KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • w15 10/1 rûp. 12-16
  • Gelo Tu Jîyîna Xweda Destê Yahowa Divînî?

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Gelo Tu Jîyîna Xweda Destê Yahowa Divînî?
  • Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yahowa Elam Dike — 2015
  • Binserî
  • Têmên Mîna Wê
  • WANA ÎNKAR KIR KU DESTÊ XWEDÊ BIVÎNIN
  • WANA DESTÊ YAHOWA DÎT
  • ROJA ÎROYÎN EM ÇA DESTÊ YAHOWA DIVÎNIN
  • TU JÎYÎNA XWEDA DESTÊ YAHOWA DIVÎNÎ?
  • Yehowa Çawa Caba Duayên Me Dide?
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Hînbûnê) —2023
Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yahowa Elam Dike — 2015
w15 10/1 rûp. 12-16
Jinik mala xweda dua dike, û du Şedên Yahowa deriyê dixin

Gelo Tu Jîyîna Xweda Destê Yahowa Divînî?

“Û wê destê Xudan, li ser qûlên [xizmetkarên] wî bête xuyanî bûn” (ÎŞAYA 66:14).

KILAMÊN: 32, 26

TU DIKARÎ CABA XWE BIDÎ?

  • Çira hinek meriv jîyîna xweda destê Xwedê divînin, lê hinek jî navînin?

  • Çi îzbat dike ku Yahowa bona me xem dike?

  • Em ça dikarin jîyîna xweda destê Xwedê hê zelal bivînin?

1, 2. Hine meriv derheqa Xwedê çi difikirin?

GELEK meriv difikirin, ku talaşa Xwedê nîne ewana çi dikin. Ewana difikirin ku bi rastiyê xema Xwedê nîne, ku çi serê wan diqewime. Mesele, çaxê Fîlîpînêda sala 2013 meha Teşrînê, firtoneke mezin qewimî ew welat nîvê zef kuta bû, serekkomarê şeherekî Fîlîpînêyî mezin giliyên usa got: “Xwedê dibeke wî çaxî cîkî din bû”.

2 Hine meriv jî difikirin, ku Xwedê nikare bivîne ku ewana çi dikin (Îşaya 26:10, 11; 3 Yûhenna 11). Wedê Pawlos jî, hine meriv usa difikirîn. Pawlos derheqa wana usa got: “Wana nexwest Xwedê zanebûna xweda xweykirina”. Ewana merivne neheq, zulm, tima û xirab bûn (Romayî 1:28, 29).

3. a) Em gerekê kîjan pirsa bidine xwe? b) Kitêba Pîrozda “destê” Xwedê gelek car çi tê hesabê?

3 Lê em çi dikarin bêjin derheqa xwe? Em zanin ku Yahowa hemû tiştî divîne çi ku em dikin. Lê gelo em bawer dikin ku ew bona me xem dike? Gelo em destê wî jîyîna xweda divînin? Di Kitêba Pîrozda “destê” Xwedê gelek car tê hesabê ça qewata wî. Ew qewata xwe dide xebatê, seva ku alî xizmetkarên xwe bike û seva ku dijminên xwe kuta ke. (Bixûne Qanûna Ducarî 26:8.) Îsa got ku hine meriv wê bikaribin “Xwedê bibînin” (Metta 5:8). Gelo em dikevine nava wan meriva? Em ça dikarin “Xwedê bibînin”? Werên em ji Kitêba Pîroz binihêrin meselên wan meriva, yên ku destê Xwedê dîtine jîyîna xweda û usa jî yên ku nexwastine bivînin. Emê usa jî pêbihesin ku çawa bawerî alî me dike, seva ku destê Xwedê bivînin.

WANA ÎNKAR KIR KU DESTÊ XWEDÊ BIVÎNIN

4. Çira dijminê Îsraêliya nexwastin ku destê Xwedê bivînin?

4 Berê, mecala gelek meriva hebû, ku bivînin û bibihên ku çawa Xwedê alî cimeta xwe dike. Yahowa keremet dikir, seva ku cimeta xwe ji Misirê aza ke û gelek padşên di Erdê Sozdayîda kuta kir (Yêşû 9:3, 9, 10). Gelek padşên mayîn rast e bihîstibûn û dîtibûn ku çawa Yahowa cimeta xwe xwey dikir, lê yeke wana “bona li dijî Yêşû û gelê Îsraêlê şer bikin, hatin cem hev” (Yêşû 9:1, 2). Çaxê wana destpêkir tevî Îsraêliya şer kin, mecala wan padşa hebû, ku destê Xwedê bivînin. Çimkî bi saya qewata Yahowaye mezin, “heta ku gel [cimet] ji neyarên xweva tola [heyfa] xwe hilda, roj sekinî û hîv jî li cîhê xwe ma” (Yêşû 10:13). Lê Yahowa usa kir, ku dilê dijminê Îsraêliya “hişk” be, û lema ewana miqabilî Îsraêliya derketin (Yêşû 11:20). Dijminê Îsraêliya kuta bûn, çimkî wana nexwast bawer kin, ku Yahowa bona cimeta xwe şer dike.

Em gerekê destê Yehowa emirê xweda bivînin

5. Ahab Padşa çi nedixwast bawer ke?

5 Mecala Ahab Padşayê zulm jî hebû, ku gelek car destê Xwedê bivîne. Êlyas gote wî: “Heta ku gotina min nebe, wê di van salanda xunav û baran nekeve!” (1 Padşatî 17:1). Ew yek tenê bi destê Xwedê dikaribû biqewimiya, lê Ahab nedixwast ewê yekê bawer bike. Hine wede şûnda, Êlyas Yahowara dua kir, û Yahowa caba duayê wî da bi agirê ji ezmana. Û Ahab jî ev yek dît. Paşê, Êlyas Ahabra got ku Yahowa wê usa bike, ku erd îda hişk nebe, lê dewsê barana qayîm bişîne (1 Padşatî 18:22-45). Ahab ew hemû keremet dît, lê dîsa jî nedixwast bawer kira ku ewî qewata Yahowa dît. Em çi hîn dibin ji wan mesela? Di jîyîna xweda, em gerekê timê destê Yahowa bigerin.

WANA DESTÊ YAHOWA DÎT

6, 7. Gîbeoniya û Rexabê çi fem kirin?

6 Gîbeonî gelek cude dibûn ji miletên ku dor berê wan bûn. Wana destê Xwedê dît. Wana nedixwast tevî Îsraêliya şer bikin, lê dewsê dixwastin tevî wana edilayê girêdin. Gelo çira? Gîbeoniya gotin, ku wana derheqa Yahowa û kirinên wî bihîstine (Yêşû 9:3, 9, 10). Bîlaniya wana hate kifşê çaxê wana fem kir, wekî Yahowa bona Îsraêliya şer dike.

7 Rexabê jî destê Yahowa dît. Rast e ew Îsraêlî nîbû, lê ewê bihîst ku çawa Yahowa cimeta xwe ji Misirê aza kir. Çaxê du cesûs hatine cem wê, ewê gote wan: “Ez dizanim ku Xudan vî welatî daye we”. Rexabê bawer dikir ku Yahowa dikare wê û malbeta wê xilaz ke. Ewê baweriya xwe hindava Yahowa eyan kir, û nefikirî ser vê yekê ku ew tiştekî xof dike (Yêşû 2:9-13; 4:23, 24).

8. Çawa hine Îsraêliya destê Xwedê dêmek qewata wî dîtin?

8 Hinek Îsraêliyên ku dîtin agirê ji ezmana, kîjan ku cab bû ji Yahowa ser duayê Êlyas, mîna Ahabê padşa nîbûn. Çimkî wana fem kir ku Xwedê ev yek kir. Û lema wana kirine qarînî: “Yahowa ye Xwedayê rast” (1 Padşatî 18:39, DT). Wana rind fem kir, ku wana qewata Xwedê dît.

9. Em îro ça dikarin bivînin Yahowa û destê wî?

9 Me şêwir kir meselên baş û xirab, kîjan ku alî me dikin fem kin çi tê hesabê “Xwedê bibînin”, yan jî destê Xwedê bivînin. Çaxê em Yahowa û hunurên wî nas dikin, em bi “çevê dilê” xwe destê wî divînin (Efesî 1:18). Hilbet em dixwazin ku çev bidine merivên amin yê berê û yê îroyîn, kîjana ku dîtine ku çawa Yahowa alî cimeta xwe dikir. Lê gelo çi mera îzbat dike, ku Xwedê îro jî alî meriva dike?

ROJA ÎROYÎN EM ÇA DESTÊ YAHOWA DIVÎNIN

10. Çi îzbat dike ku Yahowa îro jî alî meriva dike? (Binihêre şikilê ewlin.)

10 Gelek îzbatkirinên me hene, ku Yahowa îro jî alî cimeta xwe dike. Em gelek car dibihên ku meriva bona alîkariyê Xwedêra dua kirine û cab ser duayên xwe standine (Zebûr 53:2). Mesele, di giraveke biçûke Fîlîpînêda wedê xizmetiyê, Alan rastî jinekê hat, kîjan ku çaxê bihîst ku Alan Şedê Yahowa ye, destpêkir bigirî. Alan gilî dike: “Vê şebeqê, ewê jinikê Yahowara dua kiribû, seva ku Şedên wî wê bivînin”. Ew jinik cahiltiya xweda, tevî Şedên Yahowa hînbûna Kitêba Pîroz derbaz bibû. Lê çaxê ewê mêr kiribû û derbazî vê girava biçûk bibû, ewê îda ji Şedên Yahowa kesek nedîtibû. Xwedê caba duayê wê usa zû da, ku ew ecêbmayî ma. Nava salekêda ewê xwe tesmîlî Yahowa kir.

1. Mêr kişandina cixarê înkar dike; 2. Xûşkek di welatekî dinda mizgînê bela dike; 3. Bira dîwanêda

Tu destê Yahowa jîyîna xweda divînî? (Binihêre abzasa 11-13)

11, 12. a) Yahowa ça alî xizmetkarên xwe dike? b) Şirovekin ku çawa Yahowa alî xûşkekê kir.

11 Gelek xizmetkarên Yahowa alîkariya wî dîtine, çaxê pêşiya ku bibûna xizmetkarên Xwedê tiştên xirab terk dane kîjan ku wanra bibû xeyset, mesele kişandina cixarê, xebitandina narkotîkayê, yan jî nihêrandina pornografiyayê. Hinek dibêjin ku wana dixwastin ku bi qewata xwe biterkînin ewan tişta, lê yeke nikaribûn. Lê, çaxê wana ji Yahowa alîkarî xwastin, hingê “zorayiya qewatê ji Xwedê” standin, û paşê îda wana karibûn wan tiştên nerast biterkînin (2 Korintî 4:7; Zebûr 37:23, 24).

Yehowa alî xizmetkarên xwe dike, wekî ewana çetinayada sebir kin

12 Yahowa usa jî alî xizmetkarên xwe dike, seva ku ewana ber çetinayên xweye şexsî teyax kin. Were mesela Êmî binihêrin. Ew di giraveke biçûkda hate kifşkirinê bona şixulê avakirina Odên Civata û malên bona mîsyonêra. Di vê giravêda kûltûra cude bû, gelek car jî av û ronayî tune bû, û kûçe tije av bûn. Hin jî ewê bîra malbeta xwe dikir û di Otêlêda otaxa biçûkda dijît. Carekê Êmî ser xûşkekê kîjan tevî wê dixebitî kire qûjînî. Ji bo vê yekê, ewê xwe gelek xirab texmîn dikir. Çaxê ew vegeriya otaxa xweye terî, ewê Yahowara dua kir û hîvî kir ku alî wê bike. Paşê çaxê ronayî hat, ewê ji “Birca Qerewiliyê” gotar xwend, derheqa xilaziya hînbûna Gîledêda. Di vê gotarêda dihate gotinê derheqa wan çetinaya, kîjan ku ewê teyax dikir. Ew gilî dike: “Min texmîn kir, ku vê şevê Yahowa tevî min xeberdida. Evê yekê alî min kir û hêlan kir, ku berdewam kim kifşkirina xweda bimînim” (Zebûr 44:25, 26; Îşaya 41:10, 13).

13. Çi îzbatkirina me heye ku Yahowa alî cimeta xwe dike mafê şixulê meyî xizmetiyê xwey kin?

13 Yahowa usa jî alî cimeta xwe dike, seva ku bikaribin mizgîniya xêrê biparêzin û mafê me hebe mizgîniya xêrê bela kin (Fîlîpî 1:7). Mesele, çaxê hine serwêra dixwastin şixulê meyî xizmetiyê bidine sekinandinê, me ber dîwanê xwe xwey dikir. Ji sala 2000, nav temamiya dinyayêda, em dîwanada weke 268 cara serketin, ji wan serketina 24 car di Dîwana Ewropayêda bû, ya bona Mafê Meriva. Rastî jî eyan e, ku tu kes nikare destê Xwedê bide sekinandinê! (Îşaya 54:17; bixûne Îşaya 59:1.)

14. Dîsa kîjan îzbatkirinên me hene ku Xwedê tevî cimeta xwe ye?

14 Belakirina mizgînê nav temamiya dinyayê, ew jî îzbatkirin e ku Xwedê alî me dike (Metta 24:14; Karên Şandiya 1:8). Û yektiya ku nava xizmetkarên Yahowada heye, yên ku ji hemû mileta ne, dikare tenê bi alîkariya Yahowa hebe. Ew yektî tek e! Hela hê ew merivên ku Yahowara xizmet nakin jî, dibêjin: “Rastî jî Xwedê nav weda ye”. Îzbatkirinên me gelek in, ku Xwedê tevî cimeta xwe ye. (Bixûne Îşaya 66:14.) Lê gelo tu jîyîna xweda destê Yahowa divînî?

TU JÎYÎNA XWEDA DESTÊ YAHOWA DIVÎNÎ?

15. Çira cara em dibeke jîyîna xweda destê Yahowa nevînin?

15 Cara em dibeke navînin destê Yahowa jîyîna xweda. Lê gelo çira? Çaxê problêmên me gelek in, em dibeke bîr kin ku Yahowa çawa berê alî me dikir. Ew yek tevî Êlyas qewimî. Êlyas merivekî mêrxas bû, lê çaxê Îzabêl jin-padşa dixwest wî bikuje, tirs kete dilê wî. Demekê ewî bîr kir ku çawa Yahowa berê alî wî dikir. Kitêba Pîroz dibêje ku Êlyas hela hê dixwest bimira jî (1 Padşatî 19:1-4). Ewî ji kîderê dikaribû alîkarî û mêrxasî bistanda? Wîra lazim bû gumana xwe bide ser Yahowa (1 Padşatî 19:14-18).

16. Çaxê problêmên me hene, em ça dikarin Xwedê bivînin?

16 Îbo haqas zef xemgîn dibû derheqa tengasiyên xwe, ku ewî dereca xwe usa ne didît, çawa ku Yahowa didît (Îbo 42:3-6). Cara dibeke ji bo problêmên me, mera jî çetin e destê Xwedê bivînin. Lê çi dikare alî me bike ku bivînin destê Xwedê? Em gerekê bifikirin ser vê yekê, ku Kitêba Pîroz çi dibêje derheqa problêmên me. Paşê Yahowa wê bona me hê rêalî be, û emê jî çawa Îbo, bikaribin bêjin: “Min ji bo te, ji guhva bihîstibûm; lê niha jî çevên min te dîtin”.

Du xûşk jinikêra mizgînê elam dikin

Gelo Yahowa te dide xebatê seva ku alî merivên din bikî ku wî bivînin? (Binihêre abzasa 17, 18)

17, 18. a) Tu ça dikarî jîyîna xweda destê Yahowa bivînî? b) Meselekê bîne, kîjan ku eyan dike ku Xwedê alî me dike.

17 Tu ça dikarî jîyîna xweda destê Yahowa bivînî? Were em pênc mesela binihêrin. Ya pêşiyê dibeke te texmîn kiriye, ku Yahowa alî te kir ku tu rastiyê bivînî. Ya duda, dibeke tê bîra te çaxê tu ser civatê bûyî, te gotar bihîst û xwera usa got: “Xût ew yek minra lazim bû!” Ya sisiya, te dibeke dîtiye ku çawa Yahowa caba duayên te daye. Ya çara, dibeke te dixwest hê zêde bona Yahowa bikî, û te dît ku ça ewî alî te kir ku bigihîjî ewê nêta xwe. Ya pênca, dibeke te ji bo qulixkirina xwe Yahowara xebata xwe unda kir, çimkî gelek wede ji te distand û paşê te dît ku çawa Xwedê sozê xwe anî sêrî: “Ezê . . . tu car te bernadim” (Îbranî 13:5). Çaxê heleqetiya me tevî Yahowa qewî ye, em hêsa dikarin jîyîna xweda destê wî bivînin.

18 Xûşka me Sara ji Kenyayê dibêje: “Min Yahowara dua dikir derheqa wê, tevî kê min hînbûna Kitêba Pîroz derbaz dikir, çimkî ez difikirîm ku ew meriv qîmet nake hînbûna xweye Kitêba Pîroz. Min duayê xweda Yahowara got, ku dibeke ez gerekê hînbûna tevî wê bidime sekinandinê. Xilaziyêda çaxê min got “Amîn”, nişkêva dengê têlê hat. Ewê merivê minra têlêxist, tevî kê jî ez hînbûnê derbaz dikim, û ewê minra got ku gelo ew dikare tevî min bê ser civatê! Ez zendegirtî mam!” Hergê em mecalê digerin seva ku bivînin Yahowa bona me çi dike, emê destê wî bivînin, kîjan ku alî me dike. Rohana xûşk ji Asyayê, dibêje ku lazim e wede xerc kî, wekî bivînî ku Yahowa ça alî te dike. Ew zêde dike: “Lê çaxê tu evê yekê bikî, tuyê ecêbmayî bimînî, çimkî tuyê bivînî ku Yahowa çiqas zef bona me xem dike!”

19. Em gerekê dîsa çi bikin seva ku Xwedê bivînin?

19 Îsa got ku ewên ku “Xwedê bibînin” gerekê “dilpaqij” bin (Metta 5:8). Ew tê hesabê ku fikirên me gerekê temiz bin û em gerekê tiştên nerast nekin. (Bixûne 2 Korintî 4:2.) Di vê têmayêda em pêhesiyan, ku gerekê heleqetiya xwe tevî Xwedê qewî kin, wekî destê wî bivînin. Di têmaya dinda, emê şêwir kin ku çawa bawerî dikare alî me bike, ku hê zelal jîyîna xweda destê Yahowa bivînin.

GOTINÊN KU HATINE ŞIROVEKIRINÊ

  • Em jîyîna xweda destê Xwedê divînin çaxê em fem dikin ku ew caba duayên me dide û çaxê em divînin ku ew çawa alî me dike

  • Em Yahowa bi çevê dilê xwe divînin çaxê derheqa wî û hunurên wî pêdihesin

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Elametiyên Konfêdênsîal
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin