KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • wp25 № 1 rûp. 3
  • Kul-Derdên ji bo Şer û Tevlihevbûna

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Kul-Derdên ji bo Şer û Tevlihevbûna
  • Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Belakirinê)—2025
  • Binserî
  • Têmên Mîna Wê
  • ESKER
  • BINELÎ
  • Dinya bi Şer û Tevlihevbûnê Tijeda Edilayê Bivînin
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Belakirinê)—2025
  • Şerê Ûkraînêda Îda Sala Dudaye Berdewam Dibe—Kitêba Pîroz Çi Hêvî Dide?
    Têmên Din
  • Bi Trîlîona Pere bona Şer Hatiye Xerckirinê—Lê bi Rastî Zirara Vê Yekê Çiqas Mezin e?
    Têmên Din
  • Şer û Tevlihevbûn Ça Hukum Dike Ser Me Her Kesî?
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Belakirinê)—2025
Hê Zêde Binihêre
Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Belakirinê)—2025
wp25 № 1 rûp. 3
Şikil: 1. Ser şikil serçevê esker e, ku nîvîda tê kifşê. 2. Ser şikil serçevê kulfeteke emirda mezin e, ku nîvîda tê kifşê.

Kul-Derdên ji bo Şer û Tevlihevbûna

Şer derdekî giran tîne wan merivara, yên ku rastî vê tên. Eskera û bineliya nav temamiya dinyayêda ser xwe texmîn kirine, wekî şer kul-derdên çiqas mezin tîne.

ESKER

“Tu timê divînî ku der-dorê te meriv ça têne kuştinê, yan jî dibine nivîşkan, lema jî timê xwe bin xofêda û nerihet texmîn dikî”—Garî, Brîtanya.

“Ez ketibûme ber gula, pişta min û serçevê min birîndar bibûn, min didît ku gelek meriv ça hatibûne kuştinê, û nav wanda zar usa jî yên mezin hebûn. Şer meriva dike dilkevir”—Wîlmar, Kolombya.

“Çaxê kesek ber çevê te tê kuştinê, tu nikarî vê yekê ji hişê xwe derxî. Nale-nal û qara-qara wî merivî ji guhê te dernayê. Û tu qe nikarî wî bîr kî”—Zafîra, Dewletên Yekbûyî.

BINELÎ

“Ez difikirîm ku ezê îda tu cara bextewar nîbim. Tu bona emirê xwe ber xwe dikevî, lê diha zêde bona emirê nefer û hevalên xwe ditirsî”—Olêksandra, Ûkraîna.

“Tirseke mezin dikete dilê me, çimkî em gerekê bona xwarinê siriyêda bisekiniyana ji şev siheta duda heta şebeqê siheta yanzdeha, û me nizanibû emê sax bimînin yan na”—Dêlêr, Tacîkistan.

“Ji bo şer min dê-bavê xwe unda kir. Ez êtîm mam û kesek îda tune bû, wekî ber dilê minda bê û bona min xem bike”—Marî, Rwanda.

Rast e wan hemû meriva kul-derd dîtine, lê dîsa jî wana berdilî dît. Xêncî vê yekê, ewana bawer in, ku hemû şer-dew û zulmî wê zûtirekê bêne hildanê. Vê jûrnala Birca Qerewiliyêda ser hîmê Kitêba Pîroz wê bê şirovekirinê, ku ça ev yek wê bê sêrî.

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Elametiyên Konfêdênsîal
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin