RÊBERÎ BONA LÊKOLÎNÊ
Mêtodên bona Hînbûna Şexsî û Qulixkirina Tevî Malbetê
Em ne tenê ser civata yan jî civatên mezin Yehowa dihebînin, lê usa jî şexsî û tevî malbeta xwe. Were em dîna xwe bidinê, ku çi cûreyî em dikarin hînbûna şexsî û qulixkirina tevî malbetê derbaz kin:
Xwe bona civata hazir kin. Mesele, kilamên bona civatê bistirên û alî hemû neferên xwe bikin, wekî bona civatê cabên xwe hazir kin.
Serhatîke Kitêba Pîroz bixûnin. Paşê, derheqa çi jî we xwendiye, şikil bineqişînin. Yan jî binivîsin wekî hûn ji vê serhatiyê çi hîn bûne.
Lêkolîn kin derheqa duakî, kîjan ku Kitêba Pîrozda tê gotinê, û bifikirin ew ça dikare alî we bike, wekî hûn duayên xwe baş kin.
Ser jw.org vîdêoyekî binihêrin û paşê derheqa vê yekê tevî kesekî şêwir kin, yan jî hine fikirên ji vê vîdêoyê xwera binivîsin.
Xwe bona xizmetiyê hazir kin û paşê ça temaşe nîşan kin.
Dîna xwe bidine tebiyetê û ser vê yekê bifikirin û şêwir kin, ku ew derheqa Yehowa çi me hîn dike.a
a Binihêre gotar “Bi Saya Efrîna Derheqa Yehowa Pêbihese” ji Birca Qerewiliyê, ya meha Adarê, sala 2023.