KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • w25 Sibat rûp. 2-7
  • Em Gelek Razî ne ku Yehowa Dibaxşîne Me

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Em Gelek Razî ne ku Yehowa Dibaxşîne Me
  • Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona hînbûnê seva)—2025
  • Binserî
  • Têmên Mîna Wê
  • NÊT: LIHEVHATIN
  • RÊ: KEWANDIN
  • QÎMET: KIRÎN
  • AXIRÎ: AZABÛN Û RASTHESABBÛN
  • Em ji Qurbana Îsa Çi Hîn Dibin?
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona hînbûnê seva)—2025
  • Em Ça ji Hezkirina Yehowa Karê Distînin?
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona hînbûnê seva)—2025
  • Baxşandina Yehowa bona Me Çi Tê Hesabê?
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona hînbûnê seva)—2025
  • Yehowa Çi Kiriye ku Me ji Gune û Mirinê Xilaz ke?
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Hînbûnê)—2024
Hê Zêde Binihêre
Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona hînbûnê seva)—2025
w25 Sibat rûp. 2-7

GOTARA BONA HÎNBÛNÊ 6

KILAMA 18 Bona Qurbanê Razî ne

Em Gelek Razî ne ku Yehowa Dibaxşîne Me

“Xwedê dinya usa hez kir, wekî Kurê xweyî tayê-tenê da” (YÛHENNA 3:16).

VÊ GOTARÊDA

Vê gotarêda emê pêbihesin, ku ça razîbûna xwe Yehowara hê zêde bidine kifşê bona vê yekê, ku ew gunên me dibaxşîne me. Û usa jî emê pêbihesin, ku ew ser hîmê çi dibaxşîne me.

1-2. Çi cûreyî halê însanetê mîna halê vî xortî ye, dê-bavê kîjanî mirin?

BIDE ber çevê xwe xortekî, ku malbeteke dewletîda mezin bûye. Rojekê, dê-bavê wî dikevine qeziyê û dimirin. Ev yek derdekî giran dike dilê wî. Lê xêncî vê yekê, tiştekî din jî tê serê vî xortî. Ew pêdihese, ku dê-bavê wî hemû hebûka xwe xerc kiribûn û serda jî ketibûne bin deynên mezin. Niha, dewsa ku ew bibe xweyê mal û milk, ew dibe xweyê deyna. Merivên ku pere deynî dabûne dê-bavê wî, zorê wî dikin wekî ew perê wan zû vegerîne. Deyn usa mezin e, ku qewata wî nagihîjê vî deynî dade.

2 Dikarin bêjin, ku halê me mîna halê vî xortî ye. Dê-bavê me, Adem û Hêwa, merivên bêqisûr bûn û cineta bedewda dijîtin (Destpêbûn 1:27; 2:7-9). Mecala wan hebû, ku heta-hetayê bextewar bijîn. Lê nişkêva her tişt hate guhastinê. Wana mecala xwe ku cinetêda heta-hetayê bijîn, unda kir. Gelo wana çi zarên xwera hîşt? Kitêba Pîroz dibêje: “Çawa bi merivekî [Adem] gune kete dinê û ji gune jî mirin hat, usa jî mirin ser hemû meriva bela bû, çimkî hemûya jî gune kir” (Romayî 5:12). Belê, milkê ku Adem mera hîştiye, gune û mirin e. Ew gunê ku ça milk derbazî me bûye, mîna deynekî mezin e, ku qewata me nagihîjê ewî deynî dadin (Zebûr 49:8).

3. Gunên me çira beramberî deyna dibin?

3 Îsa gune beramberî deyn kir (Metta 6:12; Lûqa 11:4). Gava em gune dikin, em dikevin bin deyna, û îzina Yehowa heye ji me dewa ke, ku em deynê xwe bidin. Hergê Yehowa delîlek nekira, wekî gunê me bihata baxşandinê, wî çaxî tenê mirinê wê gunê me betal kira, û gumana me ku heta-hetayê bijîn, wê tune bûya (Romayî 6:7, 23).

4. (a) Hergê Xwedê alî me nekira, çi wê bihata serê me gunekara? (Zebûr 49:7-9) (b) Kitêba Pîrozda xebera “gune” çi tê hesabê? (Binihêre çargoşe bi navê “Gune”).

4 Em nikarin tiştên ku Adem û Hêwayê unda kiribûn, bi qewata xwe dîsa vegerînin (Bixûne Zebûr 49:7-9). Hergê Xwedê alî me nekira, mecala me wê tune bûya ku heta-hetayê bijîn, yan jî bihatana saxkirinê. Bi rastî, mirina me wê bibûya mîna mirina heywana, çimkî heywan nayêne saxkirinê (Waîz 3:19; 2 Petrûs 2:12).

Gune

Kitêba Pîrozda, xebera “gune” çend tişt tê hesabê:

  • Ya pêşin, gune yan jî neheqî, ku Adem himberî Yehowa kiribû (Destpêbûn 3:17-19; Romayî 5:14, 17).

  • Ya duda, qisûrdarî, ku ji bo gunê Adem derbazî me hemûya bûye (Zebûr 51:5).

  • Ya sisiya jî, kirên meye nerast, yên ku em bi hemdê xwe, yan bêhemdê xwe dikin, ji bo vê yekê ku me qisûrdarî çawa milk standiye (Yûhenna 8:34; Aqûb 1:14, 15).

5. Bavê meyî dilovan ça alî me kiriye deynê gunê xwe bidin? (Binihêre şikil.)

5 Bifikirin derheqa vî xortê cahil, ku me besa wî kiribû. Hergê merivekî dewletî bihata û bigota ku ew hazir e hemû deynên wî dade, gelo vî xortî wê ça xwe texmîn kira? Bê şik, ev xort wê gelek razî bûya û ev pêşkêşa qîmet qebûl kira. Hema bi wî cûreyî bavê meyî dilovan, Yehowa, pêşkêşek daye me, kîjan ku deynê gunê me dadide, ya ku me ji Adem standiye. Îsa usa got: “Xwedê dinya usa hez kir, wekî Kurê xweyî tayê-tenê da, seva ku her kesê ku baweriya xwe wî tîne, nemire, lê jîyîna heta-hetayê bistîne” (Yûhenna 3:16). Usa jî bi saya vê pêşkêşê, em dikarin bibine dostên Yehowa.

Şikil: 1. Îsa şev şedetiyê dide. 2. Eskerên Romê cinyazê Îsa ji stûna cefayê peya dikin.

Îsa mizgîniya xêrê derheqa baxşandina Yehowa elam dikir, ya ku ser hîmê qurbanê bû (Yûhenna 3:16). Paşê jî Îsa bi rezedilî emirê xwe bona me berva da, wekî me ji gune û mirinê xilaz ke (Binihêre abzasa 5)


6. Vê gotarêda emê çi şêwir kin û çira?

6 Gelo em ça dikarin ji vê pêşkêşa qîmet karê bistînin, wekî gunên me, dêmek deynên me, bêne baxşandinê? Seva ku caba vê pirsê bistînin, emê hine xeberên Kitêba Pîroz lêkolîn kin, mesele lihevhatin, kewandin, kirîn, azabûn û rasthesabbûn. Gava em bifikirin, ku Yehowa çi kiriye wekî gunê me bibaxşîne, ev yek wê alî me bike diha zêde ji wî razî bin.

NÊT: LIHEVHATIN

7. (a) Adem û Hêwayê dîsa çi unda kirin? (b) Ça zarên Adem û Hêwayê, em hewcê çi ne? (Romayî 5:10, 11)

7 Xêncî vê yekê ku Adem û Hêwayê mecala jîyîna heta-hetayê unda kirin, wana dostiya xweye qîmet tevî Bavê xwe Yehowa jî unda kir. Sêrîda, Adem û Hêwa para malbeta Xwedê bûn (Lûqa 3:38). Lê gava ewana himberî Yehowa derketin, pêşiya ku zar wanra hatine bûyînê, ewana ji malbeta Wî hatine derxistinê (Destpêbûn 3:23, 24; 4:1). Em zarên wan in, lema jî em hewcê vê yekê ne, ku tevî Yehowa li hev bên (Bixûne Romayî 5:10, 11). Bi giliyên mayîn bêjin, em gerekê heleqetiya baş tevî Xwedê qazanc kin. Li gora kanîkê, xebera Yûnanî, ya ku hatiye welgerandinê ça “lihevhatin”, dikare bê hesabê wekî kesek “dijminê xwe dike dostê xwe”. Ça hewas e, ku Yehowa bona vê yekê gava pêşin avîtiye. Gelo ewî çi kiriye?

RÊ: KEWANDIN

8. Kewandin çi ye?

8 Bi saya kewandinê Yehowa rê vekiriye, wekî merivên gunekar dîsa bibine dostên wî. Ev tê hesabê ku dewsa tiştekî undabûyî, tiştekî din, qîmeta kîjanî mîna ya undabûyî ye, tê dayînê. Bi vî cûreyî, tiştê undabûyî yan xirabbûyî dikare dîsa bê vegerandinê. Nivîsarên Yûnanîda jî tê gotinê ku Yehowa rê vekir, wekî mecala meriva hebe bibine dostên wî û tevî wî edilayêda bin (Romayî 3:25).

9. Yehowa kîjan mêtoda wedelû saz kir, wekî gunên Îsraêliya bibaxşîne?

9 Yehowa mêtodeke wedelû saz kiribû, seva ku gunên Îsraêliya bêne baxşandinê û ku ewana bibine dostên wî. Her sal Îsraêliya Roja Kewandinê kifş dikirin. Wê rojê, kahînê mezin bona kara xelqê qurban dianî. Heywanên qurbankirî hilbet nikaribûn gunên kesekî bi temamî bidana hildanê, çimkî qîmeta heywana ji qîmeta meriva kêmtir e. Dîsa jî, heta ew Îsraêlî, yên ku gunên xwe tobe kiribûn, qurbanên li gora Qanûna Mûsa dianîn, Yehowa hazir bû gunên wan bibaxşîne wan (Îbranî 10:1-4). Usa jî, Qanûna Mûsa û qurbanên ku Îsraêliya berdewam dikirin bînin, dikire bîra wana wekî halê wan çiqas xirab e û ewana hewce ne, ku bi saya tiştekî diha mezin gunê wan bi temamî bê baxşandinê.

10. Seva ku gunên însanetê bêne baxşandinê, Yehowa çi kir?

10 Gelo Yehowa çi kir seva ku bi temamî gunên însanetê bibaxşîne wan? Ewî Kurê xweyî delal şande ser erdê, wekî “carekê bona gunehildana geleka” wî bike qurban (Îbranî 9:28). Bi wî cûreyî Îsa “emirê xwe ber gelekava” da (Metta 20:28). Gelo ev yek çi tê hesabê?

QÎMET: KIRÎN

11. (a) Li gora Kitêba Pîroz, kirîn çi ye? (b) Tenê kê dikaribû bahê layîq bona kirînê bida?

11 Li gora Kitêba Pîroz, kirîn heqê bona lihevhatinê û kewandinê ye.a Li ber çevê Yehowa, kirîn mecalê dide, wekî tiştên undabûyî tezeda bêne destxistinê. Gelo çi cûreyî? Adem û Hêwayê him bêqisûrtiya xwe him jî mecala jîyîna herheyî unda kirin. Lema jî, lazim bû ku qîmeta kirînê bi qasî qîmeta tiştên undabûyî be (1 Tîmotêyo 2:6). Tenê merivekî gihîştî, yê ku (1) bêqisûr bû, (2) mecala wî hebû heta hetayê ser erdê bijî û (3) hazir bû emirê xwe bona kara me qurban ke, dikaribû bibe heqê layîq, û emirê ku însanetê unda kir, bikire.

12. Çira Îsa layîq bû, ku bibe qurban?

12 Were em sê meniya şêwir kin, ku çira Îsa Mesîh layîq bû, wekî bibe qurban: (1) Ew bêqisûr bû, dêmek “ewî gune nekir” (1 Petrûs 2:22). (2) Lema jî îzina wî hebû heta-hetayê ser erdê bijî. (3) Ew hazir bû jîyîna xwe bona me berva bide (Îbranî 10:9, 10). Pêşiya ku Adem gune kir, ew bêqisûr bû, û Îsa jî mîna wî bêqisûr bû (1 Korintî 15:45). Bi saya mirina xwe, Îsa heqê gunê Adem da, dêmek ewî tiştên ku Adem unda kiribû, paşda vegerand (Romayî 5:19). Bi vî cûreyî, Îsa bû “Ademê paşin”. Lema jî nelazim e ku dîsa kesekî bêqisûr emirê xweye layîqî vê yekê, berva bide, wekî tiştên ku Adem unda kiribûn, paşda vegerîne. Îsa ev yek “carekê bona her tim kir” (Îbranî 7:27; 10:12).

13. Çi firqî heye orta kewandin û qurbanbûnêda?

13 Gelo çi firqî heye orta kewandin û qurbanbûnêda? Riya ku Xwedê vekiriye, wekî însan dîsa bikaribin bibine dostên wî, tê hesabê kewandin. Qurban jî heqê kewandinê ye, dêmek kirîna însaneta gunekar. Ev heq heye xûna Îsaye qîmet, ya ku pêj meva hate rêtinê (Efesî 1:7; Îbranî 9:14).

AXIRÎ: AZABÛN Û RASTHESABBÛN

14. Niha emê dîna xwe bidine çi, û çira?

14 Gelo kara kewandinê çi ye? Kitêba Pîrozda çend gilî-gotin bona şirovekirina vê yekê hatine xebitandinê. Nêta van giliya çiqas nêzîkî hev be jî, dîsa jî her yek ji van dîna me dikişîne ser parên mexsûs ya kewandinê, ku rê vedikin wekî Yehowa bibaxşîne me. Were em dîna xwe bidinê ku mena van giliya çi ye û bivînin ku xût em ji baxşandina Yehowa çawa karê distînin.

15-16. (a) Li gora Kitêba Pîroz, em ça hatine azakirinê? (b) Ev yek ser me çawa hukum dike?

15 Li gora Kitêba Pîroz hergê qurban hatiye dayînê, ev tê hesabê em hatine azakirinê, dêmek heq derxistinê. Petrûsê şandî usa got: “Çimkî hûn zanin wekî hûn ji raw-rizimên kal-bavaye bêkêr, pê wan tiştên ku unda dibin, awa gotî zêra yan zîva nehatine kirînê [raste-rast, “azakirinê”], lê pê xûna Mesîhe qîmet-giran, ku ew çawa berxeke bêqusûr û bêleke bû” (1 Petrûs 1:18, 19).

16 Bi saya qurbanê, em dikarin ji gune û mirinê xilaz bin (Romayî 5:21). Gelo nelazim e, wekî em bona azakirina bi saya xûna Îsaye qîmet, ji dil şêkirdar bin? (1 Korintî 15:22)

17-18. (a) Çi tê hesabê, gava kesek rast tê hesabkirinê? (b) Ev yek seva me çi tê hesabê?

17 Gava kesek rast tê hesabkirinê, ev yek tê hesabê ku ew îda nayê sûcdarkirinê û gunên wîyî berê hatine bîrkirinê yan jî paqijkirinê. Gava Yehowa dibaxşîne meriva ev nayê hesabê, ku Ew normên xweye rast diteribîne. Yehowa me rast derdixe, ne ji bo ku em hêjayî vê yekê ne, yan jî Ew çevê xwe ser gunên me digire, lê çimkî em baweriya xwe kewandinê û qurbanê tînin (Romayî 3:24; Galatî 2:16).

18 Lê ev yek, bona me her kesî çi tê hesabê? Kesên ku hatine bijartinê, wekî tevî Îsa Mesîh ser ezmana serwêrtiyê bikin, îda bûne zarên Xwedê (Tîto 3:7; 1 Yûhenna 3:1). Gunên wan hatine baxşandinê û tê bêjî wana ne jî gune kiribû, û lema jî ewana dikarin bikevine Padşatiya Xwedê (Romayî 8:1, 2, 30). Gelek kesên din jî ça dostên Xwedê, rast têne hesabê û gunên wan têne baxşandinê (Aqûb 2:21-23). Kesên ku paşî Harmegedonê sax bimînin, gumana wan heye ku tu car nemirin (Yûhenna 11:26). Kesên “heq” û “neheq”, yên ku xewa mirinêda nin, wê ji mirinê bêne rakirinê (Karên Şandiya 24:15; Yûhenna 5:28, 29). Axiriyêda, hemû xizmetkarên Yehowa, yên ku ser erdê dijîn, wê “aza bin û tevî azayî û rûmeta zarên Xwedê bin” (Romayî 8:21). Belê, em gelek hîviya wê rojê ne ku dîsa bibine merivne bêqisûr û bibine zarên Bavê xweyî ezmana, Yehowa!

19. Yehowa û Îsa bona me çi kirine, wekî halê me baş kin? (Binihêre çargoşe “Ev Gilî Çi Têne Hesabê?”)

19 Mîna xortê, ku her tişt unda kiribû û deynekî mezin ketibû stiyê wî, em jî bêçare bûn. Lê şikir Xwedêra, wekî bi saya kewandinê û qurbanê halê me îda bêçare nîne. Hergê em baweriya xwe Îsa Mesîh tînin, em dikarin ji gune û mirinê bêne azakirinê. Gunên me dikarin bêne baxşandinê, ku tê bêjî me ne jî gune kiribû. Û ya lape ferz ev e, ku em îda niha dikarin bibine dostên Bavê xweyî ezmana, Yehowa!

Şikil: 1. Merivên ji cûre-cûre mileta. 2. Îsa stûna xweye cefayê kaş dike.

Ev Gilî Çi Têne Hesabê?

LIHEVHATIN: Qirara Yehowa, wekî merivên qisûrdar heleqetiya xwe tevî wî baş kin.

KEWANDIN: Riya ku Yehowa vekiriye, wekî merivên gunekar dîsa bibine dostên wî.

KIRÎN: Qîmeta ku bona azabûna me hatiye dayînê, dêmek xûna ku Îsa Mesîh bona me rêtiye.

AZABÛN: Yehowa û Îsa bi saya kirînê me ji gune aza kirine, dêmek pêj meva deynên me dada ne.

RASTHESABBÛN: Yehowa me usa heq derxistiye, ku tê bêjî me qe gune nekiriye.

20. Gotara dinda emê çi şêwir kin?

20 Çaxê em difikirin, ku Yehowa û Îsa seva me çi kirine, dilê me bi razîbûnê tije dibe (2 Korintî 5:15). Bê alîkariya wan, gumana me wê tune bûya. Gotara dinda bi saya çend meselên ji Kitêba Pîroz emê şêwir kin, ku ça em dikarin ji baxşandina Yehowa karê bistînin.

PIRSÊN DUBAREKIRINÊ

  • Yehowa çira gunên me dibaxşîne?

  • Yehowa ser hîmê çi gunên me dibaxşîne?

  • Ev yek ku Yehowa gunên me dibaxşîne, çawa ser me hukum dike?

KILAMA 10 Rûmet kin Yehowa, Xwedayê Me!

a Ser hine zimana, xebera “kirîn” bi giliyên usa hatine welgerandinê, ku raste-rast tê hesabê “qîmeta jîyînê” yan jî “hatiye kirînê”.

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Elametiyên Konfêdênsîal
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin