KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • w22 Tîrmeh rûp. 8-13
  • Piştgiriya Serwêrê Me Îsa Mesîh Bike

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Piştgiriya Serwêrê Me Îsa Mesîh Bike
  • Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Hînbûnê) — 2022
  • Binserî
  • Têmên Mîna Wê
  • ÎSA RÊBERIYA ŞIXULÊ BELAKIRINA MIZGÎNIYÊ DIKE
  • ÎSA XULAMÊ AMIN KIFŞ DIKE
  • ÎSA RÊBERIYA ŞAGIRTÊN XWE DIKE
  • Kî ye “Xulamê Amin û Serwaxt”?
    Kî Îro Qirara Yehowa Diqedîne?
  • “Xulamê Amin û Serwaxt” Çi Şixulî Dike?
    Şa be Jîyînêra Heta-Hetayê!—Kûrsa Hînkirina Kitêba Pîroz
  • Gelo Tu Dikarî Alî Meriva Bikî ku Bibine Şagirtên Îsa?
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Hînbûnê) — 2021
  • “Herin Hemû Mileta Hîn kin”
    Derheqa Padşatiya Yahowa Elam Dike (Bona Hînbûnê) — 2016
Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Hînbûnê) — 2022
w22 Tîrmeh rûp. 8-13

GOTARA BONA HÎNBÛNÊ 29

Piştgiriya Serwêrê Me Îsa Mesîh Bike

“Hemû hukumê erd û ezmên minra hate dayînê” (METTA 28:18).

KILAMA 13 Îsa Mera Mesele ye

VÊ GOTARÊDAa

1. Xwestina Yehowa çi ye?

XWESTINA Xwedayê me ev e, wekî mizgîniya Padşatiyê ser temamiya dinyayê bê belakirinê (Marqos 13:10; 1 Tîmotêyo 2:3, 4). Ev yek şixulê Yehowa ye û ewî cabdariya vî şixulî daye destê Kurê xweyî delal. Em dikarin bawer bin, ku bin rêberiya Îsaye baş, şixulê belakirina mizgîniyê wê pêşiya xilaziya vê dinya zulim, bê sekinandinê (Metta 24:14).

2. Vê gotarêda emê derheqa çi şêwir kin?

2 Vê gotarêda emê bivînin, ku Îsa ça “xulamê amin û serwaxt” dide xebatê, wekî xwarina ruhanî bide me û rêberiya şixulê belakirina mizgîniyê bike. Ev yek bi rastî jî şixulekî mezin e! (Metta 24:45) Usa jî emê bivînin ku em çawa dikarin piştgiriya Îsa û xulamê amin bikin.

ÎSA RÊBERIYA ŞIXULÊ BELAKIRINA MIZGÎNIYÊ DIKE

3. Çi hukum Îsara hatiye dayînê?

3 Em ji ku zanin ku Îsa rêberiya şixulê belakirina mizgîniyê dike? Wexteke kin pêşiya ku Îsa çû ezmana, ew ser çiyakî Celîlê rastî çend şagirtên xwe hat. Ewî wanra got: “Hemû hukumê erd û ezmên minra hate dayînê”. Dîna xwe bidin paşî vê yekê ewî çi got: “Niha herin hemû mileta hîn kin” (Metta 28:18, 19). Ji van rêza em zelal fem dikin, ku Îsara hukum hatiye dayînê, wekî rêberiya şixulê belakirina mizgîniyê bike.

4. Em çima dikarin bawer bin, ku Îsa îro jî rêberiya şixulê belakirina mizgîniyê dike?

4 Îsa gotibû ku şixulê belakirina mizgîniyê û hazirkirina şagirta wê nava hemû miletada bê kirinê. Usa jî ewî şagirtên xwera gotibû: “Ez îroda timê heta axiriya dinyayê tevî we me” (Metta 28:20). Ev gotin rind nîşan dikin, ku şixulê belakirina mizgîniyê wê bin rêberiya Îsada heta rojên me berdewam be.

5. Em çawa piştgiriya pêxembertiya ji Zebûr 110:3 dikin?

5 Îsa berxwe nediket, ku nêzîkî xilaziya vê dinyayê xebatkar wê hindik bin. Ewî zanibû ku ev gotin wê bêne sêrî: “Roja herî şêr, cimeta Teyê bi rezedilî bê” (Zebûr 110:3). Gava tu mizgîniyê bela dikî, tu piştgiriya Îsa û xulamê amin dikî û vê yekêda kar dikî, wekî ew pêxembertî bê sêrî. Belê, şixul pêşda diçe, lê çetinayî jî hene.

6. Çetinayîk rastî kîjanî ku mizgînvanên Padşatiyê tên, çi ye?

6 Yek ji çetinaya ev e ku gelek kes şixulê me nefret dikin. Raber, serwêrên rêlîgî û polîtîk derheqa şixulê me derewa bela dikin. Hergê merivên me, heval yan hevalxebatçiyên me van derewa bawer bikin, dibeke ewana zorê me bikin, ku em xizmeta Yehowara û belakirina mizgînê bihêlin. Hine welatada, xûşk-birên me didine tirsandinê, digirin û dikine kelê. Em seva vê yekê ecêbmayî namînin, çimkî Îsa pêşda gotibû: “[Hûnê] bona navê min ber çevê hemû mileta reş bin” (Metta 24:9). Ev yek ku meriv me nefret dikin, îzbat dike wekî Yehowa ji me razî ye (Metta 5:11, 12). Sebeba vê nefretê, Mîrê-cina ye. Lê Îsa ji wî qewîtir e! Pê alîkariya Îsa, mizgînî digihîje merivên ji hemû mileta. Niha emê dîna xwe bidin hine îzbatiya.

7. Bi nihêrandina te, gotinên Eyantî 14:6, 7 çawa têne sêrî?

7 Dîsa tiştek ku belakirina mizgîniya Padşatiyê çetin dike ev e, ku gelek ziman hene û em van zimana nizanin. Lê kitêba Eyantîda Îsa pêxembertî kiribû, ku rojên meda mizgînî wê nava gelek çetinayada jî bê belakirinê (Eyantî 14:6, 7 bixûne). Gelo çi cûreyî? Ser malpera me jw.org, ser 1 000 zimanî zêdetir edebyetên ser hîmê Kitêba Pîroz hene, û em xîret dikin ku xebera Padşatiyê bigihînin her kesî. Ji bo vê yekê, Koma Rêberiyê safî kir ku kitêba “Şa be Jîyînêra Heta-Hetayê!” ser 700 zimanî zêdetir bê welgerandinê. Ev kitêb niha haceta meye sereke ye, seva ku alî meriva bikin, wekî ewana bibine şagirtên Îsa. Usa jî, edebyetên pê herfên Birêl û vîdêo têne derxistinê, wekî xwarina ruhanî bigihîje kesên kor û yên ker-lal. Pêxembertiyên ji Kitêba Pîroz ber çevê me têne sêrî. Merivên “ji her ziman û ji her miletî” niha ‘zimanê paqij’ ya rastiya Kitêba Pîroz hîn dibin (Zekerya 8:23, ÎM; Sêfanya 3:9). Ev şixul bi temamî bin rêberiya Îsada tê kirinê.

8. Kara belakirina mizgîniyê çi ye?

8 Îro teşkîleta Yehowada zêdetirî 8 mîlyon meriv ji 240 welatî hene, û her sal bi deha hezara meriv têne nixumandinê. Tiştekî ku ji van hejmara ferztir e ev e, ku ev şagirtên teze “merivê nû” li xwe kirine (Kolosî 3:8-10). Gelek ji wan terka bênamûsî, zordarî, nasyonalîzm û firqîkirina orta meriva, dane. Çawa ku Îşaya 2:4-da hatibû pêxembertîkirinê, ew îda ‘hînî şer nabin’”. Xîreta me ku “merivê nû” li xwe bikin, ser kesên din jî hukum dike û alî wan dike ku ew jî bibin şagirtên Îsa Mesîh. Usa jî, gava em çi ji destê me tê dikin ku “merivê nû” li xwe bikin, em îzbat dikin wekî em pey rêberê xwe Îsa Mesîh diçin (Yûhenna 13:35; 1 Petrûs 2:12). Ev her tişt nişkêva nabe. Bi saya alîkariya Îsa em pêşda diçin.

ÎSA XULAMÊ AMIN KIFŞ DIKE

9. Metta 24:45-47-da, derheqa rojên axiriyê çi hatibû pêxembertîkirinê?

9 Metta 24:45-47 bixûne. Îsa pêşda gotibû ku rojên axiriyêda, ewê “xulamê amin û serwaxt” kifş ke, wekî ew xwarina ruhanî bide me. Ev xulam îro bi dil û can dixebite. Rêberê me Îsa Mesîh bi saya komeke mêrên kifşkirî, wextda xwarina ruhanî dide xizmetkarên Xwedê û kesên ku guh didine mizgîniyê. Ev mêr hukumî ser baweriya tu kesî nakin (2 Korintî 1:24). Ewana qebûl dikin wekî “serwêr û fermandarê” xizmetkarên Xwedê, Îsa Mesîh ye (Îşaya 55:4, ÎM).

Şikil: Edebyetên ku salên berêda bona hînbûnên Kitêba Pîroz dihatine xebitandinê. 1. 1946: “Xwedê Rast e”. Wedê xizmetê, xûşkek vê kitêbê pêşkêşî jin û mêrekî dike. 2. 1968: “Rastiya ku Dibe berbi Jîyîna Heta-Hetayê”. Mêrek vê kitêbê malda dixûne. 3. 1982: “Tu Dikarî Heta-Hetayê Cinetêda ser Erdê Bijî”. Birak tevî mêrekî hînbûna Kitêba Pîroz derbaz dike. 4. 1995: “Zanebûn ku Dibe berbi Jîyîna Heta-Hetayê”. Wedê xwarinê, birak tevî hevalxebatçîkî xwe hînbûna Kitêba Pîroz derbaz dike. 5. 2005 û 2015: Kitêbên “Çi Hîn Dike Kitêba Pîroz?” û “Kitêba Pîroz bi Rastî Çi Dibêje?” Xûşkek tevî jinikekê hînbûna Kitêba Pîroz derbaz dike. 6. 2021: “Şa be Jîyînêra Heta-Hetayê!” Xûşkek bi saya vîdêo-konfêrênsyayê tevî jinikekê hînbûna Kitêba Pîroz derbaz dike.

10. Te riya rastiyê bi saya kîjan edebyetê nas kir?

10 Ji sala 1919-da, xulamê amin bi saya cûre-cûre edebyeta alî xwendekarên teze dike, ku ewana xwarina ruhanî tem bikin. Sala 1921-da, xulamê amin kitêba “Lîrê Xwedê” derxist, ya ku alî kesên ku guh didane mizgîniyê, dikir, wekî rastiyên sereke yên Kitêba Pîroz pêbihesin. Wede şûnda, gelek meriva Bavê meyî ezmana bi alîkariya van edebyeta nas kirine: “Xwedê Rast e”, “Rastiya ku Dibe berbi Jîyîna Heta-Hetayê”, “Tu Dikarî Heta-Hetayê Cinetêda ser Erdê Bijî”, “Zanebûn ku Dibe berbi Jîyîna Heta-Hetayê”, “Çi Hîn Dike Kitêba Pîroz?”, “Kitêba Pîroz bi Rastî Çi Dibêje?” yan jî pê edebyeta bi navê “Şa be Jîyînêra Heta-Hetayê!”, ya ku teze derketiye. Wedê xweda gava ev kitêb dihatine neşirkirinê, ew bi rastî jî gelek kêrhatî bûn.

11. Em çima hewcê xwarina ruhanî ne?

11 Xêncî kesên ku rastiyê teze hîn dibin, em jî hewcê xwarina ruhanî ne, wekî Kitêba Pîroz û Yehowa rind nas bikin. Pawlosê şandî usa gotibû: “Xwarina giran bona merivên gihîştî ye”. Çawa ku Pawlos zelal kiribû, xwarina usa alî me dike wekî em “qencî û xirabiyê ji hev” derxin (Îbranî 5:14). Îro dinyayêda normên nav-namûsiyê gelek ketine, lema jî carna hêsa nîne ku em guh bidin qanûnên Yehowa. Lê bi saya xwarina ruhanîye temxweş, Îsa qewatê dide me, wekî em serkevin. Çevkaniya vê xwarinê, Xebera Xwedê ye. Xulamê amin vê xwarinê bin rêberiya Îsa Mesîhda hazir dike û bela dike.

12. Mîna Îsa em ser navê Xwedê çawa dinihêrin?

12 Mîna Îsa em jî navê Xwedê rûmet dikin (Yûhenna 17:6, 26). Mesele, ji sala 1931, em xwe ça “Şedên Yehowa” nav dikin. Bi saya vî navî, ku me ji Kitêba Pîroz standiye, em nîşan dikin wekî em çiqas nêzîkî Bavê xweyî ezmana ne (Îşaya 43:10-12). Usa jî, ji meha Cotmehê ya sala 1931, navê Xwedê ser rûyê vê jûrnala “Birca Qerewiliyê” ye. Gelek welgerandinên Kitêba Pîrozda, yên ku aliyê dêrava têne neşirkirinê, navê Xwedê hatiye derxistinê, lê Şedên Yehowa navê Xwedê “Welgerandina Dinya Tezeda” hemû ciyên wêda dane xebatê.

ÎSA RÊBERIYA ŞAGIRTÊN XWE DIKE

13. Tu çima bawer dikî ku îro Îsa “xulamê amin û serwaxt” dide xebatê? (Yûhenna 6:68)

13 Bi saya “xulamê amin û serwaxt”, Îsa teşkîleteke mexsûs saz kiriye, wekî hebandina rast ser erdê pêşda here. Tu ser vê teşkîletê çawa dinihêrî? Dibeke tu jî mîna Petrûsê şandî xwe texmîn dikî, yê ku Îsara usa gotibû: “Xudan, emê herine cem kê? Gotinên jiyîna heta-hetayê cem te ne” (Yûhenna 6:68). Hergê me teşkîleta Yehowa nas nekira, halê me wê niha çawa bûya? Bi saya teşkîletê, em ji aliyê ruhanîva tu cara birçî namînin. Usa jî, Îsa me bi saya teşkîletê hîn dike, ku em xizmetiyêda pêşda herin, û ew alî me dike ku em “merivê nû” li xwe bikin, wekî Yehowa ji me razî be (Efesî 4:24).

14. Wedê pandemiya COVID-19, te ji rêberiya teşkîleta Yehowa çawa kar didît?

14 Rojên çetinda, Îsa rêberiya me dike. Gava pandemiya COVID-19 destpêbû, kara van rêberiyên bîlan eşkere bûn. Gelek merivên vê dinyayê tevlihev bibûn, lê Îsa bi zelalî rêberiya me dikir, wekî em xweykirî bin. Mera dihate gotinê wekî berdevka bidine xebatê û tevî kesên din dîstansyayê xwey kin. Rûspiyara dihate gotinê ku ewana tevî hemû xûşk-bira têklî bin û haş ji hewcên wane fîzîkî û ruhanî hebin (Îşaya 32:1, 2). Usa jî, me bi saya elametiyên ji Koma Rêberiyê hêlan û rêberî distand.

15. Wedê pandemiyê, bona derbazkirina civîna û belakirina mizgînê çi rêberî hatibû dayînê, û axirî çi bû?

15 Wedê pandemiyê, mera rêberî dihate dayînê ku gerekê em civata çawa derbaz bikin û çawa mizgîniyê bela kin. Ji bo derbazkirina civîn û komcivîna, em zû-zû hînî programên vîdêo-konfêrênsyayê bûn. Usa jî, em hîn bûn ku mizgîniyê bi saya têlê û nema bela bikin. Yehowa xîreta me kerem kir. Gelek welatada, hejmara mizgînvana zêde bûye. Wedê pandemiyê, gelek kesên dilpak hatine ser riya rastiyê (Çargoşe “Yehowa Xizmeta Me Kerem Dike” binihêre).

Yehowa Xizmeta Me Kerem Dike

  • Jin-mêrekî ji Amêrîkaya Navîn 15 sal e li Ewropayê dijîn. Gava pandemiya COVID-19 destpêbû, wana safî kir, wekî mizgîniyê bidin hemû meriv û nasên xwe, yên li Amêrîkaya Navîn. Seva ku mizgîniyê bigihînin her kesî, wana bi saya Întêrnêtê zêdetirî 200 neme şandin. Paşê wana van merivara, yên ku guh didane mizgîniyê, edebyet û vîdêo dişandin. Yehowa xîreta wan kerem kir. Nava 8 mehada, wana tevî 14 meriva hînbûna Kitêba Pîroz destpêkir!

  • Wedê kampaniya ya meha Mijdarê, sala 2020, gava me “Birca Qerewiliyê” ya bi navê “Çi ye Padşatiya Xwedê?” bela dikir, birakî safî kir, wekî hevaldersxanekî xweyî berêra têlê xe. Vî mêrî ev jûrnal qebûl kir, û wana safî kir wekî heftêk şûnda derheqa jûrnalê xeber din. Wedê xeberdanê, vî mêrî got: “Pêşiya ku te minra têlê xista, min Xwedêra dua kir û ji wî reca kir ku ew riya xwe nîşanî min ke”. Ewî hînbûna Kitêba Pîroz qebûl kir, hate civîna û jîyîna xwe guhast. Paşê, ewî birê mera usa got: “Berê jîyîna minda tiştek kêm bû. Niha ez fem dikim ku min usa texmîn dikir, çimkî min Yehowa nas nedikir. Ez her roj ji te razî me, çimkî te alî min kiriye, ku ez nêzîkî Xwedê bim”.

16. Em dikarin çida bawer bin?

16 Hine kes dibeke difikirîn ku rêberiya teşkîletê derheqa pandemiyê bi zêdeyî sert e. Lê me dît ku axiriyêda, rêberiya ku me distand çiqas bi bîlanî bû (Metta 11:19). Gava em dîna xwe didinê, ku Îsa çawa bi dilovanî rêberiya şagirtên xwe dike, baweriya me diha qewî dibe, ku çi jî hebe, Yehowa û Kurê wîyî delal wê tevî me bin (Îbranî 13:5, 6 bixûne).

17. Ew yek ku tu bin rêberiya Îsada şixulkariyê dikî, tu çi ser xwe texmîn dikî?

17 Em çiqas şa ne ku em bin rêberiya Îsada şixul dikin. Firqiyên usa ça kûltûr, milet yan zimanên cude, yektiya teşkîleta me xirab nakin. Bi saya vê teşkîletê, Xwedê xwarina ruhanî dide me û me hîn dike ku em mizgîniyê bela bikin. Usa jî, em alîkariyê distînin ku “merivê nû” li xwe kin, û em hîn dibin ku hevdu hiz bikin. Em rastî jî serbilind in ku Îsa rêberê me ye!

TU ÇIMA BAWER DIKÎ KU ÎSA . . .

  • rêberiya şixulê belakirina mizgîniya Padşatiyê dike?

  • rêberiya “xulamê amin û serwaxt” dike ku xwarina ruhanî bide me?

  • rojên çetinda rêberiya şagirtên xwe dike?

KILAMA 16 Hurmet kin Xwedê, seva Îsa

a Bi mîlyona jin, mêr û zar mizgîniya Padşatiyê bi xîret bela dikin. Tu jî nav wanda nî? Hergê erê, tu bin serwêrtiya Îsada wî şixulî dikî. Vê gotarêda emê dîna xwe bidine hine îzbatiya, ku bi rastî Îsa rêberiya şixulê belakirina mizgîniyê dike. Ew yek wê alî me bike, wekî em berdewam kin li gora vê rêberiyê Yehowara xizmet kin.

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Elametiyên Konfêdênsîal
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin