KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • w23 Hezîran rûp. 31
  • Pirsên Xwendevana

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Pirsên Xwendevana
  • Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Hînbûnê) —2023
  • Têmên Mîna Wê
  • Cibrayîl Meryemêra Eyan Dibe
    Dersên Qîmet ji Xebera Xwedê
  • Pirsên Xwendevana
    Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Hînbûnê) — 2017
Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Hînbûnê) —2023
w23 Hezîran rûp. 31

Pirsên Xwendevana

Çaxê Îsa hate bûyînê, Ûsiv û Meryem çira venegeriyane Nisretê, lê Beytlehmêda man?

Kitêba Pîroz caba vê pirsê nade. Lê Kitêba Pîroz besa çend tişta dike, yên ku diqewime ser safîkirina Ûsiv û malbeta wî hukum kiribûn.

Melekek Meryemêra gotibû ku ewê hemle derkeve û zarekê bîne. Çaxê melek ev yek gotê, Ûsiv û Meryem li Nisreta Celîlê dijîtin. Ûsiv ji wî bajarî bû (Lûqa 1:26-31; 2:4). Çaxê ewana ji Misirê vegeriyan, ewana dîsa Nisretêda cîwar bûn. Îsa wêderê mezin bû (Metta 2:19-23). Lema jî gava em derheqa Îsa Mesîh, Ûsiv û Meryemê difikirin, bajarê Nisretê dikeve bîra me.

Yek ji merivên Meryemê, jinikeke bi navê Êlîzabêt bû, ya ku Cihûdayêda dijît. Êlîzabêt jina kahînekî bi navê Zekerya bû, û ew diya Yûhennayê Nixumdar bû (Lûqa 1:5, 9, 13, 36). Meryem çûbû serîkî Êlîzabêtê xe û sê meha cem wê, Cihûdayêda mabû. Paşê, Meryem vegeriya Nisretê (Lûqa 1:39, 40, 56). Lema jî, herêma Cihûdayê wêra nas bû.

Gava ferman hate dayînê “ku her kes navê xwe bide nivîsarê”, Ûsiv li gora vê fermanê ji Nisretê çû bajarê Beytlehmê, yê ku dihate navkirinê ‘bajarê Dawid’. Pêşda hatibû pêxembertîkirinê ku Mesîh wê li wêderê bê bûyînê (Lûqa 2:3, 4; 1 Samûyêl 17:15; 20:6; Mîxa 5:2). Paşî ku Îsa Beytlehmêda hate bûyînê, Ûsiv tevî malbeta xwe wêderê ma. Usa Meryem mecbûr nîbû ku tevî zara xweye virnî bikeve riya dûr û here Nisretê. Usa jî, ji ber ku Beytlehm weke 9 kîlomêtira ji bajarê Orşelîmê dûr bû, wanra hêsa bû ku zara xwe bivine paristgehê û qurbanekê li gora Qanûna Mûsa bidin (Qanûna Kahîntiyê 12:2, 6-8; Lûqa 2:22-24).

Melekê Xwedê Meryemêra gotibû, wekî kurê wê Îsa, wê textê Dawid war be û padşatiyê bike. Diqewime Ûsiv û Meryem gelek şa bûn ku Îsa bajarê Dawidda hate bûyînê (Lûqa 1:32, 33; 2:11, 17). Dibeke wana dixwest wêderê bimana heta ku bizanibin hela xwestina Xwedê bona wan çi ye.

Em nizanin ku çiqas wext derbaz bû heta ku steyrnas gihîştin Beytlehmê. Lê malbeta Ûsiv îda malekêda diman, û Îsa îda zara virnî nîbû (Metta 2:11). Dewsa ku ewana vegerin Nisretê, ewana Beytlehmêda cîwar bibûn.

Hêrodes “emir kir ku hemû zarokên kurîne li Beytlehmê û dor berê wê, yên du salî û ji wan biçûktir hebûn, ku bêne kuştinê” (Metta 2:16). Lema jî, Xwedê Ûsivra got ku ew tevî malbeta xwe bireve Misirê û wêderê bimîne, heta ku Hêrodes bimire. Paşê Ûsiv tevî malbeta xwe çû Nisretê. Lê gelo ewana çira venegeriyane Beytlehmê? Seva ku him dûrî kurê Hêrodes Arxêlayo bin, yê ku serwêrekî zulim bû, him jî guh bidin temiya Xwedê. Nisretêda, wana dikaribû Îsa bibûna xweyî û ça xizmetkarekî Xwedê mezin kirana (Metta 2:19-22; 13:55; Lûqa 2:39, 52).

Ûsiv mir pêşiya ku Îsa Mesîh riya bona jîyîna ser ezmana vekir. Lema jî, Ûsiv wê bona jîyîna ser erdê bê saxkirinê. Dinya tezeda emê bikaribin ji wî bipirsin ku paşî bûyîna Îsa, ew çira tevî malbeta xwe Beytlehmêda ma.

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Elametiyên Konfêdênsîal
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin