Îndîanapolîs (Îndîana): Civata mezine sala 1925
1925—Sed Sal Pêşda
JÛRNALA Birca Qerewiliyê, ya 1 Çileyê, sala 1925-da usa dihate gotinê: “Mesîhî gelek hizreta vê salê bûn”. Lê paşê, gotarêda usa dihate gotinê: “Ewana çiqas jî ber xwe dikevin ku îsal çi wê biqewime, yeke ewana gerekê bi şabûnê şixulê Yehowa bînin sêrî”. Gelo sala 1925-da, Lêkolînkarên Kitêba Pîroz hîviya çi bûn? Gava tiştên ku ewana hîviyê bûn, nehatine sêrî, ça ewana dîsa jî şixulê Xwedêva mijûl bûn?
HÊVIYA KU NEHATE SÊRÎ
Lêkolînkarên Kitêba Pîroz hîviyê bûn ku sala 1925-da erd wê dîsa bibe cinet. Gelo çira? Birê Albêrt Şrêdêr, yê ku paşê bû endemê Koma Rêberiyê, usa got: “Em difikirîn ku wê demê, bijartiyên ku hê ser erdê ne wê herine ser ezmana û bikevine Padşatiya Xwedê, û xizmetkarên Xwedê yên berê, mesele Birahîm, Dawid û kesên din, wê ji mirinê bêne rakirinê û li ser erdê bibine rêberên cimeta Xwedê”. Lê gava ev hêviya wan nehate sêrî, hinek ji wan xemgîn bûn (Metelok 13:12).
Dîsa jî heçî zef ji Lêkolînkarên Kitêba Pîroz terka belakirina mizgîniyê nedan, û çiqas diçû wana fem dikir ku gerekê derheqa Yehowa şedetiyê bidin. Mesele, were em dîna xwe bidinê ku wana çi dikir, wekî rastiya Kitêba Pîroz her dera bê belakirinê.
MIZGÎNÎ BI SAYA RADÎOYÊ BELA DIBE
Sala 1924-da radîoya, bi navê WBBR gelek belabûyî bû. Lema jî Lêkolînkarên Kitêba Pîroz nêzîkî bajarê Çîkagoyê, stansiyeke teze ava kirin. Navê vê WORD bû. Ralf Lêflêr, înjînêrekî ku avakirina stansiyayêda kar kiribû, usa got: “Şevên sare zivistanêda, dengê vê radîoyê digihîşte ciyên gelek dûr jî”. Mesele, malbeteke ku li bajarê Pîlot Stêşinda (Alaska) dijît, yek ji bernamên pêşin bihîst. Paşê jî wana stansiyayêra neme nivîsî û bona bernama xweş razî bûn, ya ku alî wan kir hê zêde derheqa Kitêba Pîroz û Xwedê zanebûnê bistînin.
Aliyê çepê: Batavya (Îlînoy): Bircên radîoyê, yên stansiya bi navê WORD
Aliyê rastê: Ralf Lêflêr ser stansiya radîoyê dixebite
Birca Qerewiliyê, ya 1 Kanûna Pêşin, sala 1925 derheqa vê radîoyê usa got: “WORD, yek ji stansiya here qewat yên Amêrîkayê ye, ya ku bi 5 000 Watt dixebite. Mesele dengê vê stansiyayê hela hê digihîje Atlantîk û Pasîfîk, Kûbayê û herêmên li bakura Alaskayê. Gelek kesên ku berê derheqa rastiyê nebihîstibûn, bi saya vê radîoyê hewasa wan pêşda hat”.
Corc Nêş
Usa jî Lêkolînkarên Kitêba Pîroz xîret dikirin, ku bi saya radîoyê mizgîniyê Kanadayêda diha zêde bela kin. Sala 1924-da, stansiya bi navê CHUC li bajarê Saskatûnê (Saskaçêvan) hate avakirinê. Ew yek ji stansiyên pêşin bû, yên ku Kanadayêda bernamên rêlîgî elam dikirin. Sala 1925-da, lazim bû ku cîkî diha mezin bona vê stansiyayê bidîtana. Lema jî teşkîletê ev stansiya kirî û stûdiyên bernamê derbazî têatra kevin, ya Saskatûnê kirin, û ev hema bona vê nêtê hate kirînê.
Bi saya vê stansiyayê, gelek kesên ku li herêmên Saskaçêvanê dijîtin, cara pêşin derheqa mizgîniyê bihîstin. Mesele, li bajarekî dûr, kulfetekê, ya ku guh dabû bernama radîoyê, nemek nivîsî û xwest ku çend edebyetên ser hîmê Kitêba Pîroz jêra bişînin. Birê Corc Nêş usa got: “Usa dihate kifşê, ku ça bêjî ewê bi dengê bilind kire gazî, ‘Me hîn kin!’ Me jî hemû parên Dersên Nivîsarên Pîroz jêra şand”. Gelek wede derbaz nebû, ku ewê jinikê destpêkir mizgîniyê li ciyên diha dûr bela ke.
RASTIYA FERZ
Jûrnala Birca Qerewiliyê, ya 1 Adarê, sala 1925-da gotarek bi navê “Bûyîna Milet” derket. Gelo ev gotar çira haqas ferz bû? Lêkolînkarên Kitêba Pîroz îda zanibûn, ku teşkîleta Mîrê-cina heye. Ev teşkîlet ji cina, ji sîstêmên rêlîgî, komêrsî û polîtîkî ne. Lê bi saya vê gotarê, “xulamê amin û serwaxt” nîşanî xûşk-bira kir, wekî teşkîleta Yehowa jî heye. Ev teşkîlet bi temamî ji teşkîleta Mîrê-cina cude dibe û miqabilî wê ye (Metta 24:45). Usa jî xulamê amin zelal kir, ku Padşatiya Xwedê sala 1914-da destpêkir serwêrtiyê bike, û ji bo şerê ku wê salê ser ezmana pêşda hat, Mîrê-cina û cinên wî ji ezmên hatibûn xwarê (Eyantî 12:7-9).
Lê hine merivara çetin bû, wekî ev femkirina teze qebûl kin. Lema jî gotarêda usa hate gotinê: “Hergê hine xwendevanên Birca Qerewiliyê vê yekêra qayîl nînin, bira ew bi sebir û bi dilekî rihet hîviya Xudanê me bin”.
Pêşengekî ji Brîtanyayê, bi navê Tom Ayr got, ku gava ev gotar derket, rêaksiya heçî zef Lêkolînkarên Kitêba Pîroz çawa bû: “Gava wana bihîst ku nêta kitêba Eyantî serê 12 çi ye, ewana gelek şa bûn. Me fem kir ku Padşatiya Xwedêye ser ezmana îda serwêrtiyê dike, û me xwest vê mizgîniyê bigihînine meriva. Lema jî me diha zêde xizmet dikir, û me fem kir ku zûtirekê Yehowa wê tiştên diha mezin bike”.
DERHEQA YEHOWA ŞEDETIYÊ DIDIN
Îro, Şedên Yehowa ev giliyên ji Kitêba Pîroz rind zanin, gava Yehowa dibêje, ku “hûn şedên min in, xulamê minî bijartî hûn in” (Îşaya 43:10, ÎM). Pêşiya sala 1925, edebyetên meda derheqa vê rêzê gelek tişt nedihate gotinê. Lê sala 1925-da, 11 jûrnalên Birca Qerewiliyêda derheqa Îşaya 43:10, 12 hatibû gotinê.
Xilaziya meha Tebaxê, sala 1925, Lêkolînkarên Kitêba Pîroz bona civata mezin li bajarê Îndîanapolîsê (Îndîana) tevayî top bûn. Ser bernama civata mezin, ev giliyên Cozêf Rûtêrford nivîsar bûn: “Em hatine ser vê civata mezin, wekî . . . ji Xwedê qewatê bistînin, ku ça şedên wî mizgîniyê bela kin”. Ser vê civata mezine heyştrojî, guhdarvan hatine hêlankirinê, wekî hemû mecala bidine xebatê, ku derheqa Yehowa şedetiyê bidin.
Roja Şemiyê, 29 Tebaxê, birê Rûtêrford gotareke xweda zelal kir, ku belakirina mizgîniyê çiqas ferz e: “Yehowa xizmetkarên xwera dibêje . . . ‘Hûn şedên min in ku ez Xwedê me’. Paşê jî ev temî wanra hate dayînê ku şedetiyê bidine mileta. Ser rûyê erdê xêncî xizmetkarên wî, ser kîjana ku ruhê Xwedê ye, kes tune ku miletara şedetiyê bide. Lema jî, ewana şedên wî ne” (Îşaya 43:12; 62:10, ÎM).
Belavoka bi navê Elametiya Hêviyê
Paşî vê gotarê, guhdarvana bi dengekî, rêzolûsiya bi navê “Elametiya Hêviyê” qebûl kirin. Têda hate gotinê ku tenê Padşatiya Xwedê dikare “edilayî, xweşî, sihet-qewat, jîyîn, azayî û şabûna heta-hetayê” bîne. Paşê ev rêzolûsiya ser çend zimana hate welgerandinê, mîna belavokê hate neşirkirinê, û 40 mîlyon kopiyên vê belavokê hatine belakirinê.
Dîsa çend sal derbaz bûn heta ku Lêkolînkarên Kitêba Pîroz xwe nav kirin Şedên Yehowa. Lê çiqas diçû wana diha baş fem dikir, ku gerekê derheqa Xwedê şedetiyê bidin.
SERLÊDANÊN DUBARE
Çaxê hejmara Lêkolînkarên Kitêba Pîroz li temamiya dinyayê zêde dibû, ewana dihatine hêlankirinê wekî serlêdana wan meriva bikin, yên ku berê guh didane mizgîniyê. Paşî kampaniya bona belakirina belavoka Elametiya Hêviyê, bernama Biyûlêtênêdaa ev rêberî derket: “Lazim e ku mizgînvan dîsa herin bal wan meriva, yên ku edebyetên me qebûl nekirine, lê belavoka Elametiya Hêviyê hildane”.
Bernama Biyûlêtênêda ya meha Çileyê, sala 1925, dihate gotinê derheqa hesabê Lêkolînkarekî Kitêba Pîroz ji Planoyê (Têxas): “Em ecêbmayî man gava me serlêdana wan mihala dikir, kîderê ku mizgînî çend cara hatibû belakirinê, meriva diha baş mizgînî qebûl dikirin, ne ku wan mihalada kîderê ku em cara pêşin diçûn, wekî şedetiyê bidin. Li herêma meda, bajarekî biçûk heye, kîderê ku mizgînî nava 10 salên derbazbûyîda, pênc cara hate belakirinê. . . . Van paşwextiya xûşka Hêndrîks û diya min, dîsa çûne wêderê û gelek kitêb bela kirin”.
Usa jî pêşengekî ji Panamayê nivîsî: “Gelek merivên ku cara pêşin berî min dabûn, cara duda yan sisiya îda diha baş guh didane min. Îsal ez hê zêde dîna xwe didime wan meriva, yên ku berê ez diçûme bal wan, û ew serlêdana carna gelek baş derbaz dibin”.
DÎNA XWE DIDINE AXIRIYÊ
Nema xweye hersalîda, birê Rûtêrford hemû pêşengara besa şixulên salê kir, û dîna wan kişande ser şixulê ku pêşiya wan bû. Ewî got: “Sala par, we dilbînî da gelek kesên xemgîn. Bi saya vê yekê, we jî şabûneke mezin stand. . . . Îsal, mecala we wê hebe ku hûn derheqa Xwedê û serwêrtiya wî şedetiyê bidin. . . . Werên em tevayî dengê xwe bilind kin û kilama pesindayînê Xwedê û Padşê xwera bistirên”.
Gava xilaziya sala 1925 îda nêzîk bû, bira nêt danîne pêşiya xwe, ku Beytela Brûklînê diha mezin kin. Sala 1926-da proêkta avakirinêye here mezin teşkîletêda destpêbû.
Brûklîn (Niyû York), sala 1926: Ser kûça Adams Strît, avayîk tê avakirinê
a Navê vê bernamê niha usa ye: Mîna Îsa Mesîh Bijîn û Xizmet kin—Bernama Civînê