelêda, him xwarin him jî cî-sitara min her tim hebû. Lê ça pêşengên mexsûs her yek ji me mehê tenê 25 rand (pê perê wî wedeyî weke 35 dolar bûn) distand – ew jî heger em bigihîştana nêtên ji bo sihet, serlêdanên dubare û belakirina edebyeta. Bi van pera lazim bû, wekî em hemû xercên bona kirê, xwarin, perê rê, hekîm û tiştên din dadin.

Beytelê em şandin komeke biçûk ya nêzîkî bajarê Dûrbanê, kêleka Okyanûsa Hindî. Wêderê gelek merivên ji Hindistanê hebûn. Gelek ji wan, zarên xebatçiyên Hindî bûn, yên ku sala 1875-da hatibûn Afrîkaya Başûr, wekî karxaneya şekirda bixebitin. Niha ewana îda ciyên dinda dixebitîn, lê wana kûltûr û xwarinên xweye temxweş hê jî xwey dikirin. Wana Înglîzî zanibûn, lema jî mera hêsa bû wanra xeber din.

Wî çaxî pêşengên mexsûs her meh 150 sihet xizmet dikirin. Lema jî ez û Laûra, me roja pêşin dixwest derkevin û şeş sihet xizmet kin. Qet serlêdanên dubare û xwendekarên me tune bûn; lazim bû wekî em şeş siheta herin mal bi mal. Hine wext paşî destpêkirina xizmetiyê, min siheta xwe nihêrî. Tenê 40 deqe derbaz bibûn! Ez ber xwe ketim, wekî emê çawa xizmeta xwe bînin sêrî.

Wext şûnda, me xwera grafîka baş çêkir. Her roj, me xwera hoç çêdikirin û têrmosên xwe bi şorbe yan qewa tije dikirin. Gava me dixwest hêsa bin, me ereba xweye biçûk bin siya darekê dida sekinandin. Carna zarên Hindî der-dora me disekinîn û ecêbmayî me dinihêrîn, çimkî em gelek ji wan cude dibûn. Nava çend rojada, me texmîn kir wekî paşî du-sê siheta, roj îda gelek zû derbaz dibe.

Merivên deşta me gelek mêvanhiz bûn, û me ji xizmetê şabûneke mezin distand. Me dît wekî miletê Hindî bi qedir, dilovan û xwedêxof e. Geleka ji wan mizgînê qebûl kir. Elametiya derheqa Yehowa, Îsa Mesîh, Kitêba Pîroz, cineta li ser erdê û rabûna miriya, wana xweş dihat. Paşî salekê, 20 xwendekarên me hebûn. Her roj, wana em bona nanxwarinê teglîfî mala xwe dikirin. Kêf-kêfa me bû!

Wext şûnda me kifşkirineke teze stand: Ez bûme berpirsiyarê mihalê, û me gerekê teseliya civatên kêleka Okyanûsa Hindî bikira. Her heftê, em carê mala malbetekê diman, û em tevî mizgînvanên civatê diçûn xizmetê û me ew hêlan dikirin. Em dibûn para malbeta wan, û me tevî zarên wan û heywanên malê dilîst. Du salên xweş usa derbaz bûn. Rojekê, Beytelê mera têlê xist. Wana got: “Em dixwazin we dîsa gazî Beytelê bikin”. Min got: “Rast bêjin, em wira gelek bextewar in”. Lê em hilbet hazir bûn kifşkirineke teze qebûl kin.

EM VEDIGERIN BEYTELÊ

Beytelêda, min Îdara Xizmetiyêda xizmet dikir. Vê îdarêda, gelek birên cêribandî hebûn. Wan çaxa, berpirsiyarên mihalê bona her civata ku ew teselî dikir, hesabên xizmetê dişandin Beytelê. Beytel jî ser hîmê wan hesaba neme dişand civata. Bi van nema, civatara hêlan û rêberî dihate dayînê. Lazim bû wekî alîkarçiyên me nema ji zimanên Kosa, Zûlû û zimanên din ser zimanê Înglîzî û paşê jî ji zimanê Înglîzî ser zimanên Afrîkayî welgerînin. Min qîmet dikir van welgerên jîr û xîret, yên ku alî min dikirin wekî ez tengasiyên xûşk-birên çermereş diha baş fem bikim.

Wî çaxî, Afrîkaya Başûrda rêjîma bi navê “apartêîd” hebû. Li gora vê rêjîmê, merivên ji miletên cude taxên cûre-cûreda dijîtin, lema jî ewana gelek car rastî hev nedihatin. Xûşk û birên çermereş ser zimanên xwe xeber didan, ser zimanên xwe xizmet dikirin û diçûn civatên ser zimanên xwe.

Ji bo wê yekê ku min her tim civatên zimanê Înglîzîda xizmet kiribû, min heta wê wedeyî gelek merivên çermereş nas nedikir. Lê niha, îda mecal hebû ku ez merivên çermereş û erf-edetên wan nas bikim. Min dît, wekî bona xûşk-birên me çiqas zor e himberî edet û baweriyên qelp derên û amin bimînin. Seva ku ber peyketina ji neferên malê û gundiyên xwe teyax kin û terka edetên sêrbaziyêva girêdayî bidin, wanara mêrxasiya mezin lazim bû! Merivên ku gundada dijîtin gelek hêsîr û kesîb bûn. Gelek kes nexwendî bû, lê wana qedrê Kitêba Pîroz digirt.

Min hine şixulên dîwanêda jî alîkarî dida, yên ku azaya hebandinê û tevnebûyînêva girêdayî bûn. Ez ji aminî û mêrxasiya zarên Şedên Yehowara heyran dimam, yên ku ji mektebê hatibûn derxistinê çimkî wana dua û kilamên rêlîgî nedigotin.

Carekê, xûşk-birên meye ji Swazîlendê rastî problêmeke mezin hatin. Gava Padşa Sobûza II mir, dewletê dixwest ku hemû mêr porê xwe kur kin û hemû jin porê xwe kin bibirin. Gelek xûşk û bira rastî zulmê hatin, çimkî wana ev edeta şîngirtinê, ya ku edetê hebandina kal-bavava girêdayî ye, neanîn sêrî. Em bi aminiya wan gelek firnaq dibûn. Belê, aminî û sebra xûşk û birên Afrîkayî baweriya me diha qewî dikir.

EZ VEDIGERIM ÇAPXANÊ

Sala 1981-da, ez hatim kifşkirinê, wekî şixulê hazirkirina mêtodên çapkirinê yên bi destê komputera, alîkariyê bidim. Lema jî ez vegeriyam çapxanê. Min ji vî şixulî gelek şabûnê distand. Mêtodên çapkirinê îda hatibûn guhastinê. Fîrmekê mekîneke teze da Beytelê, wekî em vê mekînê bê pere bicêribînin. Axiriyêda me dewsa neh mekînên berê, pênc mekînên teze kirîn. Usa jî, mekîneke teze bona çapkirinê jî hat saz kirin. Belê, xebata me çiqas diçû, diha zû dihate kirinê.

Bi saya komputera, me destpêkir mêtodên teze yên bona rêzkirina rûpêlên edebyeta bidine xebatê. Bona vî şixulî, me îda programeke bi navê MEPS dida xebatê, dêmek Sîstêma Neşirkirina Êlêktronîk ya Gelek Zimanî. Ji wî çaxî gava em çar Beytelvan ji Kanadayê hatibûn Afrîkaya Başûrê wekî mekînên çapkirinê bixebitînin heta niha, em çiqas pêşda çûn! (Îşaya 60:17) Em gişk pêşengên xîretra zewicîn. Ez û Bîl, em hê Beytelêda bûn. Kên û Dênnîs nêzîkî Beytelê dijîtin û zarên xwe mezin dikirin.

Şixulê Beytelê çiqas diçû, zêde dibû. Edebyetên ser hîmê Kitêba Pîroz ser diha zêde zimana dihatin welgerandinê, çapkirinê û vana dişand Beytelên din. Lema jî Beytel hewcê avayên teze bû. Cîkî xweşda yê roavaya bajarê Yohanêsbûrgê, Beyteleke teze hate avakirinê û sala 1987-da hate tesmîlkirinê. Wext şûnda ez ça endemekî Komîtêya Fîlîala Afrîkaya Başûrê hatim kifşkirinê, û min ev kifşkirin gelek sala bi şabûnê dianî sêrî.

DÎSA KIFŞKIRINEKE NÛ

Sala 2001-da, teşkîletê gazî min kir ku ez Komîtêya Fîlîala Dewletên Yekbûyîda xizmet bikim, ya ku teze hatibû sazkirin. Em gelek xemgîn bûn, çimkî em ji xizmeta Afrîkaya Başûrda û ji hevalên xwe dûr ketin, lê em şa bûn ku em bûn para malbeta Beytela Amêrîkayê.

Lê em berxwe diketin bona halê diya Laûrayê. Ji Niyû Yorkê, me îda nikaribû miqatî wê bûna, lê sê xûşkên Laûrayê gotinê ku hazir in diya xwe xwey bikin û ebûra wê bikin. Wana got: “Em nikarin bibine xizmetkarên hertim, lê heger em pey diya xwe binihêrin, ev yek wê alî we bike wekî hûn kifşkirina xwe berdewam bikin”. Em gelek ji wan razî ne.

Usa jî, birê min û jina wî, yên ku li Torontoyê (Kanada) dijîtin, pey diya me dinihêrîn. Heta wî wedeyî, ew îda 20 sala zêdetir cem wan dima, û em bona hizkirin û alîkariya wan, gelek ji wan razî ne. Sed heyf wedekî kinda, paşî ku em hatin Niyû Yorkê, diya min mir. Me rind fem kir wekî neferên malê, yên ku hazir in jîyîna xweda guhastina bikin, wekî cabdariyên mezin bistînin, çiqas qîmet in!

Amêrîkayêda, ez çend sala ser şixulê hazirkirina edebyetada dixebitîm. Mêtodên ku vî şixulîda didane xebatê gelek hatine guhastinê û diha hêsa û modêrn bûne. Niha ez Îdara Kirînêda xizmet dikim. Îda 20 sal e ça ez vê Beytela mezinda xizmet dikim. Wira weke 5 000 Beytelvan hene, û weke 2 000 kes ji derva tên wekî Beytelêda xizmet kin.

Şêst sal pêşda, min ne jî dida ber çevê xwe, wekî jîyîna min wê haqas xweş bûya. Bi sala Laûrayê bi dil û can piştgiriya min dike. Em şa ne wekî me cûre-cûre şixulên Yehowada xizmet kiriye û ku me haqas xûşk-birên ser temamiya dinyayê nas kirine. Ez îda 80 salî zêdetir im, û ji bo wê yekê ku gelek birên cahil hene, yên ku dikarin xebata min bikin, şixulê min îda kêm bûye.

Zebûrbêj usa nivîsîbû, wekî “xwezî li wî miletî, Xwedêyê kîjanî” Yehowa ye (Zebûr 33:12). Ev gotin çiqas rast e! Ez gelek razî me û bextewar im, çimkî ez nav cimeta Yehowada me!

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Elametiyên Konfêdênsîal
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin