KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • w21 Cotmeh rûp. 8-13
  • Xwedayê Me “Xweyê Rema Dewlemend e”

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Xwedayê Me “Xweyê Rema Dewlemend e”
  • Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Hînbûnê) — 2021
  • Binserî
  • Têmên Mîna Wê
  • YEHOWA ÇIRA REM E?
  • DERXISTINA JI CIVATÊ ÇAWA REMÊVA GIRÊDAYÎ YE?
  • EM ÇA DIKARIN DILREM BIN?
  • Xwezî li Dilrema!
    Bistirên Yahowa Xwedêra
  • Kê Dilrem e, Bextewar e
    Bi Dil û Can bona Yehowa Bistirên
Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Hînbûnê) — 2021
w21 Cotmeh rûp. 8-13

GOTARA BONA HÎNBÛNÊ 41

Xwedayê Me “Xweyê Rema Dewlemend e”

“Xudan bona hemûya qenc e, rema Wî ser hemû efirînên Wî ye” (ZEBÛR 145:9).

KILAMA 44 Duayê Merivê Dilşkestî

VÊ GOTARÊDAa

1. Dilremî çi ye?

DILREMÎ hunurekî gelek xweş e. Ev hunur bi qenciyê, dilgermiyê, dilşewatiyê, û merdaniyêva girêdayî ye. Meteloka Îsa derheqa mêrekî Sameriyê dilrem bînin bîra xwe. Ev mêr ji miletekî din bû, lê gava ewî mêrekî Cihû dît, yê ku ketibû destên qaçaxa, “gunê wî lê hat”. Mêrê Samerî bi dilovanî Cihûyê birîndar bû xweyî, çimkî dilê wî ser şewitî (Lûqa 10:29-37). Ev metelok dîna me dikişîne ser remtiya Xwedê. Xwedê hindava meda rem e, çimkî ew me hiz dike û ew her roj rema xwe mera nîşan dike.

2. Dilremî carna ça tê eyankirinê?

2 Xêncî vê yekê, dilremî carna tê hesabê wekî kesekî ku hêjayî ceza ye, ceza nekin. Yehowa rema xwe bi vî cûreyî mera gelek car nîşan dike. Kitêba Pîroz usa dibêje: “Ew weke guneyên me, serê me nake” (Zebûr 103:10). Lê cara lazim e wekî Yehowa kesê ku gune kiriye, ceza bike.

3. Vê gotarêda, emê cabên kîjan pirsa bistînin?

3 Vê gotarêda, emê sê pirsa şêwir kin: Gelo Yehowa çira rem e? Gelo cezaya sert ça dilremiyêva girêdayî ye? Gelo çi dikare alî me bike dilrem bin? Were em bivînin hela Kitêba Pîroz derheqa vê yekê çi dibêje.

YEHOWA ÇIRA REM E?

4. Yehowa çira dilrem e?

4 Rema Yehowa hizkirina wîva girêdayî ye. Pawlosê şandî ji bîna ber Xwedê nivîsî ku Xwedê “xweyê rema dewlemend e”. Vê kontêkstêda, Pawlos zelal dikir ku Xwedê ji rema xwe hêviya jîyîna ser ezmana dide hine xizmetkarên xweye gunekar (Efesî 2:4-7). Lê Yehowa rema xwe kesên dinra jî eyan dike. Dawid Padşa usa nivîsî: “Xudan bona hemûya qenc e, rema Wî ser hemû efirînên Wî ye” (Zebûr 145:9). Yehowa me hiz dike, û hema ça mecal dikeve destê wî, ew rema xwe mera eyan dike.

5. Îsa ji ku zanibû wekî Yehowa dilrem e?

5 Îsa Mesîh ji her kesî baştir zane ku Yehowa çiqas dilrem e. Pêşiya ku Îsa hate dinyayê, ewî tevî Bavê xwe gelek wext derbaz kiribû (Metelok 8:30, 31). Îsa gelek car dîtibû wekî Bavê wî hindava merivên gunekar ça rema xwe dida kifşê (Zebûr 78:37-42). Gava Îsa hîn dikir, ewî gelek car dîna meriva dikişand ser vî hunurê xweş yê Bavê xwe.

Bav kurê xwe bêhurmet nekir, lê wî qebûl kir (Abzasa 6 binihêre)c

6. Îsa ça nîşan kir wekî Xwedê dilrem e?

6 Çawa me gotara pêşiya vêda dîtibû, Îsa bi saya meteloka derheqa kurê undabûyî zelal kir, wekî Yehowa çiqas dilrem e. Vê metelokêda, xort ji malê çû û “emirê toltiyê derbaz kir, hemû hebûka xwe pûç kir” (Lûqa 15:13). Paşê, ewî tobe kir, xwe nimiz kir û vegeriya malê. Gelo bavê wî çi kir? Îsa Mesîh got: “Gava hê dûrva bavê ew dît, dilê wî ser şewitî, berbi wî bezî, ew hemêz kir û ramûsa”. Kurê undabûyî gunên mezin kiribû, lê çimkî ewî tobe kir, bav baxşande wî. Bav kurê xwe bêhurmet nekir, lê bi dilremî baxşand û malbetêda qebûl kir. Bavê dilrem ji vê metelokê beramberî Yehowa dibe. Bi vê metelokê, Îsa eşkere kir ku Bavê wî hazir e gunekarên ku ji dil tobe dikin, bibaxşîne (Lûqa 15:17-24).

7. Bîlaniya Yehowa çawa rema wîva girêdayî ye?

7 Rema Yehowa bîlaniya wîye mezinva girêdayî ye. Kitêba Pîroz usa dibêje: “Serwaxtiya jorin . . . bi remê û berên qenciyêva tijî ye” (Aqûb 3:17). Çawa bavekî dilovan, Yehowa zane ku rema wî karê dide zarên wî (Zebûr 103:13; Îşaya 49:15). Meriv çiqas qisûrdar bin jî, ewana dikarin xwe bavêjin ber rema Xwedê. Bîlaniya Yehowa bêsînor e. Lema, heger menî hebin, ew hazir e remtiyê bide kifşê. Yehowa rema xwe bi serwaxtî eyan dike, lema ev nayê hesabê wekî ew çevê xwe ser guna dadide. Belê, safîkirina Yehowa hertim bi bîlanî ye û bona qenciya me ye.

8. Carna lazim e civat çi bike û çima?

8 Besa xeberê xizmetkarekî Xwedê bi hemdê xwe gune kiriye. Gerekê em çi bikin? Ji bîna ber Xwedê, Pawlosê şandî usa got: “Tevî wî nebin” (1 Korintî 5:11). Kesên ku gunên giran dikin û tobe nakin, ji civatê têne derxistinê. Ev yek lazim e seva ku xûşk-birên amin bên parastin û prînsîpên Yehowa xwey kin. Lê hinek difikirin ku gava kesek ji civatê tê derxistinê, ev tê hesabê wekî Xwedê rema xwe hindava wîda neda kifşê. Gelo ev fikir rast e?

DERXISTINA JI CIVATÊ ÇAWA REMÊVA GIRÊDAYÎ YE?

Şivan nêzîkî berxeke nexweş dibe, ya ku ji kerî veqetandî ye.

Gava berxeke nexweş ji kerî tê başqekirinê, şivan dîsa jî lê xwey dike (Abzasa 9 heta 11 binihêre)

9-10. Li gora Îbranî 12:5, 6, em çima dikarin bêjin ku derxistina ji civatê remêva girêdayî ye? Meselê bîne.

9 Çaxê em ser civatê elametî dibihên wekî merivekî meyî hizkirî “îda Şedê Yehowa nîne”, agir dilê me dikeve. Em dibeke difikirin, gelo bi rastî lazim bû ku ew ji civatê bihata derxistinê. Gelo ev yek ku kesek ji civatê tê derxistinê remêva girêdayî ye? Belê. Heger kesekî şîret û ceza dikin, çimkî ew hewce ye, ev yek bîlanî, dilremî û hizkirinê eyan dike (Metelok 13:24). Gelo ev yek ku kesek ji civatê tê derxistinê dikare alî wî bike, wekî ew tobe bike û xwe rast bike? Belê. Gelek kesên ku gunên giran kirine, bi saya derxistina ji civatê, ser hişê xweda hatine, jîyîna xwe guhastine û vegeriyane bin siya perê Yehowa (Îbranî 12:5, 6 bixûne).

10 Vê meselê bîne ber çevê xwe: Şivan divîne wekî berxeke wî nexweş e. Ew zane ku bona qenckirina vê nexweşiyê, lazim e vê berxa nexweş ji kerî başqe bike. Berx dixwazin nav kerîda bin, û gava ew tên başqekirin, ew eciz dibin. Gelo ev yek ku şivan berxa xwe ji kerî dûr dixe, tê hesabê ku ew yekî bêrem e? Hilbet na. Şivan zane ku heger berxa nexweş nav kerîda bimîne, nexweşî wê bela be û zirarê bide pezên din. Lema şivan berxa nexweş başqe dike, wekî kerî bê parastin (Qanûna Kahîntiyê 13:3, 4 binihêre).

11. (a) Kesê ku ji civatê hatiye derxistinê, çida mîna berxeke nexweş e? (b) Kesên ku ji civatê hatine derxistinê, dikarin çi alîkariyê bistînin?

11 Gava Mesîhîk ji civatê tê derxistinê, ew mîna berxeke nexweş e, çimkî ew ji aliyê ruhanîva nexweş e (Aqûb 5:14). Mîna hine nexweşiyên fîzîkî, nexweşiya ruhanî jî dikare derbazî merivên din be. Lema jî, carna lazim dibe wekî kesê ku ruhanîda nexweş e, ji civatê bê derxistinê. Ev şîretkirina Yehowa hizkirina wî eyan dike, yê ku dixwaze berxên xweye din biparêze. Serda jî, ev ceza dikare alî kesê gunekar bike, wekî ew tobe bike. Merivê ji civatê derxistî, dîsa jî dikare bê civata û xwarina ruhanî bistîne. Usa jî, ew dikare edebyeta bistîne û JW Brodkastîng binihêre. Rûspiyên ku dîna xwe didin xîret û pêşdaçûyîna wî, dikarin cara şîret û rêberiyê bidine wî, wekî ew aliyê ruhanîda qenc be û dîsa bibe Şedê Yehowa.b

12. Heger kesek tobe nake, gerekê rûspî çi bikin?

12 Bîr neke, wekî tenê gunekarên ku tobe nakin, ji civatê tên derxistinê. Rûspî zanin, pêşiya ku kesekî ji civatê derxin, ewana gerekê kûr bifikirin û derecê lêkolîn kin. Ewana rind zanin wekî Yehowa meriv haqas ceza dike, çiqas jêra dikeve (Yêremiya 30:11). Rûspî xûşk-bira hiz dikin û ewana naxwazin safîkirineke usa bikin, ku dostiya wan tevî Yehowa xirab be. Ewana zanin wekî carna safîkirina dilrem û dilovan ev e, wekî kesê ku gune kiriye, ser wextekê ji civatê derxin.

13. Çima lazim bû wekî mêrekî ji civata Korintê bihata derxistinê?

13 Qirna yekêda civata Korintêda mêrekî tevî jina bavê xwe bênamûsî dikir. Çi eyb e! Bênamûsiya vî merivî ser civatê jî xirab hukum dikir. Hine kesên ji civata Korintê vê zinêkariyê ça gunekî giran hesab nedikirin. Gelo Pawlos ev problêm ça safî kir? Qanûna Mûsada, Yehowa Îsraêliyara usa gotibû: “Ewê ku serê xwe jinbava xwera dayne, ewî şerma bavê xwe vekir, ese ew her du jî gerekê bêne kuştinê” (Qanûna Kahîntiyê 20:11). Şagirtên Îsa îda bin hukumê Qanûna Mûsada nîbûn, lema jî Pawlos negot wekî ev mêr gerekê bê kuştinê. Lê Pawlos civata Korintêra got, wekî wî ji civatê derxin (1 Korintî 5:1, 2, 13).

14. Pawlos ça remtî hindava mêrê ku ji civatê hatibû derxistinê da kifşê, û çira? (2 Korintî 2:5-8, 11)

14 Wede şûnda, Pawlos bihîst wekî ew mêrê gunekar poşman bûye û bi rastî tobe kiriye. Rast e vî mêrî leke anîbû ser navê civatê, lê dîsa jî Pawlos nedixwest bi zêdeyî hindava wîda sert be. Lema, ewî rûspiyara got wekî “bibaxşînine wî û li ber dilê wîda bên”. Pawlos usa got wekî ew mêr “kerbî berxweketinê” gelek dilteng nebe. Dilê Pawlos bi vî mêrê ku tobe kir, dişewitî. Ewî nedixwest, wekî ev mêr bin barê sûcê xweda bimîne û hêviya baxşandinê unda ke (2 Korintî 2:5-8, 11 bixûne).

15. Rûspî ça dikarin dilremtiya rast bidine kifşê?

15 Rûspî gerekê mîna Yehowa dilrem bin. Ewana safîkirinên sert tenê wî çaxî dikin, gava bi rastî hewce ye, lê dîsa jî derece çiqas dest dide, ewana gerekê dilremtiyê bidine kifşê. Rast e rûspî gerekê dilrem bin, lê ev yek nayê hesabê wekî ewana gerekê çevê xwe ser gune dadin. Gelo xêncî rûspiya, kesên din ça dikarin dilrem bin?

EM ÇA DIKARIN DILREM BIN?

16. Li gora Metelok 21:13, Yehowa ça dinihêre ser kesên bêrem?

16 Em hemûşk jî gerekê çev bidine rema Yehowa. Gelo çima? Meniya ferz ev e wekî Yehowa guh nade kesên ku hindava merivada dilrem nînin (Metelok 21:13 bixûne). Heger em dixwazin Yehowa guh bide duayên me, em gerekê haş ji xwe hebin, wekî em nebine merivne dilsar û bêrem. Em gerekê guhê xwe ser derd û gazinên xûşk-bira danedin, lê hertim hazir bin guh bidine wan. Usa jî em gerekê bîr nekin, ku “bê rem wê dîwana bêrema bibe” (Aqûb 2:13). Heger em bi milûktî bînin bîra xwe wekî em xwexa çiqas hewcê remê ne, mera wê diha hêsa be hindava kesên din remê bidine kifşê. Mesele, gava gunekarekî tobe kiriye û vedigere civatê, em gerekê hindava wîda dilrem bin û bi dil û can wî qebûl kin.

17. Dawid Padşa dilremtî ça nîşan dikir?

17 Hine serhatiyên Kitêba Pîroz dikarin alî me bikin dilrem bin û hindava merivada dilsar nebin. Serhatiya Dawid Padşa bîne ber çevê xwe. Ew gelek car hindava kesên din rem bû. Mesele, çaxê Şawûl Padşa dixwest ew bikuşta, Dawid hindava wîda dilremtî dida kifşê. Ewî tu car îzin nedida xwe, wekî padşê kifşkirî bikuje yan heyfa xwe hilde (1 Samûyêl 24:9-12, 18, 19).

18-19. Kîjan du derecada Dawid bêremtî da kifşê?

18 Lê Dawid ne hertim dilremtî dida kifşê. Mesele, gava Nabal, yê ku merivekî qure bû, Dawid û eskerên wî bêhurmet kir û xwarin neda wan, Dawid hêrs ket û safî kir Nabal û hemû mêrên mala wîda, bikuje. Şikir ku jina Nabal, Abîgaîl, ya ku jinikeke qenc û bisebir bû, Dawid ji xûnrêtinê xwey kir (1 Samûyêl 25:9-22, 32-35).

19 Carekê jî Natan pêxember Dawidra besa mêrekî dewlemend kir, yê ku berxa cînarekî belengaz ji wî stand. Dawid hêrs ket û got, wekî ew kes hêjayî mirinê ye (2 Samûyêl 12:1-6). Dawid zanibû wekî li gora Qanûna Mûsa, kesê ku berxekê didize, gerekê dewsê çar berxa bide (Derketin 22:1). Bi rastî, safîkirina ku diz gerekê bê kuştinê, wê bêremtî bûya. Natan ev çîrok ça mesele da xebatê, wekî dîna Dawid bikişîne ser gunê wî, ku diha giran bû. Dawid hindava dizê berxikê ji çîroka Natan, dilremtî neda kifşê, lê Yehowa hindava Dawid dilrem bû! (2 Samûyêl 12:7-13)

Dawid rema xwe hindava mêrê ji çîroka Natan neda kifşê (Abzasa 19 û 20 binihêre)d

20. Serhatiya Dawid çi me hîn dike?

20 Dîna xwe bidin, gava Dawid hêrs ket, ewî got ku Nabal û hemû xulamên wî hêjayî mirinê ne. Carekê jî Dawid fikirî ku mêrê ji çîroka Natan, hêjayî mirinê ye. Îlahî ji dereca duda, em dibeke ecêbmayî dimînin wekî merivekî dilgerm çima safîkirina haqas sert kir. Were em ser kontêkstê bifikirin. Wî çaxî îsafa Dawid nerihet bû. Heger kesek hertim kesên din sert sûcdar dike, ev yek nîşan dike ku ew ruhanîda sist bûye. Îsa şagirtên xwera got: “Loma nekin, ku lome li we nebin. Hûn çi loma bikin, ew lome jî wê li we bibin” (Metta 7:1, 2). Lema, were em nebin kesên dilkevir, lê mîna Xwedayê me, “xweyê rema dewlemend” bin.

21-22. Em ça dikarin hindava merivada rem bin?

21 Dilremî ne tenê hestê dilê me ye. Kesê ku bi rastî dilrem e, pê şixulên xwe dilremtiyê îzbat dike. Wê baş be ku em rind dîna xwe bidin hewcên malbet û civata xwe. Bi rastî gelek mecal hene hindava merivada remê bidine kifşê! Mesele, heger kesek hewcê dilbîniyê ye, em dibeke dikarin bona wî xwarinê çêkin yan bi cûrekî din alî wî bikin. Yan jî, gava kesê ku ji civatê hatibû derxistinê vedigere civatê, ew dibeke hewcê berdiliyê û hevaltiyê ye. Usa jî, gerekê em merivara besa mizgîniyê bikin. Bi vî cûreyî, emê rema xwe hindava merivada bidine kifşê (Îbo 29:12, 13; Romayî 10:14, 15; Aqûb 1:27).

22 Her roj gelek mecal vedibin, wekî em hindava merivada dilremtiyê bidine kifşê. Heger em dilrem bin, Bavê meyî ezmana, ku “xweyê rema dewlemend e”, wê ji me razî be!

PIRSÊN DUBAREKIRINÊ

  • Yehowa çima hindava merivada rem e?

  • Çawa derxistina ji civatê remêva girêdayî ye?

  • Çi dikare alî me bike wekî em dilrem bin?

KILAMA 43 Duakirin ji Razîbûnê

a Dilremî yek ji hunurên herî xweş yên Yehowa ye, û lazim e ku em jî vî hunurî nav xweda pêşda bînin. Vê gotarêda, emê bivînin ku Yehowa çima rem e, şîretkirina wî çawa rema wîva girêdayî ye û em ça dikarin vî hunurê xweş eyan kin.

b Gotara “Dostiya Tevî Yehowa Tezeda Ava Bike” ji vê jûrnalê nîşan dike, wekî kesên ku vedigerin civatê ça dikarin dostiya xwe tevî Xwedê tezeda ava kin û rûspî ça dikarin alî wan bikin.

c ŞIROVEKIRINA ŞIKIL: Ji banî, bav divîne wekî kurê wî vedigere malê, û ew diçe wekî wî hemêz ke.

d ŞIROVEKIRINA ŞIKIL: Ji bo îsafa xweye nerihet, Dawid ser merivê ji çîroka Natan bi zêdeyî hêrs dikeve û dibêje wekî ew hêjayî mirinê ye.

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Elametiyên Konfêdênsîal
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin