KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • wp23 № 1 rûp. 6-7
  • 1 | Dua—“Hemû Xemên Xwe Bavêjine ser Wî”

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • 1 | Dua—“Hemû Xemên Xwe Bavêjine ser Wî”
  • Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Belakirinê) — 2023
  • Binserî
  • Têmên Mîna Wê
  • Ev Çi Tê Hesabê
  • Ev Yek Ça Dikare Alîkariyê Bide
  • Hemû Xemên Xwe Bavêje ser Yehowa
    Derheqa Padşatiya Yahowa Elam Dike (Bona Hînbûnê) — 2016
  • Kitêba Pîroz Çi Dibêje?
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Belakirinê) — 2017
  • Tu Ça Dikarî ber Xemên Xwe Sebir kî?
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Hînbûnê) — 2022
  • Bi saya Dua Nêzîkî Xwedê be
    Şa be Jîyînêra Heta-Hetayê!—Kûrsa Hînkirina Kitêba Pîroz
Hê Zêde Binihêre
Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Belakirinê) — 2023
wp23 № 1 rûp. 6-7
Xortê cahil destê xwe daniye ser sîngê xwe û bi dil dua dike.

1 | Dua “Hemû Xemên Xwe Bavêjine ser Wî”

KITÊBA PÎROZ DIBÊJE: “Hemû xemên xwe bavêjine ser [Xwedê], çimkî ew bona we xem dike” (1 PETRÛS 5:7).

Ev Çi Tê Hesabê

Yehowa Xwedê me hêlan dike, ku em wîra derheqa hemû xemên xwe gilî kin (Zebûr 55:22). Firqî tune problêma me mezin e yan biçûk e, em dîsa jî dikarin Yehowara dua bikin. Yehowa bêtalaş nîne hindava hestên me û ew bona me xem dike. Çaxê em wîra dua dikin, em edilaya dil distînin (Fîlîpî 4:6, 7).

Ev Yek Ça Dikare Alîkariyê Bide

Çaxê em ji bo nexweşiya êmosiyalî diçerçirin, em dikarin tenêbûn ser xwe texmîn kin. Merivên din ne hertim dikarin têderxin em çi êşê dikişînin (Metelok 14:10). Lê çaxê em bi dil û can Xwedêra duada derheqa hestên xwe gilî dikin, ew bi dil guh dide me û me fem dike. Lema jî Yehowa dixwaze, ku em wîra derheqa her xemên xwe gilî kin, çimkî ew haş êşa me heye (2 Dîrok 6:29, 30).

Çaxê em duada tevî Yehowa xeber didin, ev yek baweriya me hindava vê yekê qewî dike, ku ew bona me xem dike. Em mîna zebûrbêj xwe texmîn dikin, yê ku usa dua kir: “Ser merimîya minda Te nihêrî û telî-tengîya min pê hesîyayî” (Zebûr 31:7). Zanebûna vê yekê ku Yehowa rind zane em çi êşê dikişînin, alî me dike çetinayada sist nebin. Ew ne ku tenê êşa me divîne, lê alî me dike, ku em berdiliyê û hêlanê Kitêba Pîrozda bivînin.

Kitêba Pîroz Çawa Alîkariyê Dide Cûlîan

Çawa Berxweketin ser Min Hukum Dike

Cûlîan.

“Ez himberî berxweketinê û nexweşiya psîxîkî şer dikim, ya ku nêrvava girêdayî ye. Berxweketina min dikare nişkêva destpêbe. Ez dikarim xwe baş texmîn kim û nişkêva bê menî destpêkim berxwe kevim. Ez diha zêde dikevime strêsê gava tevî meriva me, çimkî ez berxwe dikevim seva vê yekê, ku ewana derheqa min çi difikirin.

“Merivên ku derheqa nexweşiya min zanin, gelek alî min dikin. Lê carna ewana tiştên usa dibêjin, çi ku minê nexwesta bibihîsta. Dîsa jî ez ji wana razî me, ku ewana dixwazin alî min bikin.

“Carna, ji bo nexweşiya min minra çetin e dua bikim. Ez qewatê didime xebatê, ku dil û hişê xwe hazir kim, wekî bikaribim duada tevî Yehowa xeber dim. Cûre-cûre fikir dikevine hişê min û ez tevlihev dibim. Çaxê ez nikarim fikirên xwe kontrol kim, minra çetin e Yehowara gilî kim, derheqa çi ez difikirim û çi texmîn dikim”.

Kitêba Pîroz Çawa Alî Min Dike

“Ez ji hînbûna Kitêba Pîroz pêhesiyam, ku eseyî nîne duayên min dirêj û bi xeberên xweş bin, seva ku Xwedê guh bide min. Çaxê ez nikarim xebera topî ser hev kim, ez tenê usa dibêjim: ‘Yehowa, lava dikim alî min bike’. Hela hê wî çaxî jî ez texmîn dikim ça Yehowa min fem dike û caba duayê min dide. Xêncî duakirinê, min usa jî alîkarî ji mêdîsînayê stand. Ez gelek şa me, ku bi saya wan herdu tişta halê min diha baş bûye. Rast e minra qewat lazim bû ku alîkariyê ji Yehowa bixwazim, lê ew yek hêjayî vê yekê bû, ku hizkirin û alîkariya Bavê xweyî ezmana ser xwe texmîn kim”.

Alîkarî Bona Zara

Vîdêo “Bibe Dostê Yehowa—Hergav Dua Bike”.

Ser malpera jw.org, pêbihesin ku çima hûn dikarin bawer bin, wekî Yehowa duayên we dibihê û cab dide.

Binihêre vîdêo Bibe Dostê Yehowa —Hergav Dua Bike

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Elametiyên Konfêdênsîal
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin