KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • w15 1/1 rûp. 9-16
  • Çira Em Êvara Bîranîna Mirina Îsa Derbaz dikin

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Çira Em Êvara Bîranîna Mirina Îsa Derbaz dikin
  • Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yahowa Elam Dike — 2015
  • Binserî
  • Têmên Mîna Wê
  • ÇIRA EM BÎRANÎNA MIRINA ÎSA DERBAZ DIKIN
  • ÇI TÊNE HESABÊ SÎMBOL
  • ÇAWA XWE HAZIR KIN
  • EW SÎMBOL KÊRA DIKEVIN?
  • GUMANÊD LI SER HÎMÊ KITÊBA PÎROZ
  • TUYÊ BÊYÎ?
  • Bîranîna Mirina Îsa Mesîh Çira bona Me Ferz e?
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Hînbûnê) — 2022
  • Elaleteke Mezin Pesnê Xwedê û Îsa Mesîh Dide
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Hînbûnê) — 2021
  • Yehowa Kerem Dike Xîreta Me seva Derbazkirina Êvara Bîranînê
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Hînbûnê) —2023
Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yahowa Elam Dike — 2015
w15 1/1 rûp. 9-16
Hîva temam şewq dide li ser otaxa jorin ya wê malê, kîderê ku Îsa tevî şagirtêd xwe Cejina Derbazbûnê derbaz dike

Çira Em Êvara Bîranîna Mirina Îsa Derbaz dikin

“Vê yekê bona bîranîna min bikin” (1 KORINTÎ 11:24).

HÛNÊ ÇA CABA XWE BIDIN?

  • Çira em Êvara Bîranîna mirina Îsa derbaz dikin?

  • Çi ne sîmbolêd Bîranînê, û ewana çi têne hesabê?

  • Mesîhî ça dinihêrin ser vê gumanê, kîjan ku Xwedê dide?

1, 2. Îsa çi kir 14 Nîsanê, 33 D.M.? (Binihêre şikilê ewlin.)

TERÎ kete erdê, lê ji hîva teze ronayî kete Orşelîmê. Êvara 14 Nîsanê 33 D.M.. Îsa û şagirtêd wî Cejina Derbazbûnê derbaz kirin, ewê bîranînê dianî bîra cimetê xilazbûna cimeta Îsraêlê, ji dîltiya di Misirêda, 15 qirne pêşda. Îsa tevî 11 şagirtêd xweye amin, hîmlî dike şîva mexsûs seva bîranîna mirina xwe, û xilaziya vê rojê cefê vê mirinê gerekê bikişîne (Metta 26:1, 2).

2 Îsa dua kir û nanê şkeva da şagirtêd xwe û got: “Han hildin bixwin”. Paşê ew kasa şeravê hildide, dîsa dua dike, û dibêje: “Hûn hemû jî ji vê vexwin” (Metta 26:26, 27). Lê ewî xwarina dinê derbaz nekir, vê êvara mexsûs gelek tişt hebû wekî şagirtêd xweyî aminra bigota.

3. Di vê têmayêda derheqa kîjan pirsa emê şêwir kin?

3 Îsa dixwast wekî şagirtêd wî her sal mirina wî bînine bîra xwe. Ew qewimandin paşê hate navkirinê ça “Şîva Xudan” yan jî Bîranîn (1 Korintî 11:20). Lê pirs pêşda tên: “Çira gerekê em Bîranîna mirina Îsa derbaz kin? Çi tê hesabê nan û şerav? Ça em dikarin xwe hazir kin bona vê Bîranînê? Ew sîmbol nan û şerav kêra dikeve? Û ça Mesîhî dinihêrin li ser gumana xwe ji Kitêba Pîroz?”

ÇIRA EM BÎRANÎNA MIRINA ÎSA DERBAZ DIKIN

4. Çi hate standinê bi saya mirina Îsa?

4 Çawa nisila Adem, me gune û mirin sitand (Romayî 5:12). Merivê gunekar nikare kirînê bide bona xwe û merivêd mayîn (Zebûr 49:6-9). Tenê Îsa karibû û heqê kirînê da, dêmek bi bedena xweye qedandî û xûnrêtinê. Îsa ku ber Xwedê heqê kirînê da, bi wê yekê em dikarin ji gune û mirinê xilaz bin û usa jî bistînin pêşkêşa emirê heta-hetayê (Romayî 6:23; 1  Korintî 15:21, 22).

Em gelek dişêkirînin, ewê yekê çi ku Xwedê û Îsa Mesîh bona me kirine!

5. a) Em ji ku zanin ku Yahowa û Îsa meriya hiz dikin? b) Çira em gerekê bên li ser roja Bîranîna Mirina Îsa?

5 Ev kirîn dide kifşê wekî Xwedê meriya hiz dike (Yûhenna 3:16). Qurbanbûna Îsa îzbat dike, ku ew jî me hiz dike. Pêşiya hatina li ser erdê ew bal Xwedê “hoste” bû, û ewî digot: “Mirovên wî kêfxweşiya min bûn” (Metelok 8:30, 31). Razîbûna me hindava Xwedê û Kurê wî gerekê me hêlan ke ku bên li ser Êvara bîranîna mirina Îsa, û pê vê yekê emê temiya wî biqedînin: “Vê yekê bona bîranîna min bikin” (1 Korintî 11:23-25).

ÇI TÊNE HESABÊ SÎMBOL

6. Em çi fem dikin derheqa nan û şeravê?

6 Hine dêr dibêjin, ku Îsa pêra-pêra got: “Eva bedena min e” û “Eva xûna min e”, û bawer dikin ku rastî nan bû bedena wî û şerav jî bû xûna wî. Lê bi rastiyê ev yek miqabilî fakta diçe. Çimkî Îsa bi bedena xwe û xûna xwe ber çevê şagirta bû, usa jî nan û şerav ber çevê van bû. Dêmek femdarî ye ku Îsa çawa gelek car usa jî niha bi sîmbolîk xeberdida (Yûhenna 2:19-21; 4:13, 14; 10:7; 15:1).

7. Çi tê hesabê nanê şkeva?

7 Li ser vê êvara ferz, Îsa nanê şkeva da xebatê, kîjan ku mabû ji şîva Cejina Derbazbûnê (Derketin 12:8). Di Kitêba Pîrozda hevîrtirşk car cara tê hesabê ne temiz yan bi gune (Metta 16:6, 11, 12; Lûqa 12:1). Lema jî Îsa da xebatê nanê şkeva, çimkî ewî pêra-pêra dida kifşê bedena xweye bê gune (Îbranî 7:26). Lema jî Roja Bîranînê nanê wî cûreyî tê xebatê.

8. Çi tê hesabê şerav?

8 Şerava ku Îsa 14 Nîsanê da xebatê, dihate hesabê xûna Îsa, û li ser Roja Bîranînê jî didine xebatê. Li ser çiyayê Golgotayê, kîjan pişt Orşelîmê bû, Îsa mir û xûna wî “bona baxşandina gunêd geleka” hate rêtinê (Metta 26:28; 27:33). Hergê em evê pêşkêşa qîmet dişêkirînin, emê her sal hazir bin bona vê roja mexsûs. Lê ça em dikarin xwe hazir kin?

ÇAWA XWE HAZIR KIN

9. a) Çira ferz e wekî bixûnin bernama xwendina Kitêba Pîroz ya bona Bîranînê? b) Tu ça dinihêrî li ser kirînê?

9 Hergê em bixûnin bernama xwendina Kitêba Pîroz ya bona Bîranînê, kîjan ku di vê kitêbêda ne “Her Roj Nivîsarêd Pîroz Lêkolîn bikin”. Bi vê yekê emê bikaribin bifikirin li ser kirêd Îsa yê, ku ewî pêşiya mirina xwe kir. Usa emê xwe hazir kin bona Roja Bîranînê.a (Binihêre spartin.) “Em gelek hîviya Roja Bîranînê ne”, xûşkekê nivîsî. “Ew roj her sal hê ferz û mexsûs dibe bona me. Tê bîra min çaxê bavê min çel dikirin ez wê derê sekinî bûm . . . , bal min hê zêde bû hesta razîbûnê bona kirînê . . . Min zanibû hemû rêzêd ji Kitêba Pîroz û zanibû çawa şirovekim! Lê çaxê min texmîn kir ew derdê mirinê, dilê min bi razîbûnê tije bû seva ku wê çi bibe bi saya kirînê”. Belê, dişirmîşbûna derheqa kara me ji qurbanbûna Îsa, ewa tiştekî ferz e bona hazirbûna Roja Bîranînê.

Şedekî Yahowa difikire derheqa heftiya xilaziyê ya emirê Îsa li ser erdê, bi saya xwendina elametiya zêde ji Kitêba Pîroze welgerandina “Dinya Teze” ya tezekirî

Bide xebatê wan haceta kîjan ku wê dilê te hazir kin seva Bîranînê (Binihêre abzasa 9)

10. Dîsa ça em dikarin xwe hazir kin bona Roja Bîranînê?

10 Dikare bikeve nava hazirbûna bona roja bîranînê usa jî hê zêde qulixkirin, mesele qulix kin ça pêşengê komekdar wedê nêzîkaya Roja Bîranînê. Çaxê em xeberdidin tevî meriya derheqa Xwedê û Kurê wî, û derheqa gumana jîyîna heta-hetayê, em dilrihetiyê texmîn dikin, çimkî em ewê yekê dikin, çi ku Xwedê ji me dixwaze (Zebûr 148:12, 13).

11. Ça hine Mesîhiya sîmbol ne bi layîqî dane xebatê?

11 Çaxê tu xwe hazir dikî bona Roja Bîranînê, bifikire ser wan giliyêd Pawlosê şandî, kîjan ku ewî nivîsî bona civata Mesîhiya di Korintiyêda. (Bixûne 1 Korintî 11:27-34.) Pawlos kifş kir, wekî kî bi nelayîqî û ne bi qedir nanê Xudan bixwe yan kasa wî vexwe, “wê deyndarê beden û xûna wî be”. Dêmek, hergê yê rûnkirî xwe nerast dide kifşê û yeke sîmbola dide xebatê, wî çaxî ew “dîwana xwe dixwe û vedixwe”. Wedê Pawlos gelek ji korintiya xwe nerast didane kifşê. Hinek ji wan gelek dixwarin û vedixwerin pêşya yan wedê Êvara Bîranînê. Ji bo wê yekê ewana xewra diçûn. Wana bi vê yekê bêqedirya mezin didane kifşê hindava wê êvara mexsûs. Lema jî çaxê yê usa ji sîmbola dixwarin û vedixwarin, Xwedê qebûl nedikir.

12. a) Pawlos Bîranîn tevî çi beramber kir, û ewî pêşda çi gote wan, yêd ku ew roj derbaz dikirin? b) Kî ku gunê mezin kiriye, çi gerekê bike?

12 Pawlos Bîranîn beramber kir tevî nanxwarinê, û ewî pêşda gote wan, kî ku wê derê bûn: “Hûn nikarin hin kasa Xudan vexwin, hin jî kasa cina. Hûn nikarin hin ji sifra Xudan bixwin, hin jî ji sifra cina” (1 Korintî 10:16-21). Hergê yek ji wan yêd ku ji sîmbola dixwin, gunekî giran bike, ew gerekê here cem rûspiya û alîkariyê bixwaze. (Bixûne Aqûb 5:14-16.) Hergê ew rûnkirî ji gunekirinê venagere, û dide xebatê ewan sîmbola, ew nade kifşê qedir hindava qurbanbûna Îsa (Lûqa 3:8).

Emê tu car nexwazin ku bêqediriyê bidine kifşê hindava qurbanbûna Îsa Mesîh

13. Çira em gerekê dua bikin derheqa gumana xwe ji Xwedê?

13 Em usa jî dikarin bona vê rojê xwe hazir kin, bi duakirinê û bi dişirmîşbûna ser gumana xwe ji Xwedê. Tu kes ji me nexwaze wekî bêqediriyê nîşan ke hindava qurbanbûna Îsa. Dêmek emê nedin xebatê sîmbola, hergê em sed selefî bawer nînin ku em rûnkirî ne. Lê gelo kê gerekê ewan sîmbola bide xebatê?

EW SÎMBOL KÊRA DIKEVIN?

14. Çawa peymana nû girêdayî ye tevî wan kîjanara sîmbol dikevin?

14 Kîjanara ku sîmbol dikevin, sed selefî bawer in, ku ewana tevî peymana nû dibin. Derheqa şeravê Îsa got: “Eva kasa peymana nû ye, pê xûna min girêdayî” (1 Korintî 11:25). Bi Yêremya pêxember, Yahowa pêxembertî kir ku Ew dixwaze peymana nû girêde, kîjan ku cuda dibû ji peymana Qanûnê ya ku tevî Îsraêliya girêdabû. (Bixûne Yêremya 31:31-34.) Xwedê peymana nû girêda tevî Îsraêla ruhanî (Galatî 6:15, 16). Ew peyman kete qewatê bi saya xûnrêtina Îsa (Lûqa 22:20). Îsa navçêtiyê dêmek orteçiyê peymana nû ye, û yêd rûnkirî jî dikevine nava vê peymanê, wekî warê ezmana bistînin (Îbranî 8:6; 9:15).

15. Kê dikeve nava peymana Padşatiyê, û hergê ewana amin bimînin çi qedir hîviya wan e?

15 Ewêd ku sîmbol wanra dikevin, zanin ku wê bikevine nava peymana Padşatiyê. (Bixûne Lûqa 12:32.) Ew peyman hatiye girêdan orta Îsa û rûnkiriyêd wîye aminda, kîjan ku hevalparê “cefayêd wî” ne (Fîlîpî 3:10). Ji bo vê yekê ku ewana di peymana Padşatiyêda nin, ew rûnkiriyêd amin ça padşêd ezmana wê tevî Îsa heta-hetayê padşatiyê bikin (Eyantî 22:5). Tenê wedê Bîranînê îzina wan heye ku sîmbola bixwin û vexwin.

16. Kin şiroveke çi têne hesabê rêzêd ji Romayî 8:15-17.

16 Tenê ewana, kîjanara ku ruh şedetiyê dide, wekî ewana zarêd Xwedê ne, gerekê ji sîmbola bixwin û vexwin. (Bixûne Romayî 8:15-17.) Pawlos got ku wana usa dikire gazî: “Abba, Bavo!” “Abba” xebera Aramayî ye. Ew hin tê hesabê bi nermî “papa” hin jî bi qedir “bavo”. Bi vê xeberê tê kifşê ku çi heleqetî heye orta Yahowa û ewêd ku ruh standine û têne hesabê zarêd Xwedê. Ruhê Xwedê wanra şedetiyê dide, û lema ewana sed selefî zanin ku zarêd Yahowayî rûnkirî ne. Ew nayê hesabê ku hewasa wana tune ku li ser erdê bijîn. Wana ji Yahowa “ruh pêşkêş standiye” û ewana sed selefî bawer in ku wê tevî Îsa bin di Padşatiya ezmanada, hergê heta mirinê amin bimînin. Roja îroyîn ji 144 000 mesîhiyêd rûnkirî, dêmek zarêd Xwedê, hinek ser erdê mane (1 Yûhenna 2:20; Eyantî 14:1). Ewana xwe usa nêzîkî Xwedê texmîn dikin, ku dikarin bi rastiyê jî bêjin “Abba, Bavo!”

GUMANÊD LI SER HÎMÊ KITÊBA PÎROZ

17. Çi guman heye bal rûnkiriya, û ewana kura zanin ku rûnkirî ne?

17 Hergê tu Mesîhiyê rûnkirî yî, dêmek tu derheqa gumana xweye ezmana timê dua dikî. Hin jî hine tiştêd ku di Kitêba Pîrozda nivîsar in, bona te hê mexsûs in. Mesele, çaxê Kitêba Pîroz dibêje derheqa nîşankirina tevî Zevê ezmana dêmek Îsa Mesîh, tu ewê yekê hildidî ser xwe, û tu hîviyê yî ku bibî parek ji “bûka” Mesîh (Yûhenna 3:27-29; 2 Korintî 11:2; Eyantî 21:2, 9-14). Çaxê Xwedê di Xebera xweda kifş dike hizkirina xwe hindava zarêd xweye ruhanî, tu fem dikî ku eva bona te hatiye gotinê. Û çaxê Yahowa di Xebera xweda şîreta dide rûnkiriyê xwe, ruhê pîroz te hêlan dike wekî guh bidî wan şîreta. Ruhê Xwedê şedetiyê dide te, ku bal te heye gumana ezmana.

18. Çi gumana “pezêd din” heye, û tu çi texmîn dikî derheqa wê yekê?

18 Hergê tu pareke ji “elaleteke mezin” î, dêmek ji “pezêd . . . din”, Xwedê gumana jîyîna li ser erdê daye te (Eyantî 7:9; Yûhenna 10:16). Û xwestina te heye ku bijî yî di cinetêda heta-hetayê, lema jî tu şabûnê distînî çaxê difikirî derheqa sozêd ji Kitêba Pîroz bona jîyîna li ser erdê. Tu gelek hîviyê yî ku nava malbeta xwe û meriyêd rastda di edilayêda bî. Tu usa jî hîviya wî wede yî, çaxê kêmasiya xwarinê, kesîvbûn, kul-derd, nexweşî, û mirin îda wê meriya neçerçirînin (Zebûr 37:10, 11, 29; 67:6; 72:7, 16; Îşaya 33:24). Tu usa jî dixwazî wekî bibînî wan meriya, yê ku wê ji mirinê rabin û gumana wan wê hebe bijîn li ser erdê heta-hetayê (Yûhenna 5:28, 29). Tu çiqas razî yî ji Yahowa wekî ewî tu kerem kirî bi gumana li ser erdê! Rast e tu sîmbola naxwî, lê tu têyî li ser Bîranînê, wekî nîşan kî razîbûna xwe hindava qurbanbûna Îsa Mesîh.

TUYÊ BÊYÎ?

19, 20. a) Çiçax gumana te ji Xwedê dikare rêalî be? b) Çira tu dixwazî bêyî li ser Êvara Bîranînê?

19 Firqî tune gumana te ya ezmana ye yan ya erdê, ev guman dikare rêalî be tenê wî çaxî, hergê em baweriya xwe hindava Yahowa Xwedê, Îsa Mesîh, û kirînê nîşan dikin. Çaxê tu bêyî li ser Bîranînê, wê mecala te hebe, wekî bifikirî li ser gumana xwe, û li ser ferzbûna mirina Îsa. Nêtê bide pêşiya xwe, wekî tu jî yek ji mîlyona meriva bî, yêd ku wê bêne li ser Êvara Bîranînê. Ew wê derbaz be di Odêd Civatêda yan jî di ciyêd mayîn li ser temamiya dinyayê, sala 2015, 3 Nîsanê roja Îniyê, paşî ro çûyîna ava.

20 Hatina li ser Bîranînê dikare razîbûna te hê kûr bike hindava qurbanbûna Îsa. Çaxê tu rind guh bidî têmayê, ev yek wê te hêlan ke, ku hizkirina xwe hindava meriva nîşan kî bi wê yekê, ku gilî kî çi tu pêhesiyayî derheqa hizkirina Yahowa û qirara wîye mezin bona însanetê (Metta 22:34-40). Eseyî were li ser Êvara Bîranîna Mirina Îsa.

a Binihêre broşûra “Rêberî bona Hînbûna Kitêba Pîroz”, para 16.

GOTINÊD KU HATINE ŞIROVEKIRINÊ

  • Sîmbolêd li ser Êvara Bîranînê, ew hene nan û şerav, yêd ku bi sîmbolîk têne hesabê beden û xûna Îsa Mesîhê bêqisûr

  • Rûnkirî sîmbola didine xebatê, dêmek nan dixwin û şeravê vedixwin

  • Peymana nû, ew heye peymana ku Yahowa tevî rûnkiriya girêda. Lê Peymana Padşatiyê, ew heye peymana ku Îsa tevî rûnkiriya girêda

  • Ruhê Xwedê şedetiyê dide rûnkiriya. Dêmek ruh dibêje rûnkiriya ku ew kurêd Xwedê ne û gerekê sîmbola bidin xebatê

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Polîtîka Konfîdênsiyalyê
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin