KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • w21 Cotmeh rûp. 29-31
  • 1921: Sed Sal Pêşda

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • 1921: Sed Sal Pêşda
  • Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Hînbûnê) — 2021
  • Binserî
  • Têmên Mîna Wê
  • MIZGÎNVANÊN BÊ TIRS
  • LÊKOLÎNA ŞEXSÎ Û QULIXKIRINA TEVÎ MALBETÊ
  • KITÊBEKE NÛ!
  • ŞIXULEKÎ MEZIN
  • Çaxê Em Xwestina Yehowa Tînin Sêrî, Em Kerema Distînin
    Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Hînbûnê) — 2017
  • 1922: Sed Sal Pêşda
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Hînbûnê) — 2022
  • 1923—Sed Sal Pêşda
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Hînbûnê) —2023
Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Hînbûnê) — 2021
w21 Cotmeh rûp. 29-31

1921: SED SAL PÊŞDA

“GELO emê îsal çi şixulekî ferz bikin?” Ev pirs, jûrnala “Birca Qerewiliyê” ya 1 Çileyê, sala 1921-da hatibû dayînê. Caba vê pirsê anî bîra Lêkolînkarên Kitêba Pîroz, wekî ewana gerekê mizgînê bela bikin, û dîna wan kişande ser van gotinên Kitêba Pîroz: “Xudan ez kifş kirim. Wî ez şandim ku mizgîniyê bidim bindesta . . . sala razîbûnê ya Xudan û roja tolstandinê [heyfhildanê] ya Xwedayê me diyar [elam] bikim” (Îşaya 61:1, 2, ÎM).

MIZGÎNVANÊN BÊ TIRS

Seva ku Lêkolînkarên Kitêba Pîroz bikaribin şixulê xwe bînin sêrî, lazim bû ku ewana mêrxas bin, çimkî wana gerekê kesên milûkra “mizgîn” elam kirana, lê kesên xirabra ‘roja heyfhildanê’.

Kanadayêda, birê Con Hênrî Hoskîn mizgîn nava peyketinada bê tirs bela dikir. Biharê sala 1921, ew rastî keşîşekî Mêtodîst hat. Birê Hoskîn bi van gotina xeberdan destpêkir: “Were em bi zarê şîrin derheqa Nivîsarên Pîroz xeber din, û heger fikrên me ji hev cuda bin jî, were em edilaya nav xweda xirab nekin”. Lê yazix usa derneket. Birê Hoskîn usa got: “Paşî çend deqa, [keşîş] derî haqas sert girt ku hindik mabû şûşa dêrî bişkesta”.

Keşîş kire qîrîn: “De here bal pûtparista û tevî wan xeber de!” Birê Hoskîn dengê xwe nekir, lê paşî ku ew ji wêderê çû, ewî xwera got: “Bi texmîna min, hema hêja min tevî pûtparistekî xeber dida!”

Rojek şûnda, gava keşîş dêrêda hîn dikir, ewî dîsa hicûmî ser birê me kir. Birê Hoskîn got: “Ewî merivara got wekî ewana guh nedine min. Ewî got ku ez merivê herî xirab im, yê ku hatiye vî bajarî, û li gora fikra wî, gerekê ez bihatama kuştinê”. Birê me qet netirsiya. Ewî xizmeta xwe berdewam kir û berên baş jî stand. Ewî got: “Xizmetî gelek baş diçû. Hine kesa digot: ‘Ez zanim ku tu xizmetkarê Xwedê yî!’ Usa jî, wana ji min dipirsî hela ez tiştekîda hewce me yan na”.

LÊKOLÎNA ŞEXSÎ Û QULIXKIRINA TEVÎ MALBETÊ

Seva ku meriv kîjan guh didane mizgînê, ruhanîda pêşda herin, Lêkolînkarên Kitêba Pîroz jûrnala “Qirna Zêrînda”a bernamên bona lêkolîna Kitêba Pîroz derxistin. Bernama Lêkolîna Kitêba Pîrozda bona Zara, pirs dihatin dayînê, yên ku dê û bava dikaribû tevî zarên xwe şêwir kirana. Dê-bavara dihate gotinê, wekî ewana “van pirsa ji zarên xwe bipirsin û alî wan bikin wekî ewana cab Kitêba Pîrozda bivînin”. Hine pirs – mesele pirsa “Kitêba Pîrozda çend kitêb hene?” – dîna wan dikişand ser tiştên sereke derheqa Kitêba Pîroz. Pirsên usa ça “Gelo her Mesîhiyê rast wê rastî peyketina bê?” alî zara û cahila dikir wekî ewana bibine mizgînvanên mêrxas.

Xêncî vê yekê bona xûşk-birên cêribandî jî bernama lêkolînê dihate neşirkirinê. Cabên pirsên vê bernamê para yekêda ya “Lêkolînên Nivîsarê” dihatine dayînê. Bi hezara xwendevana ji van bernama kar distand, lê jûrnala “Qirna Zêrîn” ya 21 Kanûna Pêşin 1921-da hate elamkirin ku her du bername wê îda neyêne neşirkirinê. Gelo çima?

KITÊBEKE NÛ!

Kitêba “Lîrê Xwedê”

Karteke bi bernama xwendinê

Kartên bi pirsa

Birên ku rêberî dikirin, fem kirin wekî xwendekarên teze gerekê rastiyên sereke diha bi organîze hîn bin. Bona vê yekê meha Mijdarê, sala 1921-da, kitêbeke bi navê “Lîrê Xwedê” hate derxistinê. Usa jî, kesên ku ev kitêb qebûl dikir, xwexa şexsî vê kitêbê lêkolîn dikirin. Vê hînbûnê alî xwendekara dikir, fem bikin ku nêta Xwedê ev e, wekî meriv heta-hetayê bijîn. Kara vê hînbûnê çi bû?

Gava kesekî ev kitêb qebûl dikir, wîra bernama xwendinê dihate dayînê, ya ku ser karteke biçûk nivîsî bû. Heftêk şûnda, ewî karteke bi çend pirsa distand, yên ku bernama xwendinêva girêdayî bû. Usa jî, ser karta bona heftiya din dîsa bernama xwendinê hebû.

Xwendekara nava 12 heftiyada her heftê karteke teze bi poştê ji civatê distand. Gelek car van karta xûşk-birên emirda mezin dişandin, yan yên ku ji bo sihet-qewata sist nikaribûn ji mal derketana. Mesele, xûşka Anna Gardnêr, ya ku Mîlvêîlêda (Dewletên Yekbûyî) dijît, usa got: “Gava kitêba ‘Lîrê Xwedê’ derket, mecal kete destê xûşka mine seqet Taylê, wekî her heftê karta bişîne û bi vî cûreyî diha zêde xizmet bike”. Wexta ku hînbûn xilaz bû, serlêdana xwendekar dikirin, wekî ew ji Kitêba Pîroz diha zêde elametiyê bistîne.

Taylê Gardnêr kursiya seqetada

ŞIXULEKÎ MEZIN

Xilaziya sala 1921, birê Cozêf Rûtêrford hemû civatara nemek şand. Ewî got wekî “şedetiya ku îsal derheqa Padşatiyê hate dayînê, himberî hemû salên berê diha zêde ber anî”. Usa jî, ewî got: “Şixul hê zef e. Lema jî dilê kesên din qewî bikin, wekî ewana jî xizmeta pîroz bînin sêrî”. Eşkere ye ku Lêkolînkarên Kitêba Pîroz guh dane vê şîretê. Sala 1922-da, wana mizgîniya Padşatiyê bê tirs bi cûrekî mexsûs elam kir.

Hevalên Mêrxas

Lêkolînkarên Kitêba Pîroz hevdu hiz dikirin û alî hevdu dikirin. Çawa serhatiya jêrê nîşan dike, ewana “roja oxirmê giran” bi rastî jî hevalên mêrxas bûn (Metelok 17:17).

Sêşemê, 31 Gulanê, sala 1921, bajarê Talsayêda (Oklahoma, Dewletên Yekbûyî) nav merivên çermespî û çermereşda tevlihevî derket. Mêrekî çermereş hicûmî ser jinikeke çermespî kir û wî kirine kelê. Zêdetirî 1 000 mêrên çermespî bi komeke mêrên çermereşra şer kir, û şer zû bela bû. Taxa Grînwûdêda, zêdetirî 1 400 mal û dikanên merivên çermereş hatin talankirin û şewitandin. Li gora hejmarên fermî, 36 meriv hatin kuştin, lê kifşe wekî bi rastî bi seda meriv hatine kuştinê.

Birakî çermereş bi navê Rîçard Hîll, yê ku Grînwûdêda dijît, got ku çi qewimî: “Vê êvarê gava cimet hev ket, me civîna xwe ça her gav derbaz dikir. Paşî civînê, ji merkeza bajêr dengê gule hat. Dengê gule heta nîvê şevê dihat”. Rojek şûnda, halê bajêr diha xirab bû. “Hine kesa mera got wekî heger em dixwazin xilaz bin, gerekê em zû herin Oda Civata Mezin”. Lema, birê Hîll tevî jina xwe û pênc zarên xwe reviya Oda Civata Mezin, ya bajarê Talsayê. Wêderê, weke 3 000 merivên çermereş ji aliyê Ordiya Nobedara hatin parastin, yên ku ji aliyê dewletêva hatibûn şandin.

Wê demê, birakî çermespî bi navê Artûr Klaûs bi mêrxasî tiştekî usa safî kir: “Min bihîst wekî Grînwûdêda cimet hev ketiye û malên meriva talan dikin û dişewitînin. Hingê min safî kir herim teseliya hevalê xwe Rîçard bikim”.

Bi alîkariya kitêba “Lîrê Xwedê”, Artûr Klaûs koma ji 14 zara hîn dikir

Gava ew gihîşte mala Rîçard Hîll, ew rastî cînarekî wî hat, destê kîjanîda tifing hebû. Ev cînar jî hevalê birê Rîçard bû, û ew difikirî wekî Artûr yek ji dijmina ye. Ewî got: “Tu çira ketî heyata vî mêrî?”

Artûr got: “Heger caba min wî xweş nehata, wîyê ez bikuştama. Min jêra got ku ez hevalê birê Hîll im û ku ez gelek cara hatibûm mala wî”. Vî cînarî û Artûr mala birê me miqabilî kesên ku dixwest malê talan bikin, parastin.

Paşê, birê Artûr bihîst ku birê Hîll û malbeta wî Oda Civata Mezinda nin. Artûrra gotin ku merivên çermereş nikarin bê fermana Gênêral Barrêtt, ji wêderê derkevin. Artûr got: “Gelek zor bû ku gênêral bivînim û tevî wî xeber dim. Gava min wîra besa planên xwe kir, ewî pirsî: ‘Lê tuyê vê malbetê bibî xweyî û bona hewcên wan xem bikî?’ Min hilbet got ‘Erê’”.

Artûr ji gênêral kaxaza îznê stand û zû çû Oda Civata Mezin. Wêderê, ewî ev kaxaz nîşanî eskerekî kir. Esker got: “Wa, gênêral ev kaxaz pê destê xwe qol kiriye! Tu zanî ku îro, merivê pêşin, yê ku kesekî ji vir dibe, tu yî?” Artûr, birê Hîll û malbeta wî pê ereba xwe bire malê.

“Nav xizmetkarên Xwedêda, em gişk wek hev bûn”

Vê yekê ku birê Artûr Klaûs bi mêrxasî bona xweykirina birê Hîll û malbeta wî xem kir, dîna kesên din jî kişand. Artûr got: “Cînarê ku mala birê Hîll tevî min parast, dixwest derheqa rastiyê hê zêde pêbihese. Çend kesên din jî dixwestin derheqa Padşatiyê hê zêde pêbihesin, çimkî wana dît ku nav meda yektî heye. Nav xizmetkarên Xwedêda, em gişk wek hev bûn”.

a Navê jûrnala “Qirna Zêrîn” sala 1937-da ça “Berdilî”, û sala 1946-da ça “Hişyar Bin!” hate guhastin.

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Elametiyên Konfêdênsîal
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin