KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • w24 Cotmeh rûp. 30
  • We Zanibû?

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • We Zanibû?
  • Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Hînbûnê)—2024
Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Hînbûnê)—2024
w24 Cotmeh rûp. 30
Sazbendên Îsraêlî li borî û çenga dixin û bi dengê bilind kilamên bona pesindayîna Yehowa dibêjin.

We Zanibû?

Wedê berê mûzîka bona Îsraêliya çiqas ferz bû?

MÛZÎKA kûltûra Îsraêla berêda tiştekî ferz bû. Kitêba Pîroz çend cara besa mûzîka û kilama dike. Nivîsarên Pîroz weke ji sedî deh ji kilama pêk tên. Mesele, kitêbên Zebûr, Stiranên Silêman û Lûrînên Yêremya gişk kilam in. Li gora kanîke Kitêba Pîroz, Îsraêliya cûre-cûre derecên emirê xweda mûzîka didane xebatê (Music in Biblical Life).

Jîyîna herrojîda. Îsraêliya hestên xwe bi mûzîkê didane kifşê (Îşaya 30:29). Çaxê padşên teze dihatine kifşkirinê, ser cejina û paşî serketinên eskerî, jina bi şabûnê kilam digotin û defê dixistin (Hakimtî 11:34; 1 Samûyêl 18:6, 7; 1 Padşatî 1:39, 40). Usa jî gava kesek dimir, Îsraêliya dîrok digotin (2 Dîrok 35:25). Çawa ku kanîkêda tê gotinê, “Îbraniya gelek mûzîka hez dikirin” (Cyclopedia, McClintock û Strong).

Padşên Îsraêlê mûzîka hez dikirin. Padşên Îsraêlê jî ji mûzîkê şabûn distandin. Mesele, Şawûl Padşa gazî Dawid kir, wekî ew bona wî li çengê xe (1 Samûyêl 16:18, 23). Çaxê Dawid bû padşa, ewî hacetên mûzîkê çêdikirin, kilamên xweş dinivîsîn û orkêstir bona paristgeha Yehowa saz kir (2 Dîrok 7:6; Amos 6:5). Qesira Silêman Padşada stiranbêj hebûn, him jin him jî mêr (Waîz 2:8).

Mûzîka hebandinêda. Îsraêliya mûzîka didane xebatê, wekî Yehowa bihebînin. Paristgeha Orşelîmêda 4 000 sazbend hebûn (1 Dîrok 23:5). Wana li zîl, saz, çeng û pê boriya miqam lêdixistin (2 Dîrok 5:12). Xêncî van kesên hoste, cimetê jî bi mûzîkê Yehowa diheband. Mesele, usa tê femkirinê, ku gava Îsraêlî bona cejina diçûne Orşelîmê, wana kilam digotin. Ew kilam dihatin navkirinê ça “Kilamên Hilkişandinê” (Zebûr 120-134). Usa jî, li gora nivîsarên Cihûya, wedê şîva Cejina Derbazbûnê, Îsraêliya Zebûrên Halêlêa digotin.

Îro jî mûzîka bona xizmetkarên Xwedê ferz e (Aqûb 5:13). Em ser civata kilama dibêjin (Efesî 5:19). Mûzîka yektiya nav meda diha qewî dike (Kolosî 3:16). Usa jî gava em dikevine derecên çetin, mûzîka qewatê dide me (Karên Şandiya 16:25). Bi saya mûzîkayê, em dikarin nîşan kin, ku em Yehowa hez dikin û baweriya xwe wî tînin.

a Cihûya Zebûrên 113 heta 118 nav dikirin ça “Zebûrên Halêlê”. Ev zebûr bona pesindayîna Yehowa didane xebatê.

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Elametiyên Konfêdênsîal
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin