GOTARA BONA HÎNBÛNÊ 36
Xizmetkarên Yehowa Rastî û Heqiyê Hiz Dikin
“Xwezî li wan, ku tî û birçiyê rastîqedandinê ne” (METTA 5:6).
KILAMA 9 Yehowa Padşayê Me ye!
VÊ GOTARÊDAa
1. Ûsiv rastî çi cêribandinê hat, û ewî çi kir?
ÛSIV, kurê Aqûb rastî cêribandineke çetin hat. Jina axayê wî jêra usa got: “Serê xwe minra dayne”. Ûsiv xwestina wê înkar kir. Dibeke hine kes wê usa bêjin: “Gelo Ûsiv çima xwestina wê qebûl nekir?” Ne axayê wî mal nîbû? Him jî, ew xulam bû û vê jinikê dikaribû serê Ûsiv bikira belayê, çimkî ewî lê înkar kir. Lê her car, çaxê jinikê digotê wekî Ûsiv serê xwe pêra dayne, ewî xwestina wê înkar dikir. Gelo çira? Ûsiv usa got: “Ezê çawa vê xirabîya mezin bikim û li ber Xwedê gune bikim?” (Destpêbûn 39:7-12).
2. Ûsiv ji ku zanibû ku bênamûsî ber çevê Xwedê gune ye?
2 Gelo Ûsiv ji ku zanibû wekî bênamûsî ber çevê Xwedê gunekî giran e? Qanûna Mûsa, kîderê ku dihate gotinê “Zinîyê nekî”, weke 200 sal şûnda Îsraêliyara hate dayînê (Derketin 20:14). Rast e ev qanûn hê nehatibû dayînê, dîsa jî Ûsiv rind fem dikir ku Yehowa ser zinîyê, dêmek ser bênamûsiyê çawa dinihêre. Mesele, Ûsiv bêşik zanibû ku Yehowa zewac bi jinekê û mêrekî saz kiribû. Diqewime ewî bihîstibû, wekî Yehowa namûsa Sarayê çawa du cara parastibû. Usa jî, Xwedê namûsa jina Îshaq, Rêvêkayê jî parastibû (Destpêbûn 2:24; 12:14-20; 20:2-7; 26:6-11). Gava Ûsiv ser van tişta difikirî, ewî têderdixist, wekî ber çevê Xwedê çi rast e û çi na. Ûsiv Xwedê hiz dikir, lema jî ewî dixwest li gora prînsîpên Yehowa bijîta.
3. Vê gotarêda, emê derheqa çi şêwir kin?
3 Lê tu rastiyê hiz dikî? Bêşik erê. Lê dîsa jî, em gunekar in, û hergê em haş ji xwe tune bin, nihêrandina vê dinyayê derheqa rastiyê dikare ser me hukum ke (Îşaya 5:20; Romayî 12:2). Lema jî, emê niha bivînin ku rastî çi ye û çima ferz e wekî em rastiyê hiz bikin. Paşê, emê dîna xwe bidin sê gavên ku em dikarin bavêjin, wekî prînsîpên Yehowa hê zêde hiz bikin.
RASTÎ ÇI YE?
4. Bi nihêrandina gelek meriva, rastî çi ye?
4 Gelek kes difikirin, wekî merivekî rast yekî qure ye, kesên din sûcdar dike, yan jî xwe ji yên din çêtir hesab dike. Lê Xwedê xeysetên usa nefret dike. Gava Îsa ser erdê bû, ewî serwêrên rêlîgî sûcdar dikirin, çimkî wana normên xweye rastiyê pêşda dibirin (Waîz 7:16; Lûqa 16:15). Merivê ku li gora prînsîpên Yehowa dijî, tu car nafikire wekî ew ji kesên din çêtir e.
5. Li gora Kitêba Pîroz, rastî çi ye?
5 Rastî hunurekî gelek xweş e. Merivê rast van tişta dike, yên ku ber çevê Yehowa rast in. Kitêba Pîrozda, xebera “rastî” dide kifşê, ku meriv gerekê li gora prînsîpên Yehowaye bilind bijî. Mesele, Yehowa gotibû wekî bazirgan gerekê mêzîna rast bide xebatê (Qanûna Ducarî 25:15). Lema jî, Mesîhiyê ku dixwaze ber çevê Xwedê rast bê kifşê, gerekê hemû kirên xweda helal be. Merivê rast heqiyê jî hiz dike. Gava kesekî din rastî neheqiyê tê, ew xemgîn dibe. Usa jî, merivê ku ji dil rast e, hildide hesab ku Yehowa wê ser safîkirinên wî çawa binihêre, çimkî ew dixwaze dilê Yehowa şa ke (Kolosî 1:10).
6. Em çima dikarin bawer bin, ku prînsîpên Yehowa bona qenciya me ne? (Îşaya 55:8, 9)
6 Kitêba Pîroz dibêje ku Yehowa Kaniya rastiyê ye. Lema jî, Yehowa ça “welatê rastiyê” tê navkirinê (Yêremya 50:7). Yehowa Efirandarê her tiştî ye, lema jî tenê îzina wî heye wekî bêje, ku çi rast e û çi na. Em gunekar in, lema jî kêmasiyên me gelek cara ser nihêrandinên me hukum dikin. Lê Yehowa bêqisûr e, û ew me baştir zane wekî çi rast e û çi na (Metelok 14:12; Îşaya 55:8, 9 bixûne). Rast e em sûretê Xwedêda hatine xuliqandinê, dîsa jî em dikarin li gora prînsîpên wîyî rastiyê bijîn (Destpêbûn 1:27). Em ji dil dixwazin vê yekê bikin! Em Bavê xweyî ezmana gelek hiz dikin, lema jî çiqas ji destê me tê, em dixwazin çev bidine wî (Efesî 5:1).
7. Em çira hewcê normên bi îtbar in? Meselê bînin.
7 Prînsîp û normên Yehowa timê mera karê tînin. Gelo çira? Vê meselê bide ber çevê xwe: hergê her bankekê xwexa safî kira ku qîmeta dolarekê çiqas e, yan hergê her fîrmeke avakirinê xwexa safî ke ku dirêjaya mêtrekê çiqas e, xaoseke mezin wê hebûya, usa nîne? Yan jî, hergê hekîm gura qeyda nekirana, gelek kesên nexweş wê jîyîna xwe unda kirana. Belê, normên bi îtbar me diparêzin. Mîna vê yekê, normên Yehowa û prînsîpên wî jî me diparêzin.
8. Merivên ku rastiyê hiz dikin, wê çi kerema bistînin?
8 Yehowa kesên ku xîret dikin wekî li gora prînsîpên wî bijîn, kerem dike. Ew soz dide: “Rastê li erdê war bin û her-heyê wê ser bijîn” (Zebûr 37:29). Wê demê, edilayî û yektî wê hebe, û her kes wê şa be. Yehowa wê hema jîyîneke usa bide me. Belê, gelek sebeb hene ku em rastiyê hiz bikin! Gelo em çawa dikarin vî hunurî hê zêde hiz bikin? Were em dîna xwe bidine van 3 gava.
PRÎNSÎPÊN YEHOWA HÊ ZÊDE HIZ BIKE
9. Çi wê alî me bike ku em rastiyê hiz bikin?
9 Gava 1: Kesê ku prînsîpa datîne, hiz bike. Seva ku em bikaribin rastiyê hiz bikin, gerekê em Kesê ku safî dike çi rast e û çi nerast e, hiz bikin. Çiqas em Yehowa diha zêde hiz bikin, haqas emê bixwazin li gora prînsîpên wî bijîn. Bifikire: Hergê Adem û Hêwayê Yehowa hiz bikirana, gelo qe wana wê qanûna wî pişt guhê xweva bavîtana? (Destpêbûn 3:1-6, 16-19)
10. Birahîm çi kir ku fikirên Yehowa diha baş fem bike?
10 Seva ku em şaşiya Adem û Hêwayê dubare nekin, gerekê em berdewam kin derheqa Yehowa hê zêde pêbihesin, hunurên wî qîmet bikin û xîret kin, ku em fikirên wî fem kin. Çiqas hê zêde em vê yekê bikin, haqas emê Yehowa diha zêde hiz bikin. Bîne bîra xwe ku Birahîm Yehowa çiqas hiz dikir. Gava jêra çetin bû wekî safîkirinên Yehowa fem ke, ew dîsa jî nebû raber, lê ewî dixwest Yehowa diha nêzîk nas bike. Mesele, gava Birahîm bihîst ku Yehowa dixwaze bajarên Sodom û Gomorayê wêran ke, ew pêşiyê ditirsiya ku “hakimê temamîya dinyayê” wê kesên rast tevî kesên xirab qir ke. Birahîm dixwest bizanibûya hela Xwedê wê bi rastî vê yekê bike yan na, lema ewî bi milûktî çend pirs pirsîn. Yehowa bi sebir caba wî da. Xilaziyêda, Birahîm têderxist ku Yehowa dilê her kesî dinihêre û tu cara kesên bêsûc tevî kesên sûcdar ceza nake (Destpêbûn 18:20-32).
11. Birahîm çawa nîşan kir, wekî ew Yehowa hiz dike û baweriya xwe wî tîne?
11 Paşî ku Birahîm tevî Yehowa derheqa bajarên Sodom û Gomorayê xeber dabû, Birahîm bêşik Bavê xweyî ezmana hê zêde hiz kir û hurmet kir. Çend sal şûnda, baweriya Birahîm bi cûrekî giran hate cêribandinê. Yehowa ji wî xwest, wekî ew kurê xwe Îshaq qurban bike. Birahîm îda Yehowa rind nas dikir, lema ew bê pirs û dudilîbûnê hazir bû wekî xwestina Yehowa bîne sêrî. Were bînin ber çevê xwe, ku jêra çiqas zor bû, wekî xwe hazir ke û bikeve rê. Wî wedeyî dibeke Birahîm tiştên ku ewî derheqa Yehowa zanibû, anî bîra xwe. Mesele, ewî zanibû ku Yehowa wê tu car zulmî û neheqiyê neke. Çawa ku Pawlosê şandî nivîsî, Birahîm bawer bû ku Yehowa dikare kurê wî Îshaq ji mirinê rake (Îbranî 11:17-19). Xwexa Yehowa soz dabû ku Îshaq wê bibe bavê miletekî, lê wê demê, zarên Îshaq hê tune bûn. Birahîm Yehowa hiz dikir, û ew bawer bû ku Yehowa wê hertim rastiyê bike. Çiqas zor bû jî, Birahîm bi baweriyê gura Yehowa kir (Destpêbûn 22:1-12).
12. Em çawa dikarin çev bidine Birahîm? (Zebûr 73:28)
12 Em çawa dikarin çev bidine Birahîm? Mîna Birahîm, gerekê em jî xîret bin vê yekêda, ku Yehowa diha baş nas bikin. Ev yek wê alî me bike, wekî em diha nêzîkî wî bin û wî diha zêde hiz bikin (Zebûr 73:28 bixûne). Îsafa me wê li gora fikirên Yehowa bê hînkirinê (Îbranî 5:14). Îsafeke usa wê me wedê cêribandina xwey ke. Emê xwe ji her tiştê ku dikare dilê Bavê meyî ezmana bêşîne û zirarê bide dostiya me tevî Wî, dûr bigirin. Usa jî, em ça dikarin nîşan kin, ku em rastiyê hiz dikin?
13. Em çawa dikarin pey rastiyê herin? (Metelok 15:9)
13 Gava 2: Roj bi roj diha zêde rastiyê hiz bike. Merivê ku dixwaze bedena xwe diha qewî ke, gerekê her roj sportêva mijûl be. Mîna vê yekê, seva ku em prînsîpên Yehowa derheqa rastiyê hê zêde hiz bikin, gerekê em jî her roj ser xwe bixebitin. Yehowa sînorên me rind zane, lema jî ew ji me tiştên usa dewa nake, ku ji qewata me der in (Zebûr 103:14). Yehowa “yên li pey rastîyê diçin hiz dike” (Metelok 15:9 bixûne). Paşî ku me xizmetiya Yehowada xwera nêtek daniye, em xîret dikin ku pey vê nêtê herin. Lazim e wekî em usa jî bi xîret pey rastiyê herin. Yehowa wê berdewam ke alî me bike, ku em vê yekêda pêşda herin (Zebûr 84:5, 7).
14. Zirihê rastiyê çi ye û ew çira mera lazim e?
14 Yehowa dibêje ku “temiyên wî ne giran in” (1 Yûhenna 5:3). Bi rastî temiyên wî her roj me diparêzin. Bîne bîra xwe çekên ruhanî, yên ku Pawlos besa wan kiribû (Efesî 6:14-18). Kîjan çek dilê me diparêze? Ev heye zirihê heqiyê, yê ku tê hesabê prînsîpên Yehowaye rastiyê. Çawa ku zirih dilê eskera diparast, prînsîpên Yehowaye rastiyê jî dikarin dilê meyî sîmbolîk, dêmek xwestin, hest û fikirên me, biparêzin. Lema jî, îzbat be ku zirihê rastiyê bal te heye! (Metelok 4:23)
15. Tu çawa dikarî zirihê rastiyê li xwe kî?
15 Tu çawa dikarî zirihê rastiyê li xwe kî? Bi vê yekê ku tu safîkirina li gora prînsîpên Xwedê bikî. Mesele, gava tu safî dikî ku çi bêjî, guh bidî kîjan kilamê, çi cûre fîlm yan malperên Întêrnêtê temaşe bikî, yan kîjan kitêbê bixûnî, ji xwe bipirse: “Ev tişt wê ser dilê min çawa hukum ke? Gelo ev tişt Yehowa xweş tên, yan jî gelo van tiştada bênamûsî, zulmî, zordarî, timayî û xwehizî heye?” (Fîlîpî 4:8). Hergê tu li gora xwestina Yehowa safîkirina bikî, prînsîpên wîye rastiyê wê dilê te biparêzin.
Rastiya te dikare bibe “mîna pêlên berê” (Abzasa 16 û 17 binihêre)
16-17. Gotinên ji Îşaya 48:18 çawa nîşan dikin, wekî em dikarin heta-hetayê li gora prînsîpên Yehowa bijîn?
16 Gelo tu berxwe dikevî, hela tuyê bikaribî roj bi roj, sal bi sal li gora prînsîpên Yehowa bijî? Dîna xwe bidê ku Îşaya 48:18-da Yehowa çi dibêje (bixûne). Yehowa soz dide ku heqiya me wê bibe “mîna lêyên [pêlên] berê”. Bide ber çevê xwe ku tu ber berê sekinî yî û pêlên avê pey hev tên. Gelo tuyê bifikirî ku rojekê, ev pêl wê xilaz bin? Na! Tu zanî ku pêl bi hezara sala devê berê dikevin, û wê heta-hetayê usa be.
17 Heqiya te dikare bibe mîna pêlên berê! Gelo çi cûreyî? Pêşiya ku tu safîkirinekê bikî, bifikire ku Yehowa wê bixwesta wekî tu çi bikî, û hema usa jî bike. Safîkirina te çiqas çetin be jî, Bavê teyî dilovan wê alî te bike, wekî tu her roj li gora rastiyê bijîyî (Îşaya 40:29-31).
18. Çima gerekê em kesên din li gora nihêrandina xwe sûcdar nekin?
18 Gava 3: Bihêle wekî Yehowa safî ke, ku çi rast e û çi na . Çaxê em ser xwe dixebitin ku li gora prînsîpên Yehowa bijîn, em gerekê fesal bin, wekî kesên din sûcdar nekin û xwe ji wan çêtir hesab nekin. Îzina me tune ku li gora nihêrandina xwe meriva sûcdar kin, çimkî “Hakimê temamîya dinyayê” Yehowa ye (Destpêbûn 18:25). Yehowa em kifş nekirine, wekî kesên din sûcdar kin. Îsa usa got: “Loma nekin, ku lome li we nebin” (Metta 7:1).b
19. Ûsiv ça nîşan kir, wekî ewî îtbariya xwe dîwana Yehowa dianî?
19 Were em dîsa dîna xwe bidine serhatiya Ûsiv. Ewî meriva sûcdar nedikir, hela hê wana jî, yên ku xirabî wî dikirin. Birên wî nemamiya wî kirin, û ew ça xulam firotine dîltiyê û paşê bavê xwera gotin, wekî ew miriye. Gelek sal şûnda, Ûsiv dîsa rastî birên xwe hat. Vî çaxî ew îda serwêrekî qewî bû, û dikaribû dîwana wan bikira û heyfê hilda. Birên wî çiqas jî seva kirên xwe poşman bibûn, dîsa jî ewana ditirsiyan ku Ûsiv wê heyfê hilde. Lê Ûsiv wanra got: “Netirsin, çima ez dewsa Xwedê digirim?” (Destpêbûn 37:18-20, 27, 28, 31-35; 50:15-21). Belê, Ûsiv bi milûktî ev yek da destê Yehowa, çimkî ewî zanibû wekî tenê îzina Yehowa heye dîwana meriva bike.
20-21. Seva ku em xwe ji kesên din çêtir hesab nekin, gerekê em çi bikin?
20 Mîna Ûsiv, em jî her tiştî didin destê Yehowa. Mesele, em nafikirin, wekî em zanin ku bi çi nêtî û çira xûşk-bira filan tiştî dikin, çimkî em nikarin bivînin ku dilê wanda çi heye. Tenê Yehowa zane ku nêta meriva bi rastî çi ye (Metelok 16:2). Ev meriva hiz dike. Firqî tune meriv ji çi miletî yan berekî ye, ew dixwaze wekî em jî çev bidine wî (2 Korintî 6:13). Lema jî, em her tiştî dikin ku hemû neferên malbeta xweye ruhanî hiz bikin, û wana sûcdar nekin.
21 Usa jî, gerekê em kesên ku Şedên Yehowa nînin jî sûcdar nekin (1 Tîmotêyo 2:3, 4). Qe teyê derheqa merivekî xweyî nebawermend usa bigota, “Ewê tu cara rastiyê qebûl neke”? Tenê kesê qure, yê ku xwe ji merivên din çêtir hesab dike, wê usa bêje. Yehowa mecalê dide hemû meriva, wekî kirên xweye nerast tobe bikin (Karên Şandiya 17:30). Tu car bîr nekin, wekî Yehowa wan meriva, yên ku xwe ji kesên din çêtir hesab dikin, ça merivên nerast hesab dike.
22. Te çira safî kiriye ku rastiyê hiz bikî?
22 Hergê em prînsîpên Yehowaye rastiyê qîmet kin, emê şabûnê bistînin û kesên dinra bibin meseleke baş. Axiriyêda, ewana wê hê zêde me hiz bikin û diha nêzîkî Xwedê bin. Were em hertim “tî û birçiyê rastîqedandinê” bin (Metta 5:6). Bawer be, ku Yehowa divîne wekî tu ser xwe dixebitî û ew timê pêşdaçûyîna tera şa dibe. Dinyayêda nerastî çiqas zêde be jî, hêviya xwe unda neke. Tu car bîr neke, ku “Xudan rasta hiz dike” (Zebûr 146:8).
KILAMA 139 Her Tiştên Nû Bidin Ber Çevê Xwe
a Vê dinya xirabda, kesên ku rastiyê hiz dikin, gelek hindik in. Lê dîsa jî, bi mîlyona meriv xwe riya rastiyê digirin. Bêşik, tu jî yek ji wan î. Tu xwe li vê rê digirî, çimkî Yehowa hiz dikî, û Yehowa jî rastiyê hiz dike. Gelo em ça dikarin rastiyê hê zêde hiz kin? Vê gotarêda, emê bivînin ku rastî û heqî çi ye û em ça dikarin ji vê yekê karê bistînin. Usa jî, emê dîna xwe bidin çend gavên ku wê alî me bikin, wekî em vî hunurî hê zêde hiz bikin.
b Carna lazim e ku rûspiyên civatê çawa hakim, derecên usa lêkolîn bikin, yên ku gunê giran û tobekirinêva girêdayî ne (1 Korintî 5:11; 6:5; Aqûb 5:14, 15). Lê dîsa jî, ewana bi milûktî tînin ser xwe, wekî nikarin dilê meriva bivînin. Ewana fem dikin ku bi navê Yehowa vê yekê dikin (2 Dîrok 19:6 beramber ke). Lema jî, ewana li gora prînsîpên Yehowaye rem û heq, dîwana kesekî dikin.